Here naverokê

Amedspor

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Amedspor

Logoya Amedsporê
Agahiyên gelemperî
Navê tev Falîyetên Sportîf ya Amedê
Sala damezirandinê 1972
Reng  Sor  Kesk  Spî 
Yarîgeh (stadyum) Yarîgeha Amedê
Amed
(33.000 temaşevan)
Serok Burç Baysal
Rahêner Ahmet Yıldırım
Malper amedspor.com.tr
Mayo
Mal
Mêvan

Amed SFK an Amedspor yaneyeke sporê ye ku navenda yaneyê li bajarê Ameda Bakurê Kurdistanê ye. Yaneya Amedsporê ji dansala sala 2013-14an heya dansala sala 2024an di Lîga Duyem a TFFyê de lîstiye. Amedspor di sala 2024an dibe şampiyonê lîga duyem û bilindê Lîga Yekem a TFFyê bûye.

Dîroka yaneyê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Yane di sala 1972an de bi sponsoriya Turan Gazozları, bi rengê sor-spî, bi navê Melikahmet Turanspor hat avakirin û demeke dirêj di tîmên amator de tekoşîn kir. Di sala 1985an de Turan Gazozları sponsoriya xwe paşve kişand û navê tîmê ya nû bû Melikahmetspor. Di sala 1990an de şaredarî yaneyê kirî û navê yaneyê bû Diyabakır Belediyespor, rengê yaneyê jî bi rengên kesk-spî hat guhertin. Di sala 1993an de de bi statûya metropolê ya Amedê re, navê klûbê cara sêyem guherî û bû Diyarbakır Büyükşehir Belediyespor. Di sala 1996an de bi îlhama ku şaredarê bajarê mezin ê Partiya Refahê Ahmet Bilgin û serokê klûbê Necattin Yığıt Bayrak piştgirên Galatasarayê bûn, rengên yaneyê yên kesk-spî wek zer-sor hatin guhertin. Feridun Çelik ê Feridun Çelik ê ku di hilbijartinên 1999an de ji DEHAPê wekî şaredar hat hilbijartin, bi armanca ku ji DÎSKÎyê dahatê bike navê klûbê guhert û kir "Diyarbakır Büyükşehir Belediyesi DİSKİspor".[1]

Klûb heta havîna 2001ê di beşa sêyem a herî bilind a Tirkiyeyê de lîst.

Di sezona 2006-2007an de yane bi Aksaraysporê re di Lîga Sêyem de wekhev ma, du hefte beriya bidawîbûna lîgê bû şampiyon û derket Lîga Duyem. DÎSKÎspora ku bi salan piştî Diyarbakırspor duyemîn tîma mezin a Diyarbekirê bû, di dawiya sezona 2009-10an da daket Lîga Sêyem. Di encama kongreya ku di destpêka sezona 2010-11an de hat lidarxistin de navê klûbê wek Diyarbakır Büyükşehir Belediyespor hat guhertin.

Di demsala 2010-2011an de, yane di Lîga Sêyem de wekî çarem di play-offê de ma. Her çiqas di nîvfînalê de Sancaktepe Bldê tasfiye kir jî di maça fînalê de di tûra duyem de ji aliyê Denizli Bld ve hat tasfiyekirin û şansê xwe yê derbasbûna Lîga Duyem ji dest da.

Di demsala 2011-2012an de di Lîga Sêyem de wek sêyem derket play-offê, piştî ku di nîvfînalê ya play-offê de li hember Bayrampaşa têk çû û şansê çûyîna Lîga Duyem ji dest da.

Di dawiya sezona 2012-2013an de, Diyarbakır Büyükşehir Belediyespor di Lîga Sêyem a koma yekem de bû şampiyon û derket Lîga Duyem a TFFyê. Di kongreya ku di 19ê gulana 2013an de hat lidarxistin de, rengên zer û sor ên klûbê hatin guhertin û bûn rengên kesk-sor ku ew rengên yaneya dîrokî Diyarbakırsporê ne jî.[2] Bi rengên klûbê, divê navê klûbê wek Diyarbakır Amedspor an jî tenê Amedspor bihata guhertin. Endamên klûbê ji bo guhertina rengê klûbê deng dan, lê piraniyê li dijî guhertina navê biryar da.

Di sezona 2013-2014an de ji bo ku biçe Lîga Yekem, di Lîga Duyem de bi rêza pêncem derket pêşbirkê. Lêbelê, yane ji hêla Alanyasporê ve di çaryek fînala play-offê de hate tasfiyekirin û ev şansê ji dest da.

