Cabanê Kurdî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search
JabanAlKurdi.png

Cabanê Kurdî yan jî Caban Elkurdî (bi erebî: جابان الکوردي‎, lat. Jaban al-Kurdi), sehabeyê Muhemmed pêxember û hedîsvanê kurd e.[1][2]

Cabanê Kurdî parêzgerê devera bazen yê herî ewil e. Di dîroka îslamê de ji parêzgerên herî ewil e. Caban bi xwe bavê Meymûnê Kurdî ye. Navê wî Gavan e di erebî de tîpa "G" û "V" tuneye jî ber wê yekê ye ku wek Caban hatiye nivîsandin.[3]
Tê gotin gorra wî li Tikrîtê ye.

Cabanê Kurdî, dema Muhemmed Pêxember de yê ku misilman bûne sehabiyên herî ewil e. Lê mixabin bixeletî di hinek çavkaniyên Îslamê de Cabanê Kurdî, wek Caban Essurdî hatiye guhertin. Wextê ku sedema vî tê pirsîn bersiv pir klasîk û yekalî ye. An xeterê nivîsê, an jî xeterê weşanê tê ravekirin.

Cabanê Kurdî, hedîsa meşhûr ya ji pêxember rîwayet kiriye.

Ebû Hulde, ji Hafiz Elheysemî rîwayet kiriye û gotiye: "Rojek ez û digel Meymun Elkurdî li cem Malîk bin Dînar bûn. Malik (Meymûn Elkurdî nîşan kir)" : Tu çima ji bavê xwe tiştek venabêje (paşê li wî nihêrî) tu dizanî bavê te pêxember dîtiye û ji wî hedîs bîhîstiye ?,

Meymûn Elkurdî wiha bersiv da:
Bavê min ji tirsa ku tiştek kêm zêde bêje newêre ji Pêxember tiştek vebêje lewra ji pêxember wiha bîhîstiye, "Kê qestî gotînek derew ser navê min bêje, bila di dojehê de cîhê xwe amade bike".[6]

Çavkanî[biguherîne]

[1] - Îbn Hecer Esqelanî, ‘’Elîsabe fit'temyizîs sehabe’’