Belavbûna îslamê li Kurdistanê
Kurd |
---|
![]() |
Belavbûna îslamê li Kurdistanê an jî Misilmanbûyina kurdan hevnasîna wan bi îslamê re ji dema Esra Seadetê ve destpê dike. Tê zanîn ku piraniya kurdan berî îslamiyetê li ser dînê zerdeştîtiyê bûn. Dinê Zerdeştî ji aliyê Zerdeşt pêxember ve hatiye belavkirin û heta dema şerê di navbera Sasaniyan û artêşa îslamê de ku çêbû pirraniya kurdan li ser vî dînê bûn.[1]
Îslamiyet di sedsala 7'an de derket, wê demê kurd di navbera Împeratoriya Sasanî û Împeratoriya Bîzansê de perçekirî bûn, ji ber vê yekê hertim axa kurdan ji Sasanî û ji Bîzansê re bûbû qada şer.
Hevnasbûna kurdan bi îslamiyetê ve digîhîje dema Muhemmed pêxember.[2] Herwiha du kurdên sehabe hene ku di dema Muhemmed pêxember de bûne misilman, evan kesan Cabanê Kurdî û kurê wî Meymûnê Kurdî ne.[3][4][5]
Ji bilî van sehabeyan gelek tabîûnê kurd jî hebûne ji vana yê herî navdar Şêx Xelîlê Kurdî ye ku di sala 750î de wefat kiriye. Şêx Xelîlê Kurdî bi xwe zanyarê îslamê û mutesewifê kurd ê herî pêşîn e.
Pêşiya fetihkirina Kurdistanê jî hinekî bazirganên kurd ji herêma Cizîrê çûne herêma Mekeyê bajarê Taîfê û li wê derê bûne misilman û zivirîne Cizîrê misilmantiyê belakirine.[6]
Wexta ku Artêşa îslamê di serdema xelifetiya Omer de di navbera salên 637-642an de îslamiyetê li Kurdistanê belavkirin pirraniya kurdan îslamiyetê pejirandin û bûne misilman. Lê hinek kurd jî di dema Elî de bûne misilman, Bi vî awayî kurd li dû ereban ve bûn gelên misilman ên pêşîn.

Îro pirraniya gelê kurd misilmanên sunî ne, Lê hinek elewî û hêjmarekî kêm şiî jî hene, kurdên sunî li ser mezheba Îmamê Şafiî ne. Di nav kurdan de gelek êzidî, û pir kêmbe jî hinekî xiristiyan, cihû û zerdeştî jî hîna hene.[7]
Bi pejirandina misilmantiyê ve li Kurdistanê di nav kurdan de xwendin û zanist pêşve ket. Li Kurdistanê gellek medrese, mizgeft, pire û nexweşxane ava dikin.[8]
Di Serdema Zêrîn a Îslamê de li her aliyê Kurdistanê wêjevan û helbestvanên mezin yên weke Bassamê Kurdî, Ebdulsemedê Babek, Baba Tahirê Uryan û Eliyê Herîrî, alimên weke Macîdê Kurdî, Ebû Ebdullahê Muqrî, Îsayê Kurdî, Qalî, Îbn Cezerî, Cakîrê Kurdî, Ehmedê Eşnehî, Ebdulqadirê Geylanî, û Îbn Selahê Kurdî, stranbêj û muzîkologên weke Îbrahîmê Mewsilî, Îsheqê Mewsilî, Ziryab, Sefiyedînê Ûrmewî û Muhemmed Katib Erbîlî, gerokên weke Ehmedê kurê Fedlan, bijîşkên weke Muhemmedê Hesenê Kurdî û Ehmedê Herîrî, mîmarên weke Mûnîs, fîlozofên weke Şihabedînê Suhrewerdî, Siracedînê Ûrmewî, Emerê Suhrewerdî, Amîdî, Îbn Dînar, Îzedînê Erbîlî û Şemsedînê Şehrezûrî, dîroknasên weke Elî îbn Elesîr, Mubarek Mistewfî, Behaedînê Şedad, Îbnûl Ezraq û Îbn Xelikan, zanistvanên weke Dînewerî, Îbn Quteybe, Îsmaîlê Cizîrî, Fexredînê Exlatî, Kemaledînê Yûnis, Îbrahîmê Xelatî û Ebûlfida derketine holê û di gellek şaxan de zanist û wêjeya kurdî pêşve xistine.[9][10][11]
