Şorbeya savarê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Şorbeya savarê, şorbeya girarê, germiya savarê, avsîra girarê wekî ji navê wê kivşe ye, ji girarê (savar) tê kelandin.

Savar di pêjgeha kurd de cihekê sereke digire re. Bi taybetî li herêma Tolhildanê, deşta Rewanê, Serhed, rojhilatê Kurdistanê, Dêrsimê savar ji rizê (birinc) bêhtir tê xwarin. Ji bo kurdên Meledîyê wiha dibêjin: "Heger 366 xwarinên wan hene, 365 ji savarê ye, ya mayî jî kufteya nîskê ye û para kewaniya malê ye", Helbet ev ji henek û suhbetan e, ne tenê ji bo Melediyan dibêjin.

Meledî ji aliyê xwarinan ve pirr dewlemend e, bi sedan cureyên xwarinên wan hene.

Berkeliya şorbeya savarê ya Sêwas, Xarpêt û Botanê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • 4 serî pîvaz
  • 4 SA (stekana-qedeha avê) nîsk
  • Pûjan
  • 6 îsotên dirêj (li ser daxwazê yên tûj/no)
  • 2 SA girar (savar)
  • 4 KX (kevçiyê xwarinê) rûnê nivîşk
  • Îsota tûj (îsota sor, îsota pûlpelî)
  • Li ser daxwaza we goştê kişandî (ango pirr an hindik, hûn dizanin)
  • Xwê (solin)

Çêkirin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Nîsk divê şevekê di avê de bê hîştin, nermijîkirin. Beriya hûn dest bi amadekirina xwarinê bikin, 9-10 SA avê berdin ser û bi qasî 30 deqeyê (mînûte) bikelînin. Li makêşê (safik) bixin.

Îsot û pîvazê di nava rûn de biqijilînin, goştê kişandî tevlî bikin û hinekê bi hev re biqijilînin. Nîska makêşê de ye berdin nava rûnbirêşkê, ango nav goştê kişandî. Hinekê (5-10 deqe) bi hev re biqelînin.

Şorbeyê li binikên servîsê parve bikin, îsota tûj a di nava rûn de qijiliye, berdin ser binikan.