Hormona dijemîztin

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Hormona dijemîztin an ji vazopresîn (bi înglîzî: antidiuretic hormone (ADH) - vasopressin) hormonek firepeptîdî (polîpeptîdî) ye. Li hîpotalamusê tê berhemkirin û ji bo hîpofîza paş tê şandin. Derdana hormona dijemîztin ji aliyê hîpofîza paş ve tê kirin.[1]

Di zimanê înglîzî deji bo tiştên dibin sedema tengbûna lûleyên xwînê û zêdebûna pestoya xwînê peyva “ vasopressor “ tê bikaranîn. Heke xestiya hormona dijemîztin di xwînê de pir zêde bibe, ev rewş dibe sedema qurmiçîna lûleyên xwînê. Lûleyên xwînê teng dibin pestoya xwînê berz dibe, loma hormona dijemîztin wekî vazopresîn (vasopressin) jî tê navkirin.[2]

Hormona dijemîztin ji 9 asîdên amînî pêk tê. Temenê nîvbûnê (bi înglîzî: half-life) ya hormona dijemîztin 18 heta 20 xulek e.[3] Hormona dijemîztin di demarexaneyên nav hîpotalamusê de tê çêkirin, bi tewereyan ber bi hîpofîza paş ve tê guhaztin û li wir tê embarkirin. Bi hankirina hîpotalamusê, hormona dijemîztin a embarkirî ji rijênê hîpofîz tê derdan.[4] Du kartêkir dibin sedema zêdebûna derdana hormona dijemîztin. A yekem zêdebûna xestiya osmozî ya şileya derveyê xaneyan (plazmaya xwînê û şileya navbera xaneyan) e. A duyem jî kêmbûna qebare û pestoya xwînê ye.[5]

Karê serekî yê hormona dijemîztin, kêmkirina deravêtina mîzê û tengkirina mûlûleyên xwînê ye.[3]

Karê hormona dijemîztin bo rêkxistina hevsengiya ava laş[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ji bo berdewamiya jiyanê dabînkirina hevsengiya ava laş girîng e. Xestiya ava laşê mirov ji aliyê osmozewergirin (bi înglîzî: osmoreceptors) li hîpotalamusê ve tê çavderîkirin. Osmozewergir di nav plazmaya xwînê û şileya navbera xaneyan de çavderiya xwê, iyon û madeyên tîwawe dike.[2] Heke ji ber xwêdandanê an jî ji ber kêm vexwarina avê di laş de kêmasiya av peyda bibe, di xwînê de xestiya iyon û madeyên tîwawe zêde dibe. Ev rewş osmozewergiran han dike, demareragihadinên ji osmozewergiran ber bi hîpotlamusê ve tên şandin.[2] Demarexaneyên derdanî yên hîpotalamusê hormona dijemîztin berhem dikin û der didin nav hîpofîza paş. Hormona dijemîztn ji hîpofîza paş tê derdan û tevlê xwînê dibe.

Hormona dijemîztin delînbariya (bi înglîzî: permeability) lûleka badayî ya dûrî û cogên berhevkirinê zêde dike. Bi vî awayê ji şijûyê hê pirtir av dubare tê mijandin.[6]Hormona dijemîztin di gurçikan de bandor li ser lûlekên badayî yên dûrî û cogên berhevkirinê dike.[7] Xaneyên cogên berhevkirinê wergirên hormona dijemîztin lixwe digirin. Wergir bi kîsikan ve girêdayî ne, kîsik jî cogên avê (bi latînî: aquaporins) lixwe digirin. Cogên avê ji proteînên parzûna xaneyê pêk tên.[3]Di xaneyên cogên berhevkirinê de, cogên avê hertim vekirî nin in. Ji bo vekirîmayina cogên avê, divê di gurçikan de bi têra xwe hormona dijemîztin hebe.[8] Dema xaneyên cogên berhevkirinê ji aliyê hormona dijemîztin ve tên han kirin, cogên avê li beşa parzûna xaneyê ya ko bi mîzê re rûbirû ye ve girê dibe. Bi vî awayê ava nav mîzê ji cogên avê derbasî nav xaneyên coga berhevkirinê dibe. Ava di xaneyên coga berhevkirinê tevlê xwînê dibe û di laş de dimîne. Bi çalakiya cogên avê, qebareya mîzê kêm dibe û xestiya sodyum, klor û madeyên din ên nav mîzê zêde dibe. Ango mîza xest (tîr) peyda dibe.[9]

Bi kurtasî rêkxistina hevsengiya avê di laş de. Wekî gavên li jêr rû dide

Heke ava plazmayê ji asta asayî kêmtir be;[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

1. Ava laş bi xwêdandanê ji çermê mirov, û bi henasedanê jî wekî hilm ji dev û difin laşê mirov diterikîne. Heke ji dewsa ava çûyî, mirov bi têra xwe av venexwe xestiya osmozî û pestoya osmozî ya plazmaya xwînê zêde dibe. Herwisa gava mirov xurekên şor an jî şirîn dixwe dîsa xestiya osmozî ya xwînê zêde dibe. Mînak, heke mirov penêrê şor biwxe, îyonên xwêya penêr tevlê xwînê dibin û pestoya osmozî ya plazmaya xwînê zêde dikin.

