Lîwaya Hemîdiye

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Alayên Hemîdiye hate beralîkirin)
Jump to navigation Jump to search

Hemîdiye yan hengên Hemîdiyeyê yan jî leşkerê Hemîdî (bi romî: Hamidiye Hafif Süvari Alaylari), yekîneyên osmanî yên nîvsiwarî, di forma heng (artêş)an de hatibûn avakirin bû.

Dîrok[biguherîne]

Piştî qetlîama Nastûriyan mîrektiyên kurdan ji ber siyaseta nû ya Osmaniyan hêdî hêdî ji holê radibûn. Sultan Ebdulmecîd li sala 1840an de Qanûna Axê derxist. Her axa ku li Osmaniyan de li ser navê kesan dihate tomar kirin û kaxezek bi navê tapû dihate dayîn. Mîrektî ji holê rabû. Piştî jiholêrabûna mîrektiyan valahiyeke siyasî û leşkerî li deverê peyda bû. Hêza serokeşîran li deverê zêde dibû û her serokeşîr bi serê xwe kar dikirin. Ev jî dibû sedema xerabûna rewşa Kurdistanê. Wî wextî li Rûsyayê Hêza Qazaxan hebû. Jixwe gelek wext neçû li sala 1891ê Sultanê Osmaniyan bi Alayên Hemîdiye grûbeke çekdarî ji eşîrên kurd ava kir û gelek endamên eşîran bûn çekdarên vê hêzê. Osmaniyan gelek hem meeş dida van hem jî ji bacê miaf digirt. Ji ber wê hêdî hêdî hejmara wan zêde bû. Li sala 1892yê de 40, 1893yê de 56, 1899yê de jî 63 lîwa hatin ava kirin[1]. Di dema komkûjiya yekem ya li dijî Ermeniyan Lîwaya Hemîdiyê gelek kuştin kiribûn.

Ev serokeşîrên ku lîwa di bin Hemidiyê da ava dikirin wextek diçû ji bo Osmaniyan bûne xeterek mezin. Du kes hebûn ku ji bo dewletê bibûn xeter; Mistefa Paşayê Mîranî û Îbrahîm Paşayê Mîranî. Li sala 1908ê Jontirkan şoreşek pêkanî. Lê van paşayan ev yek qebûl nekir û li dijî Jontirkan serîhildan lê sernekeftin. Jontirkan ev hêz belav kir lê pîçek wext çû, Jontirkan zanî ku ji bo parastina Rojhilatê Anatolyayê ev hêzên han hewce bûn. Ji ber wê hêzên wek Lîwaya Hemîdiye dîsa saz kirin. Navê wê Lîwayên Eşîran bû. Di gelek şeran de alîkariya Jontirkan kirin.

Sedemên Avakirinê[biguherîne]

  • Bi dûçûna konsolosekê İngilîz yê li herêmê armanca Sulltan ew bû ku eşîrên kurdan parçe bike û birêve bibe [2].
  • Bi dûçûna ajanekê İngilîzî jî; Sultan dixwast ji xwîndariya eşîran sûd werbigire û bi vî şeklî nehêle eşîrên kurd li dijî rêvebirina Osmaniyan bibin yek[3].

Serokeşîrên Hemîdiye[biguherîne]

Keyê osmaniyan Evdilhemîd û hengên wî[biguherîne]

Sildan Evdilhemîd ê keyserê osmanî, bi navê Hamidiye Hafif Süvari Alaylari- Hengên nîvsiwarî yên Hemîdiyeyê di sala 1891'ê de 36 hengan dadimezirîne.

Wekî tîm û cerdevanên îro, arteşeke taybetî, ji hin beg, axa û serokên êlên kurd damezirandibû. Pirraniya eşîrên kurdan daxwaza tevlîbûna van alayan napejirînin. Hejmara alayan di ala 1895'an de 57 û paşê jî digihîje 64'î.

Armanca Evdilhemîd ew bû ku tixûbên osmanî û keyaniya Îran bi destê kurdan biparêze, xwe ji êrîşên Îranê dûr bixîne û bi van dayînan devê kurdan girê bide, dawî li serhildanên kurdan bîne. Piştî ji text daxistina Evdilhemîd, Hengên Hemîdiyeyê tên belavkirin di sala 1908'an de. Keyserê nû Mehmûd Şewket Paşa bi navê Aşiret Alayları (hengên êlan) hin alayan dîsa birêxistin dike, lê hejmara wan tenê sê alay in.

Bi destpêkirina Şerê cîhanê yê yekem van alayên ku Mehmûd Şevket Paşa]] damezrandîbûn bi artêşa sêyem a osmaniyan ve tê girêdan û li dijî rûsan şer dikin. Osmanî di şerê cîhanê yê yekem de têk diçe lê ji ber ku li Rûsyayê şoreşa bolşevîkan dibe, ûris ji Bakurê Kurdistanê vedikişin.

Bi pirranî Mezopotamya û Anatoliya ji aliyê serkeftên şerê cîhanê yê yekem ve tên dagirkirin. Daxwazên kurdan, ermenîyan, Pontûsan, Grekan hwd zêde dibin. Osmanî ji kerba têkçûne dest bi komkujî, nîjadkujî û tevkujîyan dike.

Komkujiya ermeniyan[biguherîne]

Tirk di sala 1914 -1915'an de rûreşiyeke mezin a di dîroka mirovahiyê de pêk tînin. Komkujiya ermeniyan dikin. Bi qasî 1,5 mîlyon hay (ermenî) qirdikin, dest didin ser dewlemendiyê wan. Hinek eşîrên kurd jî bi saya serokên xwe tevlî tevlîkujiyê dibin.

Gotina hin dîroknasên tirk a Hengên Hemîdiyeyê bi tevayî tevlî tevkujiya filehan bûn û alîkariya me kirin, ne rast e. Lewra di sala 1908'an de Hengên Hemîdiyeyê hatin belavkirin. Dîsa ew yekîneyên ku Mehmûd Şewket Paşa damezrandîbûn jî bi têkçûyîna osmaniyan û dagirkirina serkeftiyên şerê cîhanê yê yekem, bi serê xwe ve mabûn. Tirk dixwazin vê rûreşiya xwe bikin para kurdan jî.

Tê zanîn ku di heman demê de bi sed hezaran kurdên êzîdî, asûrî, yewanên Pontûsê hatine qirrkirin û koçberkirin. Pirraniya kurdên li Sovyeta berê ji ber tevkujiya dûgela Tirk reviyane ji Bakurê Kurdistanê çûne. Dîsa dinya dizane hin eşîrên kurdan di nîjadkujiyê de alîkarî dane filehan. Serhildana Dêrsimê de, Seyîd Riza 30.000 ermenî ji ber terteleyê parastiye.

Çavkanî[biguherîne]

  1. Ağa,Şeyh,Devlet-Martin Van Bruinessen, r:286
  2. Ağa,Şeyh,Devlet-Martin Van Bruinessen, r:287
  3. Ağa,Şeyh,Devlet-Martin Van Bruinessen, r:287