Here naverokê

Feridun Çelik

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Feridun Çelik
Şaredarê Diyarbekirê (d)
-
Ahmet Bilgin (d)
Jidayikbûn
Perwerde
Pîşe

Feridun Çelik (jdb. 1966, Pasûr, parêzgeha Diyarbekir, Bakurê Kurdistanê)[1] siyasetmedarekî kurd ku endama Partiya Demokrasiya Gel (HADEP) û Partiya Gel a Demokratîk (DEHAP) e û şaredariya ya berê ê Amedê.

Feridun Çelik di Zanîngeha Dîcleyê Fakulteya hiqûqî xwend û di sala 1987an de li wir mezûn bû. Di Partiya Kedê ya Gel (HEP) dest bi karê siyasî kir û di sala 1997an de ji bo HADEPê wek serokê partiyê yê parêzgeha Diyarbekirê hat hilbijartin.[1] Feridun Çelik jî parêzerê Abdullah Öcalan bû û piştî ku hate girtin û anîn Tirkiyeyê destûr nehat dayîn ku bi wî re hevdîtinê bike.[2] Wek serokê partiyê yê HADEPê, di sala 1999an de demeke kurt hat girtin.[3] Lê di heman salê de bi tenê 33 saliya xwe ji bo şaredariya Amedê hate hilbijartin.[1][4] Di dema şaredariya xwe de, ji bo bidawîanîna kêşeya kurdên bakur, piştgirî da fikra ku neteweyên cuda yên Tirkiyeyê bi hev re bi awayekî aştiyane bijîn.[5] Wî piştgirî da mafên kurdan[6] û hişt ku cejnên Newrozê piştî ku destûr ji Waliyê Diyarbekirê xwest, bi awayekî qanûnî werin lidarxistin.[7] Di Sibata 2000an de, piştî hevdîtina wan a bi siyasetmedarên ewropî re, ku li ser rewşa mafên kurdan li Tirkiyeyê gotûbêj kirin, ligel şaredarên Sêrt û Çewlîgê hat girtin. Ew bi hinceta ku xizmên PKKê li şaredariyên xwe bi kar tînin hatin sûcdarkirin. Piştî çend rojan bi şaredarên din re hat berdan.[8] Girtina wan bû sedema nerazîbûneke berfireh ji aliyê siyasetmedarên Yekîtiya Ewropayê û Konseya Ewropayê ve, ku serokwezîrê tirk Bülent Ecevit tawanbar kirin ku teşwîq girtina siyasetmedarên hilbijartî kiriye.[9] Di Adara 2003an de partiya HADEPê hat qedexekirin, bi sûcdariya ku piştgiriya Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) dike, û Çelik dûr ve tevlî DEHAPê bû.[10] Di sala 2004an de Çelik nedizanî ku ji bo bibe şaredarê Amedê dest bi namzedê bike yan na, wî dixwest bi piştgirîya PKKê û li dijî îradeya partiya xwe ku Osman Baydemir wek namzedê şaredariyê hilbijartibû, serbixwe bibe namzet. Piştî hin gengeşeyan dev ji namzediya xwe berda û Baydemir azad bû ku bibe namzet.[11] Pişt re jî di nava ekîba parêzerên Öcalan de cih girt.[12] Di 26ê Gulana 2017an de ji ber lêpirsîna xebatên wî yên di Kongreya Civaka Demokratîk de hatibû binçavkirin,[13] lê di 14ê hezîrana heman salê de bi şertê darizandinê hat berdan.[14]

  1. ^ a b c "Feridun Çelik kimdir? - Yeni Akit". www.yeniakit.com.tr (bi tirkî). Roja gihiştinê 8 çiriya pêşîn 2020.
  2. ^ "DFR - EGMR 46221/99 - Öcalan v. Turkey". www.servat.unibe.ch. Roja gihiştinê 8 çiriya pêşîn 2020.
  3. ^ "El jefe del brazo armado del PKK asegura que "la lucha continúa"". El Mundo. 18 sibat 1999. Roja gihiştinê 8 çiriya pêşîn 2020.
  4. ^ Güney, Aylin (2002). "The People's Democracy Party" (PDF). r. 128. Roja gihiştinê 9 çiriya pêşîn 2020.
  5. ^ Güney, Aylin (2002).p.130
  6. ^ "Turkey Outlaws Kurds' Main Party". Los Angeles Times (bi îngilîziya amerîkî). 14 adar 2003. Roja gihiştinê 10 nîsan 2020.
  7. ^ Arat, Yeşim; Pamuk, Şevket (5 îlon 2019). Turkey between Democracy and Authoritarianism (bi îngilîzî). Cambridge University Press. rr. 182–183. ISBN 978-0-521-19116-6.
  8. ^ "Kurdish Mayors Resume Posts". AP NEWS. Roja gihiştinê 10 nîsan 2020.
  9. ^ "RIGHTS-TURKEY: Kurdish Mayors Arrested". Inter Press Service. 24 sibat 2000. Roja gihiştinê 2 gulan 2021.
  10. ^ Refugees, United Nations High Commissioner for. "Refworld | Turkey: The situation and treatment of members, supporters and sympathizers of leftist parties, particularly the People's Democratic Party (HADEP) and Democratic People's Party (DEHAP) (January 2003 - September 2004)". Refworld (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 10 nîsan 2020.
  11. ^ Watts, Nicole F. (1 tîrmeh 2011). Activists in Office: Kurdish Politics and Protest in Turkey (bi îngilîzî). University of Washington Press. rr. 87–88. ISBN 978-0-295-80082-0.
  12. ^ Wikileaks. "Cablegate: Southeast Turkey Press Summary for May 05, 2005 | Scoop News". www.scoop.co.nz (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 8 çiriya pêşîn 2020.
  13. ^ Gazetesi, Evrensel. "Diyarbakır'da 3 siyasetçi tutuklandı". Evrensel.net (bi tirkî). Roja gihiştinê 8 çiriya pêşîn 2020.
  14. ^ "DTK soruşturmasından tutuklanan Feridun Çelik ve Mehmet Can Tekin tahliye edildi". Yolculuk Gazetesi (bi tirkî). 14 hezîran 2017. Roja gihiştinê 8 çiriya pêşîn 2020.[girêdan daimî miriye]