2. Zêdebûna xestiya osmozî osmozewergirên li hîpotalamusê han dike.

3. Du encamên hankirina osmozewrgirên hîpotalamusê heye. A yekem hestê tîbûnê peyda dibe û zorê dide mirov bo vexwarina avê. A duyem jî ji rijêne hîpofîza paş, hormona dijemîztin tê derdan.

4. Hormona dijemîztin ji hîpofîzê tê derdan û tevlê xwînê dibe, bi herrika xwînê digihîje gurçikan. Di gurçikan de bi bandora hormona dijemîztin, delînbariya lûlekên badayî yên dûrî û cogên berhevkirinê zêde dibe.

5. Zêdebûna delînbariyê, di lûlekên badayî yên dûrî û cogên berhevkirinê de dubaremijîna avê zêde dike. Bi vî awayê xestiya osmozî ya mîzê zêde dibe, qebareya mîzê kêm dibe.

6. Bi zêdebûna dubaremijînê, hê pirtir av ji mîzê cihê dibe û vedigere nav şileya laş. Herwisa ji ber hestê tîbûnê vexwarina avê jî zêde dibe. Dawiya dawî xestiya osmozî ya plazmaya xwînê dadikeve asta xwe ya asayî.[5]

Heke ava plazmayê ji asta asayî zêdetir be;[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Heke mirov bi qebareyek zêde av an jî şilemenî vebixwe, îcar bûyerên li jor hatine rêzkirin bi awayekî berevajî rû didin.

1.Ava hatiye vexwarin di tevahiya laş de belavê nav şileya laş dibe. Ji ber ko mêjera madeyên tîwawe yên nav şileya laş naguhere, ava lê hatiye zêdekirin, xestiya osmoziya şileya laş kêm dike.

2. Kêmbûna xestiya osmozî di heman demê de dibe sedema kêmbûna pestoya osmozî. Pestoya nizim rê li ber çalakiya osmozewergirên li hîpotalamusê digire.

3. Du encamên rêgirtina çalakiya ozmozewergiran çêdibe. A yekem hestê tîbûnê kêm dibe û loma mirov dil nake ko av vebixwe. A duyem jî, rê li ber derdana hormona dijemîztin tê girtin.

4. Gava ji hîpofîza paş derdana hormona dijemîztin tê kêmkirin, demek şûnve di nav xwînê û herwisa di nav gurçikan de asta hormona dijemîztin dadikeve. Bi vê awayê delînbariya avê ya lûlekên badayî yên dûrî û cogên berhevkirinê tê kêmkirin.

5. Bi kêmbûna delînbariyê, di lûlekên badayî yên dûrî û cogên berhevkirinê de dubaremijîna avê kêm dibe. Av di nav mîzê de dimîne. Loma xestiya osmoziya mîzê kêm dibe lê qebareya wê zêde dibe.

6. Ji ber ko kêmtir av dubare tê mijîn, kêmtir av tevlê xwînê dibe. Herwisa di heman demê de hestê tîbûnê jî li mirov peyda nabe, loma mirov av jî venaxwe. Bi vî awayê xestiya osmozî û pestoya osmozî ya şileya laş ber bi xala asayî zêde dibe.[5]

Çalakiya koendama demarê bo derdana hormona dijemîztin.[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di hîpotalamus û gurçikan de de demarexaneyên taybet ên bi navê osmozewergir heye. Guherînên xestiya osmozî (bi înglîzî: osmotic concentration-osmolality) ya plazmaya xwînê û şileya navbera xaneyan, ji bo osomozewergiran kartêkir (bi înglîzî: stimulant) e. Osmozewergir bersîva guherîna xestiya plazmaya xwînê dide û kar dike ji bo rekxistina rêjeya ava nav xwînê. Osmozewergir bi demarexaneyên çêkerê hormona dijemîztin vê di nav têkilîyêde ne. Hestê tîbûnê ji ber çalakiya osmozewergiran peyda dibe. Di hîpotalamusê û di gurçikan de bi hejmarek zêde osmozewergir heye.