Ji bilî van kesan di vê demê de gellekî nivîskar û zanyarên kurd ên jin jî derdikevin ji vana yên herî nas kirî Fexrûl Nîsa, Ûm Muhemmed, Ciweyriye û Esma Xatûn in.[12] Fexrûl Nîsa destxet (xetat), nivîskar û hedîsvana kurd a herî pêşîn e, Tê gotin ku Fexrûl Nîsayê gellekî helbestên xweş jî nivîsiye.[13][14][15]
Îbrahîmê Mewsilî (742-804) yekemîn stranbêjê kurd e,[16] Herwiha yekemîn stranbêjê cîhana misilmanan jî tê zanîn, Bi pirranî li Mûsilê hate naskirin ji ber wî bernavka wî "Mewsilî" ye. Mewsilî ji 900î zêdetir berhem besterêz kiriye.[17]
Ziryab (789-857) kesê pêşîn e ku têla pêncem li saza ûdê zêde kiriye û mizrap bi kar aniye û weke damezrênerê kevneşopiya muzîka endulusî tê nasîn.[18]
Dînewerî (820-896) ji zanyarên Kurdistanê yên mezin ê ewilî û zanistvanekî pirralî ye, ne tênê li ser qadekî, di gelek qadan de vekolîn kiriye û rê daye pêş zanyarên dû xwe. Dînewerî di warê riweknasî, zoolojî, zimannasî, mentiq, dîrok, erdnîgarî, astronomî, meteorolojî, matematîk û mekanîkê de berhem nivîsiye û ew berhemên wî ji alî zanyarên mezin ên dû wî weke çavkaniyên herî bi bawer hatine bikaranîn. Li Ewrûpayê di derdora zanistî de weke “Dahiyê Kurd” tê naskirin.
Her wiha yekemîn zanistvanê kurd e ku ji bo xebatên xwe yên li ser astronomiyê li Kurdistanê li bajarê Dînewerê Çavdêrî ava kiriye.
Dîsa Dînewerî bûye ji zanyarên yekem ku li ser dîroka kurdan û antroplojiya kurdan lêkolîn kiriye û pirtûkek bi navê "Ensab el-Ekrad" (Jêderka Kurdan an Eslê Kurdan) nîvîsandiye. Di vê berhema xwe de ji dîrokên kevnar heya roja xwe bav û kalên kurdan girtiye dest. Dîsa tê gotin ku di dîrokê de yekem car wî "Nexşeya Kurdistanê" xêz kiriye. Navê Kurdistanê di xeriteya xwe de bi kar aniye.
Dînewerî Qurana pîroz a misilmanan jî tefsîr kiriye û bi vî awayê bûye ji tefsîrvanên kurd yê herî pêşîn.[19][20]
Dîrokzanê kurd Mehrdad Izady li ser xebatên Dînewerî rawestiyaye û dibêje:
“ | Dînewerî di nav kurdên xûyanî de zanyarê herî mezin, Di nav cîhana misilmanan de jî heta wê demê derketiye zanyarê herî mezin e. |
” |
Îbn Quteybe (828-885) zanayê bi navûdeng ji malbateke kurd a rewşenbîr hatiye. Ji ber hindê perwerdehiyeke baş dîtiye û zanayekî îslamî yê derdemî jê derketiye, di gelek şaxên zanistiyê de bûye pispor, xasma jî li ser zanista dîrok, kelam, hedîs, tefsîr, wêje û fiqihê gelek pirtûk nîvîsandiye.
Îbn Quteybe di dema Ebasiyan de yekemîn rewşenbîr bûye ku di pêşveçûna zanîn û medeniyetê de pêşikvantî kiriye.[21][22]
Bassamê Kurdî di sedsala 9'an de jiyaye, herî pêşîn bi zaravayê goranî helbest nivîsandiye. Lê derbarê jiyana wî de zêde agahî tuneye.
Ebdulsemedê Babek (972-1020) helbestvanê kurd ê herî pêşîn yê kurmancî nivîsiye.