Di civîna giştî ya 28ê çiriya pêşîn a 2014an de piraniya dengan biryar da ku navê yaneyê bibe Amedspor. Piştî ku navê nû ji aliyê Yekitiya Futbolê ya Tirkiyê ve hat pejirandin, divê guhertina nav bi dawî bûba. Lêbelê, komeleyê serlêdana guhertina navê red kir, ji ber ku klûbek din jixwe di bin vî navî de qeydkirî hebû.[3]

Yaneyê ji bo ku navê xwe wek Amed Sportif Faaliyetler Kulübü, bi kurtasî Amed SK bê guhertin, serî li komeleya futbolê da. Komeleyê bersiv da ku ew ê di civîna lijneyê ya 12ê tebaxa 2015an de li ser vê tezkereyê nîqaş bikin.[4] Di wê civînê de, serîlêdan hate pejirandin, û klûb ji sezona 2015/16-ê ve bi navê nû dest bi beşdarbûna pêşbirkan kir.[5]

Amedspor di sezona 2015-2016an da derket çaryek fînala Kupaya Tirkiyeyê û di fînalê de ji Fenerbahçeyê hat tasfiyekirin.

Bertekên nijadperest li dijî Amedsporê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Lîstikên klûbê ji hêla dijberên xwe ve carinan bi zanebûn têne polîtîk kirin, lewma klûb çend caran bûye qurbaniya çalakiyên nîjadperest ji aliyê alîgirên dijber ve. Di dema maçên xwe yên li herêmên romî de slogan û sirûdên netewperest tên gotin û carna lîstikvan berî/di dema/piştî maçê de bi tiştan têne avêtin an jî êrişî wan tê kirin.

Provokasyonên li maça Bursasporê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Beriya maça Bursasporê ya ku di 5ê adara 2023an de hat lîstin, lîstikvanên Amedsporê rastî êrişê hatin. Hin alîgirên Bursasporê pankartên Mahmut Yıldırım ê bi kodnavê Yeşîl (bi tirkî "Kesk") vekirin, ajanê hov ê tirk yê ku berpirsyarê kuştinên nediyar e. Hin alîgirên din ên Bursasporê wêneyên otomobîla "Renault Toros" vekirin, ya ku sembola windakirinên bi zorê û kuştinên siyasî yên di salên 1990î de ye. Hin siyasetmedarên tirk û kurd van provokasyonan şermezar kirin. Partiya HDPê di daxuyaniya xwe de wiha got:

“Em êrîşên nîjadperest ên li Bursayê li dijî Amedsporê şermezar dikin. Atmosfera ku ruhên kujerên salên 1990î û bermayiyên JÎTEMê tê de, ne dê pêşiya Amedsporê negire û ne jî hêviya aştiyê bi dawî bike. Divê berpirsyar li ber hiqûqê bipirsin. Em ev bi mîlyonan in ku li dijî faşîzmê çok naynin.”[6]

Baroya Amedê di serlêdana sûc a der barê bûyerên maçê de, diyar kir ku sûcên ku gel bi kîn û dijminatiyê tehrîk kirine, bi qestî ewlekariya giştî xistine xeteriyê, û heqaret û îstîsmarkirina wezîfeyê hatiye kirin.[7]

  1. ^ "Melikahmetspor'dan Büyükşehir Belediyespor'a." www.haberyirmibir.com. 22 gulan 2013. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 23 kanûna pêşîn 2014. Roja gihiştinê 5 adar 2023.{{cite news}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  2. ^ "Rengê Amedsporê hate guhertin - Futbol - Ajansspor.com". web.archive.org. 29 çiriya pêşîn 2014. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 29 çiriya pêşîn 2014. Roja gihiştinê 5 adar 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  3. ^ "Diyarbakır Büyükşehir Belediyespor'un adı Amedspor oldu". CNN TÜRK (bi tirkî). Roja gihiştinê 5 adar 2023.
  4. ^ "Amed SK ismi için TFF kararı 12 Ağustosa kaldı 29 Temmuz 2015 Çarşamba 16:50". web.archive.org. 13 tebax 2015. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 13 tebax 2015. Roja gihiştinê 5 adar 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  5. ^ "Diyarbakır, Amed oldu". Milliyet (bi tirkî). Roja gihiştinê 5 adar 2023.
  6. ^ "HDP: 90'ların katilleri Amedspor'u engelleyemeyecek". haber.sol.org.tr. 5 adar 2023.
  7. ^ "Diyarbakır Barosu'ndan Amedsporlu futbolculara saldırıya suç duyurusu". haber.sol.org.tr. 5 adar 2023.

Girêdanên derve

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]