Şorbeya gundiyan a Botanê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Şorbeya gundiyan a Botanê ji ya kurdên Anatoliya Navîn (bnr. şorbeya gundiyan) cudatir e. Ji ava goşt, savar, ard (arvan) awîşen (cehter) û hin zebzeyan tê çêkirin. Li herêma Amedê û çend deverên herêma Tolhildanê jî tê zanîn û xwarin. Mirov nikare bêje ku standardeke vê şorbeyê heye, lewra heger hin zebze û biharbêhn (biharat) kêm yan zêde bin, dibe. Li Amedê gizêr û bexdenûs neguher e.

Berkeliya şorbeya gundiyan a Botanê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çêkirin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Quşxaneyê bînin, savarê (girar) berdinê. Bi qasî 2-3 SA avê berdin ser girarê hinekê bikelînin. Gizêr û kartola hûrkirî di quşxaneyeke din de hinekê bikelînin.

Savarê berdin nava zebzeyan, ava goşt jî. Di badî yan binikeke kûr de mast û hêkê biçelqînin, hêdî hêdî berdin nava quşxaneyê. Frîngî û bexdenûsa hûrkirî jî tevlî bikin.

Di rûnbirêşkê de rûn biqijilînin û biharbêhnan berdin navê. Rûn berdin ser şorbeyê û bi germî bînin ser destexaneyê (sifre).