Ebdulsemedê Babek dîwaneke sê cild helbest bi kurmancî nivîsîne.[23] Zimanê wî pir xweş, geş û herikbar e û peyvên ku wî bi kar anîne, di kurmanciya îro jî niha têne bikaranî, Helbestekî wî ev e.[24]
Dila, şad be, xweş dem hat bihar e Reşemeh çû terazin bûn diyar e Nihal derbûn hat av û cûbar |
Ebdulsemedê Babek çendî ku wek helbestvanê pêşî yê ku bi kurmancî nivîsiye jî, lê zêde li Kurdistanê nehatiye naskirin. Ji ber wê yekê Eliyê Herîrî (1009-1077) wek helbestvanê pêşîn tê zanîn.[25]
Helbestekî Elî Herîrî ev e;
Hûn bar mekin gel min di zor Li hesreta werdên di sor |
Baba Tahir Hemedanî (935-1010) jî helbestvanê kurd ê pêşîn ê ku helbestên xwe bi kurdiya lorî nivîsiye.[26]
Helbestekî Baba Tahirê Uryan;
Dilêm ji derdê te herdem xemîn e Balîfêm kevir, doşekem zemîn e |
Îsmaîlê Cizîrî (1153-1233) ji Cizîrê ye, bi xwe di medreseyên kurdî de xwendiye û zanyarekî pir bi nav û deng e ku bingeha zanista robot û sîbernetîkê avêtiye.[27]
Îsmaîlê Cizîrî pirtûkekî bi navê Kitab el-Hiyel (Pirtûka Huneran) nivîsandiye, di wê de, digel nîgaran, behsa çêkirina 50 amûrên mekanîkî dike.[28]
Di sîbernetîk û fizîkê de gelekî zanyarên navdar yên weke Leonardo da Vinci di bin bandora Cizîrî de mane.
Di dîroka cîhanê de çawa Selahedînê Eyûbî lehengê kurd tê naskirin, di zanista cîhanê de jî Îsmaîlê Cizîrî bi navê "Endezyarê Mezin ê Kurd" têye binavkirin.[29]
Medreseyên kurdî[biguherîne]
Gotara bingehîn: Medreseya kurdî
Bi belavbûna îslamê, li Rojhilata Navîn û erdnîgariya Kurdistanê, şaristaniyeke nû dest pê kir. Ev şaristanî, giraniya xwe daye ser nivîsandin û xwendinê. Ji ber hindê kurdan jî gelek medreseyên ku perwerdehiyê bi zimanê kurdî dikirin ava kirin.
Medreseya Kurdî a herî pêşên di sadsala 10'an de sala 950'an de li Rojhilata Kurdistanê li bajarê Hamedanê hatiye avakirin.
Di medreseyên kurdî de pirraniya pirtûkan bi zimanê erebî bûn, lê alimên kurdan evan pirtûkan dizivirandin zimanê kurdî û hînê telebeyan dikirin. İcar bi vê şeklê ve zimanê kurdî pêşve diket. Di medreseyên kurdî de telebeyên kurd tevê zimanê kurdî, erebî û farisî jî hîn dibûn.
Di medreseyê kurdî de dersên Quranê, tefsîr, siyer, fiqih, kelam, mantiq, wêje, felsefe, astronomî, tib, fizîk, matematîk û hwd dihatin dayîn.[30]
Zanyarê kurd herweha bavê robot û sîbernetîkê ku îro van herdu bûjenan dinyayê li ser nigan ragirtine, projeya wan ji aliyê Îsmaîlê Cizîrî ve di Medreseya Kurdî de hatiye çêkirin. Hin ji wan medreseyan pirî ku menşûr bûbûn, bihêsanî navên xwe di rûpelên mêjû de jî bi cih kirine. Her waha Medreseyên kurdan zimanê kurdî, çanda kurdî û wêjeya kurdî li ser pêya dane hîştin.[31]
[biguherîne]
- Medreseya Sitrabasê (Diyarbekir),
- Medreseya Sor (Cizîra Botan),
- Medresa Bazîdê,
- Medreseyên Bedlîsê; Îxlasiye, Katibiye, Şukriye, Şerefiye û Şemsiye.
- Medreseya Hîzanê,
- Medreseya Miksê,
- Medreseya Bêdarê,
- Medreseya Findika Botan,
- Medreseya Axtepeyê,
- Medreseya Norşênê,
- Medreseya Hawêlê,
- Medreseya Heskîfê,
- Medreseya Amêdiyê û bi sedan medreseyên wisa yên din.
