Ahmet Yıldırım

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Ahmet Yıldırım
Jiyan
Jidayikbûn1972
Amed
NeteweKurd
Partiya siyasîPartiya Demokratîk a Gelan
Zarok2
PerwerdeZanîngeha Dîcleyê, Zanîngeha Stenbolê
PîşeNojdar, akademîsyen, siyasetmedar
biguhêreBelge

Ahmet Yıldırım (jdb. 1972 li Amed, Bakurê Kurdistanê), nojdar, akademîsyen û siyasetmedarekî kurd e ku di heyama 25em de wekê parlementerê HDPê ya Mûşê hatiye hilbijartin. Piştî desteserkirina perlemeteriya wî[1] Yıldırım koçê Ewropayê bûye û niha li Ewropayê dijî.

Jînenîgarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ahmet Yildirim di sala 1972an de li Amedê ji dayik bû. Piştî ku xwendina seretayî û navîn qedand, di sala 1994an de li Zanîngeha Dîcleyê beşa Erdnîgariyê qedand û 2 salan mamostetiya lîseyê kir. Piştre weke Erkdarê Lêkolînê ya Beşa Erdnîgariyê ya Fakulteya Perwerdeyê ya Zanîngeha Dîcleyê dest bi kar kir.[2]

Di sala 1998an de ji Fakulteya Edebiyatê ya Zanîngeha Stenbolê masterê wergirtiye. Di sala 2004an de li Fakulteya Ziman û Dîrok û Erdnîgariyê ya Zanîngeha Enqereyê beşa PhDyê qedand. Di sala 2006an de li Zanîngeha Dîcleyê wek Endamê Fakulteyê hat tayînkirin. Di sala 2011an de bûye profesorê hevkar.[3]

15 danezanên zanistî di sempozyumên neteweyî û navdewletî de pêşkêş kir. Zêdetirî 20 gotarên zanistî ya wî di kovarên navxwe û navnetewî de hatine weşandin. Pirtûkeke wî ya lêkolînê ya zanistî heye. Yıldırım, ji aliyê Meclîsa Giştî ya Meclîsa Tirk ve weke endamê Meclîsa Jor hat hilbijartin.[3]

Ahmet Yildirim, di heyama 25em de wekî bu namzetê parlamenterî ya HDPê ya Mûşê. Di rêza 2an de beşdarî hilbijartinan bû û wekî parlamenter Mûşê hate hilbijartin.[3]

Jiyana taybet[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ahmet Yildirim, zewicandiye û bavê du zarokan e.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ DHA. "HDP'li Ahmet Yıldırım'ın milletvekilliği düşürüldü". Hürriyet (bi tirkî).
  2. ^ "Ahmet Yıldırım Kimdir, Aslen Nerelidir". Bölge Gündem Haber (bi tirkî). 27 sibat 2018.
  3. ^ a b c "Ahmet Yıldırım (Siyasetçi)". www.biyografya.com (bi îngilîzî).