Sehabe

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Sehabe, anku seḧabe an jî Hawell (erebî: الصحابة, as-sahaba), ew kesên ku Muhemmed pêxember dîtibin û bûbin misilman û bi pêxember re hevaltî kiribin re tê gotin. Li gorî çavkaniyan 60 hezar sehabeyên Muhemmed pêxember hebûne[çavkanî hewce ye]. Lê hêjmar tam ne kifş e.

Gelejmara sehabeyan re "Eshabî" tê gotin. Misilman ji bo hurmetê ji wan re caran dibejin "Eshabê Kîram"

Çend sehabeyên navdar[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Sehabeyên mêr[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Sehabeyên jin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Sehabeyên kurd[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Kurd bi tevê gel ve di dema 637ê ku hê Muhemmed pêxember jiyaye hinekê wan dibin misilman. Lê herwiha hevnasîna wan bi Îslamê re ji dema "Esrê Seadetê" destpê dike. Digel vê yekê ji xeynê gelê ereban, kurd cara pêşîn e ku wek bi gelan ve misilmantiyê qebûl dikin.

Hin sehabe hene ku bi eslê xwe ve ne ereb bûn. Ji wan "Bilalê Hebeşî", "Selmanê Farisî", "Suheybê Rûmî", "Cabanê Kurdî" ji vana çen kesên din.

Bilal ji Hebeşistanê ye yanî ji Etiyopyayê ye bi kurtasî hebeş e, Selman ji Îranê ye yanî faris e, Suheyl rûmî ye, Caban jî kurd e.

Pir balkêş e ku paşnavê wan bi nijadê wan ve hatiye bilêvkirin. Nijada wan pirsgirêk nebûye û bi dilê rehet bi wan navên nijadê ve hatiye binavkirin. Herweha baş bên nasîn. Ne ji bo nijadperestiyê nemaze ji bo danasînê. Cabanê Kurdî jî ji wan mûbarekan yekî din e. Di derheqa wê de Müfid Yüksel jî wiha dibêje; digel vê yekê heke li ser jêderkên dîrokî lêkolîn bê kirin vêca di nav kurdan de misilmanbûn di serdema pêşîn de tê xuyanê. Heta ji kurdan kesên ku wek tabiîn tê zanîn hene. Ji wan sereke Cabanê Kurdî û Şêx Xelîlê Kurdî tê. Disa ji nav wan Ebu Muslîm el-Hewlanî û Silêman ed-Daranî jî tê.

Caban el-Kurdî sahabeyek Muhemmed pêxember e û bi qasî tên zanîn di nav gelê kurdan de misilmanê pêşîn e. Hin lîteratûr û jêderkên Îslamî de jî ev nav yanî Caban el-Surdî derbas dibe.

Kurdbûna ji nav sahabeyên kiram Cabanê Kurdî di berhema hêja Elûsî de wiha derbas dibe: Beşek ji nav kurdan di dema pêxemberê me de misilman bûne. Heta ji wan sehabeyek bi navê "Caban el-Kurdî" bi eslê xwe kurd e.

Profesor mamoste Kadri Yıldırım dibêje: Gelî kurd wexta ku şerefa sehabitî girtiye bi Caban el-Kurdî re nefer bi nefer misilmantiyê qebul dikin[çavkanî hewce ye].

Mixabin di hin berhemên hêja de navê Caban el-Kurdî wek "Surdî" hatiye nivîsîn. Alusî jî diyar dike, navê "Ebu Meymun Caban el-Kurdî" di, Îbn Hecer Esqalanî di berhema Elîsabe ("Xala Cabânê") de derbas dibe. Lê mixabin ji ber hin xeletî an şaşiyan bê zanetî (ku niyetek baş difikirim) di berhemên niha de "el-Surdî" bûye.

Muhemmed Can dibêje; "Cabanê Kurdî" ji sehabeyên pêxember bû. Lê belê çi hikmet e ku (sehabeyên kurd ên din jî tê de) ne Cabanê Kurdî "Caban el-Surdî" hatiye qeydkirinê! Hêncet disa amade bû: "ev xeletî ya nivîsê ango xeletiya metbaayê ye."[çavkanî hewce ye]

Yanî li gor hin nivîskar û lêkolîneran navê "el-Kurdî" bi zanetî û ji ber sedema nijadperestiyê bi "el-Surdî" ve hatiye guherandin. Lê bi min ev ne zanetî ye belkû xeletiyek herfa ye. Ji ber ku Mustafa Erdogan jî dibêje; Di berhema din ya Îbn Hacerê ya Takribut-Tehzîbê de "el-Kurdî" derbas dibe. Lê tefsîrên Buharî (Tefsrul Kebir VII 340), Îmam Ahmed (Musned), Ebû Nuaym (Marifetus-Sahabe), Zehebî (Mizanul Îtidal), Îbnul Esîr(Usdul-Xabe) û Îbn Hacer (el-Îsabe) de "es-Surdî" derbas dibe. Herwiha wekî wisa xeletiyên herfa re tashif tê gotin.

Cabanl Kurdî, ji hêla Resûlê Ekremî dibe parêzgarê (walî) herêma Bazanê. Ew digel vê yekê di dîroka îslamê de parêzgarên yekemîn e jî. Heta kurê Cabanê Kurdî, Meymun el-Kurdî jî parêzgarê Bazanê dibe.

Di dema Muhemmed de qet netewek, qebileyek û zimanek nehatiye înkarkirinê. Berevajî vê yekê bi navê nasnameyên xwe hatine nasîn. Wekî mîna, Selmanê Farisî (fars), Ebû Zer Elxefarî (ji qebileya el-Xiffarê ye), Cabanê Kurdî (kurd).

Caban el-Kurdî, hedîsa meşhûr ya Pêxember rîwayet kiriye. "Ez ji we re du tiştê mezin û bêhempa emanet dihêlim: Kîtabullah û sîreta min. Ev her du tu car ji hev naqetin û bi hevre tên ba min."[çavkanî hewce ye] Vê hedîsê piştê Caban el Kurdî, Tirmizî ji Cabîr bin Ebdullah rîwayet kiriye.

Taberanî jî de berhema bi navê el-Mucemu's-Saxir û el-Mucamu'l-Evsadê de di behsa hedîsekî de behsa navê "Meymun el-Kurdî" kiriye. Ev hedisê ji bavê Meymûn el-Kurdî (Ebu Meymun Cabanî) ew jî ji Pêxember ravekiriye. Taberanî gotiye; Ebu Meymûn ji Pêxember tenê hedîsek gotiye.(el-mucemu's-Saxir, 1/114; el-Evsat, 4/380- şamile) Hafiz el-Heysemî jî dibêje, di rêza vê rivayetan de derbas dibe hemû kes sika/saxlem (dirûst) in.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]