Zanyarên kurd yên medreseyên kurdî[biguherîne]
Di medreseyên Kurdistanê gelek zanistvan, alim û wêjevan derketine, her yek li gorî hêza xwe li wêje û zimanê kurdî xwedî derketiye û bi pêş xistine.
Çend kesên ku di medreseyên Kurdistanê de perwerde dîtine û xizmeta zimanê kurdî û zanistê kirine ev in:
- Baba Tahirê Uryan, (938 - 1020)
- Ebdulsemedê Babek, (972 - 1020)
- Eliyê Herîrî, (1009 - 1077)
- Îsmaîlê Cizîrî, (1153 - 1233)
- Melayê Batê, (1417 - 1491)
- Melayê Cizîrî, (1570 - 1640)
- Feqiyê Teyran, (1590 - 1660)
- Eliyê Teremaxî, (1591 - 1653)
- Selim Silêman, (1586 - ?)
- Şêx Şemsedînê Exlatî, (1588 - 1674)
- Ehmedê Xanî, (1650 - 1707)
- Îsmaîlê Bazîdî, (1654 - 1709)
- Mele Mehmûdê Bazîdî, (1797 - 1863)
- Mele Xelîlê Sêrtî, (1754 - 1843)
- Mele Yûnisê Erqetînî, (? - 1785)
- Miradxanê Bazîdî, (1736 - 1778)
- Pertew Begê Hekarî, (1777 - 1841)
- Mewlana Xalid, (1773 - 1826,)
- Şêx Muhyedînê Hênî, (1849 - 1897)
- Feqe Reşîdê Hekarî, (1725 - ?)
- Şêx Ebdurehmanê Taxî, (1831 - 1886)
- Mestûre Erdelanî (1805 - 1848)
- Ebdurehmanê Axtepî, (1850 - 1905)
- Resûlê Mistê, (1866 - 1908)
- Şêx Fethullah Werqanisî, (1847 - 1900)
- Seîdê Nûrsî û gellekî zanyarên mezin yên kurd di van medreseyan de xwendine.[32]
Pirtûkên kurdî yên medreseyan[biguherîne]
- Maqamet
- Mewlûda Kurdî
- Eqîda Îmanê
- Eqîdeya Îslamê
- Erdê Xweda
- Ey Avê Av
- Nehc-ul Enam
- Nûbihara biçûkan
- Serfa Kurmancî
- Qewlê Hespê Reş
- Tiba Melayê Erwasî
- Adetên kurdan
- Gulzar
- Şirên Fîlozofî
- Kîtaba Tewarîxê Cedîdê Kurdistan
- Şêxê Sen'an
- Sirmehşer
- Iqdê Durfam
- Zurûf
- Rewdneîm
- Dewr û Gera Kurdistanê
- Mîrsad-ul Etfal (Ferhanga Kurdî-Farsî)
Mele Mehmûdê Bazîdî di nîveka sedsala 19an de bi taybetî behsa pênc heb (“Tesrîfa Kurmancî”, “Nûbihara Biçûkan”, “Mewlûd”, “Zurûf” û “Terkîb”) pirtûkên kurdî kiriye û gotiye ku ev berhem di medreseyên Kurdistanê de tên xwendin.[33]
Dewletên piştî îslamê[biguherîne]
Çend dewletên kurdan yên piştî îslamiyetê[biguherîne]
- Sadakiyan (770 - 827)
- Dewlata Şedadî (951 - 1174)
- Dewleta Merwanî (983 - 1085)
- Dewleta Enazî (990 - 1116)
- Dewleta Hesnewiyan (961 - 1015)
- Dewleta Biweyhiyan (934 - 1062)
- Dewleta Rewadî (955 - 1071)
- Xanedana Hezarhespî (1148 - 1424)
- Dewleta Eyûbiyan (1171 - 1250)
Binêrin[biguherîne]
Wêne[biguherîne]
Çend berhemên kurdan piştî îslamiyetê avakiriye
Mizgefta Menûçêhr, Mizgefta herî pêşîn a kurdan e ku ji aliyê Şedadiyan ve di sala 1072'yan de hatiye avakirin
Pira ku Merwaniyan di sedsala 11'an de li Farqînê ava kirine.
