Têkiliyên kurd û tirkan
Têkiliyên kurd û tirkan bingeha xwe ji salên destpêka piştî zayînê li salên 1000ê werdigire. Wek tê zanîn, di wextê Ebasiyan de tirkên asyaya navîn ji bo pare dibûn leşkerên artêşa misilmanan. Lê ev yek wisa nema û bû sedema koçberiya bi hezaran tirkan. Piştî koçberiya tirkan hemû qedera Rojhilata Navîn jî hatr guhrrandin. Gelek bajêr hatin wêrankirin, çandên gelên herêmê hatin binpê kirin, demografîya herêmê hate guherandin. Wek hemû gelên rojhilata navîn, kurdan jî para xwe ji vê zilm û zordariyê wergirt. Li sala 1051ê tirkên selcukî, li sala 1131 tirkên mongol, li sala 1402yê jî Tîmûrê Lenger êrîş anîn ser Kurdistanê[1]. Di encama van êrîşan de zerer û ziyanek öezin jî bû para kurdan. Heta niha jî em tesîrên van êrîşan dibînin ku hêj jî li gelek bajaran kurd, nifûsek mezin ya tirkan heye.
Koça tirkan ya mezin bû sedema guherîna demografiya Kurdistanê, Îranê û Anatolyayê. Li Anatolyayê gelên qedîm hemû ji ber tirkan revîn. Kurdan xwe asê kir ku tirkan nekarî kurdan ji herêmê derbixin. Li sala 1185ê şerên mezin di nav eşîrên kurd û tirkmenan de destpê kir [2]. Jixwe bi dûçûna Vladîmîr Mînorskî piştî van şeran kurdên herêma Sûrî û Kîlîkya ji layê tirkan ji van herêman hatin derxistin [3]
Serdema Osmaniyan
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Têkiliya kurd û tirkên osmaniyan di dewrana şerên osmaniyan û sefewiyan de germ bû. Her du aliyan dixwast eşîrên kurdan bikêşin aliyê xwe û bi van eşîran şerê dewleta din bikin. Di destpêka sedsala 16ê de Siltanê Osmaniyan Selîm û nêzî 20 mîrên kurd li ser hindek xalan lihev hatin. Ev lihevhatine di dîroka têkiliyên kurd û tirkan de xwedî ciheke taybet e ku piştî vê lihevahatinê ev herdu gel di gelek şeran de alîkariya hev dikir. Lihevhatina van herdu aliyan bi navbeynkariya Îdrîsê Bidlîsî hate pêkanîn. Vê lihevhatinê Kurdistan kir meydana şerê osmaniyan û sefewiyan. Ehmedê Xanî di pirtûka xwe ya bi navê Mem û Zîn de li ser bêxwedîbûna kurdan disekine û wî wextî miletê kurd di nav şerên osmanî û safewiyan de dinalîn.
Serdema Tirkiyeyê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Di Pirsa Mûsilê de gelek gengeşe di navbera tirk û brîtanî de çêbûn di derbareyî parêzgeha Mûsilê de. Li ser nahiyeyên Şêxan, Aşari Şeba û Mûsilê de gengeşeyek derket ku tirkan digot nahiyeya Şêxan û Aşarî Şeba ji 146 gundan pêk tê û hemû tirk in, her wisa nahiyeya Mûsilê jî ji 76 gundan pêk tê ku pirraniya wan jî tirk in. Li ser vê Brîtanî got ku li Şêxanê 23 gundên Êzidî, 11 gundên ereban, 6 gundên ereb û êzidî tevlîhev, 2 jî gundên kurdan e. Bi giştî 42 gund hene. Li Aşarî Şeba jî 73 gund hene ku pirraniya wan kurd in. Li nahiyeya Mûsilê jî 29 gund hene ku 10 gundên ereban, 8 ereb û tirkmen tevlîhev, 4 ereb û şebek, 7 jî metruk in. [4]
Piştî Peymana Montroyê di navbera tirkan û rûsan de li sala 1936ê, li sala 1937ê gelek rewşenbîrên kurd Erebê Şemo jî di nav de li Sovyetan tên girtin. Dibistanên kurdî û Riya Teze tê girtin [5]
Li sala 1983yê li Awistralyayê, ji bo heftiyê seet û nîv weşana kurdî destpê kir. Ev weşan di navbera Tirkiyeyê û Awistralyayê de bû sedema krîzeke dîplomatîk ku tirkan nedixwest weşanên kurdî bê kirin [6]
Li salên 1990an de Celal Telebanî gazindeyên xwe dike li ser hinek helwestên dewleta Tirkiyeyê û vedibêje; Li wan demên borî de kulûbeke şevê bi navê Kurdistan hatibû vekirin li Pragê. Piştî vebûna vê derê, balyozê Tirkiyeyê diçe wezareta derve ya Çekyayê bi daxwaza guherandina navê vê derê û protesto dike. Li Îranê bi navê Kurdistanê parêzgehek heye, cadeyek heye bi navê Kurdistanê li Tahranê. Lê tenê Tirkiye netehumiliya navê Kurdistanê dike [7]
Têkildar
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ İmparatorluk, Sınır ve Aşiret, Nejat Abdulla, Weşanên Avesta, 2010, r:65
- ^ Kürdistan Tarihi, M.S. Lazarev-Ş.X. Mıhoyan, Weşanên Avestayê, r:49
- ^ Kürdistan Tarihi, M.S. Lazarev-Ş.X. Mıhoyan, Weşanên Avestayê, r:38
- ^ Musul Meselesi, Petrol Fırtınası 2, Raif Karadağ, Weşanên Truvayê, 2020, r:113
- ^ Türki Korkunun Anatomisi Irak Kürdistanı ve Etkilerî, Zeynel Abidin Yaprak, Weşanên Doz 2005, r:21
- ^ Türki Korkunun Anatomisi Irak Kürdistanı ve Etkilerî, Zeynel Abidin Yaprak, Weşanên Doz 2005, r: 8
- ^ CIA Kürtleri: Kürt Devleti'nin Gizli Tarihi, Tuncay Özkan, r:208