Hormona aldosteron

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Aldostêron hat beralîkirin)
Sîstema anjiyotensîn-renîn

Hormona aldosteron an jî bi kurtî aldosteron (bi înglîzî: aldosterone) hormonek steroîdî ye[1], di beşa tûkila rijênê adrenal (rijênê ser gurçik) de tê berhemkirin.

Karê serekî yê aldosteronê hankirina gurçikan e ko sodyuma nav mîzê dubare were mijîn.[1] Aldosteron xaneyên lûleka badayî ya dûrî û yên coga berhevkirinê han dike bo dubaremîjîna sodyuma nav mîzê.[2] Di xwînê de kêmbûna rêjera sodyumê, kêmbûna qebareya xwînê, an jî pestoya xwînê, an jî di nav xwînê de zêdebûna asta potasyumê (K+) dibin kartêkir bo derdana aldosteronê.[3]

Heke ne ji aldosteronê ba, di gurçikan de gellek sodyuma xwînê tevlê mîzê dibû, di laş de kêmasiya sodyumê rû dida. Sodyum tîwaweya herî zêde ya şileya navbera xaneyan e.[4] Ji bo dabînkirina qebare û pestoya asayî ya xwînê, pêdivî bi sodyumê heye. Herwisa di demarexane û masûlkexaneyan de çêbûna erkê kar bi cih guhertina sodyumê rû dide.[1] Aldosteron rê li ber ziyana sodyumê ya bi xwêdan, lîk(tûk) û şileya herisê digire. Dubaremijîna sodyumê di xaneyê de pestoya osmozî zêde dike, bi vê awayê hê pirtir av di laş de dimîne, ev jî dibe sedema zêdebûna qebare û pestoya xwînê.[3]

Aldosteron ne tenê ji bo rêkxistina pestoya xwînê, av û sodyuma nav xwînê kar dike,herwisa aldosteron li ser kêmkirina rêjeya potasyuma nav xwînê jî bandor dike.[2]

Ji ber bandora aldosteronê ya li ser mîneralan, ev hormon, wekî hormonek sereke ji koma mîneralokartîkoîdan tê hesîbandin.[3]

Gava di laş de xestiya potasyumê (K+) pir zêde dibe, demareragihandinên tên şandin bi têra xwe bandordar nabin û hêza girjbûna masûlkeyan lawaz dibe. Ahenga dillêdanê xira dibe û dibe ko westana dil (bi înglîzî:cardiac arrest) rû bide. Potasyuma zêde ji şileya dervayê xaneyan ber bi lûlekên gurçikê ve tê derdan û di nav mîzê de ji laş tê deravêtin.[4]

Aldosteron ji bo deravêtina potasyumê kar dike, her ko di nav xwînê de hormona aldosteron zêde dibe gurçik hê pirtir potasyumê di nav mîzê de ji laş dûr dixe. Ango di laş de zêdebûna potasyumê dibe sedema derdana aldosteronê.[5]

Sîstema renîn-anjiyotensîn-aldosteron (renin–angiotensin-aldosterone system (RAS))[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Pêwendiya navbera gurçikan, anjiyotensîn II û hormona aldosteron a ji bo rêkxistina qebare û pestoya xwînê wekî “sîstema renîn-anjiyotensîn-aldosteron “ tê navkirin.[6]

Kontrola berhemanîn û derdana hormona aldosteron bi sîstema anjiyotensîn-renîn pêk tê. Li gor vê sîstemê, daketina pestoya xwînê û hormona anjiyotensîn II ji bo derdana aldosteron dibe kartêkir. Gava asta pestoya xwînê dadikeve, di gurçikan de komek xaneyên bi navê “dezgeha kêleka glomerulê” (bi latînî: juxtaglomerular apparatus) enzîma renîn berhem dikin û der didin. (Ji ber ko hin taybetmendiyên renînê dişibe hormonan, hin taybetiyên wê jî dişibe enzîman, renîn di hin çavkaniyan de wekî hormonek gurçikê, hin çavkaniyan de jî wekî enzîmek gurçikê tê navkirin) Dezgeha kêleka glomerulê, her wekî ji navê wê jî diyar e, di nêzikê glomerulê, di beşa navbera lûleka badayî ya dûrî û mûlûleya hatî û derketî ve cih digire. Di kezebê de proteîna bi navê anjiyotensînojen (bi latînî: angiotensinogen) tê berhemkirin. Kezeb, anjiyotensînojenê der dide nav xwînê. Renîn, anjiyotensînojena nav plazmayê hildiweşîne bo polîpeptîdên anjiyotensîn I (angiotensin I) ê. Anjiyotensîn I ji 10 asîdên amînî pêk tên.[7] Ji pişikan enzîma guhertina anjiyotensîn I tê derdan (bi înglîzî: angiotension-converting enzyme(ACE)) bi bandora vê enzîmê, ji anjiyotensîn I ê du asîdên amînî tên qetandin û anjiyotensîn II çêdibe.[6] Anjiyotensîn II ji 8 asîdên amînî pêk tê û hormonek peptîdî ye.[4]

Bi bandora anjiyotensîn II ji tûkila rijenê adrenalê hormona aldosteron tê berhemkirin û derdan. Herwisa anjiyotensîn II hîpofîza paş han dike bo derdana hormona dijemîztîn û peydabûna hestê tîbûnê. Tengkirina lûleyên xwînê û bi vê awayê bilindkirina pestoya xwînê jî erkê anjiyotensîn II e.[7]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ a b c Losos, J., Mason, K., Johnson,G., Raven, P., & Singer, S. (2016). Biology (11th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.
  2. ^ a b Sembulingam, K., and Prema Sembulingam. Essentials of Medical Physiology. 6th ed., Jaypee Brothers Medical Publishers, 2012.
  3. ^ a b c Rye, C., Wise, R., Jurukovski, V., Desaix, J., Choi, J., & Avissar, Y. (2017).Biology. Houston, Texas : OpenStax College, Rice University,
  4. ^ a b c Solomon, E., Martin, C., Martin, D., & Berg, L. (2015).Biology. Stamford: Cengage Learning.
  5. ^ Waugh, A., Grant, A., Chambers, G., Ross, J., & Wilson, K. (2014).Ross and Wilson anatomy and physiology in health and illness (12th ed.). Edinburg: Elsevier.
  6. ^ a b Fox, Stuart Ira.Human Physiology. McGraw-Hill Education, 2016.
  7. ^ a b Britannica, The Editors of Encyclopaedia. "renin-angiotensin system".Encyclopedia Britannica, 14 Aug. 2017, [1]. Accessed 27 May 2022.