Pira Malabadê, di navbera navçeya Farqîna bi ser Amedê ve û Batmanê de
Çavkanî[biguherîne]
- ↑ Bekir Biçer, Kürtler, Çizgi Kitapevi, 2015
- ↑ Îbn Hecer Esqelanî, Elîsabe fî temyîzî sehabe
- ↑ Kasım Aslanlı, Kürtler ve İslamiyet
- ↑ http://m.risalehaber.com/kurtler-ve-islamiyet-1-15675yy.htm
- ↑ Alûsî, Ruh-ul Meanî
- ↑ Adnan Demircan, Kürtler (Tarih) r. 63
- ↑ Thomas Bois, Kurd û Kurdistan
- ↑ Şerefname, Kahire, r. 96 û 97
- ↑ Mehrdad Izady, The Kurds, r.97
- ↑ Muhemmed Emîn Zekî, Navdarên Kurd û Kurdistanê ISBN 91-89014-45-6
- ↑ Michael M. Gunter, Historical Dictionary of the Kurds r. 219
- ↑ Îbn Hecer Esqelanî, Ebu Durer, el-Kaminet
- ↑ Îbn Xelikan, Mirina Zedegan
- ↑ Ebûlferec ibn el-Cewzî, El-Tasdik Bilnazar ilallah Ezze Wecel
- ↑ http://haqislam.org/shaykhah-shuhdah/
- ↑ Gérard Chaliand, The Kurdish Tragedy r. 102
- ↑ TDV, İslam Ansiklopedisi, cild: 21, r. 323
- ↑ Ana Ruiz, Vibrant Andalusia: The Spice of Life in Southern Spain "Ziryab was a remarkable Kurdish singer.
- ↑ http://www.tatvanmedinemedresesi.com/main/index.php?option=com_content&view=article&id=44:bitlisteki-uluslar-arasi-sempozyum-tebligi&catid=12&Itemid=143
- ↑ http://www.kürtler.com/2015/11/kurt-bilim-adami-el-dinaveri-kimdir-hayati-eserleri.html?m=1
- ↑ Mehrdad Izady, Kurd, r. 97
- ↑ TDV İslam Ansiklopedisi, cilt 20, r 149
- ↑ Türkiye Diyanet Vakfı İslâm ansiklopedisi - cîld 34 - r. 398
- ↑ Hozanvanêt Kurd, Sadiq Behaedîn Amêdî, kurdî, Pencînar Weşanxaneya Çanda Kurdî, Sverige/Stockholm, 1998, 465 rûpel, ISBN 91 973403 1 6. Tîpguhaztina ji alfabeya erebî: Zeynelabidin Zinar.
- ↑ Qanatê Kurdo, Tarixa Edebiyata Kurdî
- ↑ http://www.pen-kurd.org/gotarhome/Abdusamet_Yekbunakurdan.html
- ↑ http://muhacerat.com/kurtlerde-medreselerin-tarihi-ve-olusumu.html
- ↑ http://www.semskiasireti.com/?Syf=26&Syz=193948&/TARİHTE-İLK-MUCİT-VE-MEKANİKÇİ-KÜRT-MÜHENDİSİ--EBUL-İZ-EL-CEZERİ-
- ↑ https://renasxendeki.wordpress.com/tag/ismail-ebulizin-hayati/
- ↑ http://www.yuksekovahaber.com/yazdir/yazi/yazi/kurt-dilinde-medresenin-rolu-1942.htm
- ↑ Zeynelabidin Zinar, Xwendina Medresê, Kurdî/kurmancî, Şîrovekirin, Pencînar Weşanxaneya Çanda Kurdî, Sverige/Stockholm, 1993,100 rûpel, ISBN 91 972090-2-3
- ↑ http://www.rojevakurd.com/mereseya-kurdi/
- ↑ Mela Mehmûdê Bazîdî, “Muqeddîma Îlmê Serf û Be’dê Usûlê Lazîmeyê Te’lîmiyye bi Zimanê Kurmancî”, Camî’eya Rîsaleyan û Hîkayetan bi Zimanê Kurmancî, Amd. Ziya Avcı, Lis, St. 2010, r. 18 (Ji herfên Erebî)
Dewletên kurdan | ||||
---|---|---|---|---|
Hilhatin | Serdema Navîn | Serdema Nûjen | Sedsala 20an | Sedsala 21ê |