Osmozowergirên li hîpotalamusê, zêdebûna pestoya osmozî ya plazmayê hest dikin û derdana hormona dijemîztin han didin.[4] Zêdebûna pestoya osmozî (ji ber xestiya osmozî) di demarexaneyên çêkerê hormona dijemîztin de erkê kar dide destpêkirin. Li beşa tewerekotahiyê de, li ser parzûna xaneya demarexaneyê de cogên kalsiyumê (Ca2+) yên jêrdestê voltajê (bi înglîzî: voltage-gated Ca2+ channels) heye. Erkê kar di kotahiya tewereya demarexaneyê de cogên kalsiyumê dide vekirin. Her ko kalsiyum ji şileya navbera xaneyan, ber bi nav demarexaneyên çêkerê hormona dijemîztin ve diherike, ji demarexaneyan, hormona dijemîztin tê derdan. Hormona dijemîztin bi verişînê (bi latînî: exocytosis) ji demarexaneyên çêker tê derdan.[4] Derdana hormona dijemîztin bi çerxa paşragihandina neyînî (bi înglîzî: negative feedback loop) tê çavderîkirin.[10] Her ko xestiya osmozî ya xwînê kêm dibe osmozewergirên hîpotalamusê guherînê hest dikin û bi qasê kêmbûna xestiya ozmozî, derdana hormona dijemîztinê didin kêmkirin.[2]

Bandora hormona dijemîztin li ser qurmiçîn û tengkirina lûleyên xwînê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ji nişka ve kêmbûna qebareya xwînê jî hormona dijemîztin dide derdan. Wekî mînak, dibe ko dema birîndarbûne de xwînberbûnek xeter rû bide û gellek xwîn ji laş derkeve. Di rewşek wisa de qebareya xwîna laş kêm dibe. Kêmbûna qebaraya xwînê dibe sedema kêmbûna pestoya xwînê. Guherînên pestoya xwînê ji aliyê pestanewergiran (bi înglîzî: baroreceptors) ve tê hestkirin. Pestanewergir li şahxwînberên stûyê mirov û li guhikeya çepê ya dil de cih digirin. Pestanewergir agahiya kêmbûna pestoya xwînê bi demareragihandinan dişînin hipotalamusê, li hîpotalamusê demarexaneyên derdanî ango demarexaneyên çêkerê hormona dijemîztin, dest bi berhemkirin û derdana hormona dijemîztin dikin. Hormona dijemîztin rê li ber deravêtina avê digire ko qebareya xwînê hê pirtir kêm nebe. Bi vê awayê qebare û pestoya xwînê ber bi xala asayî tê guhertin. Gava pestoya xwînê zêde dibe, îcar demarexaneyên derdanî rê li ber derdana hormona dijemîztin digirin, di cogên berhevkirinê de dubaremijîna ava nav mîzê rû nade. Ango deravêtina avê zêde dibe ko pestoya xwînê kêm bibe bo asta asayî.ref name="ANCYCLOPÆDIA BRITANNICA.."/>

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Campbell, N. A., & Reece, J. B. (2008). Biology (8th ed.). San Francisco, CA: Benjamin-Cummings Publishing Company.
  2. ^ a b c d Betts, J., Desaix, P., Johnson, E., Johnson, J., Korol, O., & Kruse, D. et al. (2017). Anatomy & physiology. Houston, Texas: OpenStax College, Rice University,
  3. ^ a b c Sembulingam, K., and Prema Sembulingam. Essentials of Medical Physiology. 6th ed., Jaypee Brothers Medical Publishers, 2012.
  4. ^ a b c Fox, Stuart Ira.Human Physiology. McGraw-Hill Education, 2016.
  5. ^ a b c Costanzo, Linda S. Physiology. Sixth edition, Elsevier, 2018.
  6. ^ Waugh, A., Grant, A., Chambers, G., Ross, J., & Wilson, K. (2014).Ross and Wilson anatomy and physiology in health and illness (12th ed.). Edinburg: Elsevier.
  7. ^ Ireland, K. A. (2010). Visualizing Human Biology (3rd ed.). Hoboken, NJ: John Wiley & Sons.
  8. ^ Mader, S., & Windelspecht, M. (2017). Human Biology (15th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.
  9. ^ Utiger, Robert D.. "vasopressin". Encyclopedia Britannica, 15 Oct. 2015, [1]. Accessed 21 May 2022.
  10. ^ Cullen, K. E. (2009).Encyclopedia of Life Science. Newyork: Facts On File, Inc