Ayetula Xumênî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Ruhulla Xumênî
Jidayikbûn1902
Mirin3ê hezîranê 1989
Tehran
EsilFars
Hevwelatî Îran
PîşeAyetula
DînÎslam (şiî)
biguhêreBelge

Rûhula Ahmed Hindi Musewî Xumênî (bi farisî: آیت الله روح الله احمد هندى موسوی خمینی‎, bi kurdî: Ayetula Xumênî; zayîn, 1902 li Xomênê; mirin 3ê hezîranê 1989 li Tehranê) ayetula û lîderekî dînî yê mezheba şiayan û siyasetmedar û pêşengê Şoreşa Îslamî ya Îranê bû. Wî bi pêşengiya xwe Muhemmed Reza Pehlevî ji Şahitiyê ger kir û Komara Îslamî ya Îranê saz kir. Ew ji şoreşê şunda heta 1989ê, mirina xwe li Meqema Rehberiyê (an jî Rehberî Înqilab) ma.

Jiyan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ew di sala 1902an de li Xomênê bi navê Rûhula Musewî hate dinê. Lê hatina wiyê dinê bi temamî neyê vebirî ye. Gorî hin çavkaniyan di sala 1900î de hatibû dinê. Navê xwe Rûhula tê maneyê "Ruhê Xwedê". Bavê wî Seyîd Mistefa Musewî, navê kalê wî Ehmed Musewî bû. Navê malbata wiya "Musewî" bo ku seyîd bûn ji îmamê heftemîn Mûsa'l-Kazim dihat. Malbata wî ji ku hatibû neyê vebirî ye. Kalê wî Ehmed Musewî gorî hin çavkaniyan bi aslî xwe ji Necefê, gorî hin çavkaniyan jî ji Hindistanê bû. Bavê wî Mistefa Musewî li Îsfehan, Necef û Samarayê li ser wwedêzanî û teologiya Îslamê şixulî bû.

Bavê wî bi Xayce Axa Xanimê re zewicî bû sê lawikên, yek ji wan Rûhula, û keçeka wan hatibûn dinê. Bavê Xumênî hîn ko pênc mehanî bû mir.

Xumênî di ciwanîtiya xwe de

Pê bavê dimire re Rûhula, apî xwe Sahebe mezin dike. Ew di 1918an de dihere Arakê, ko li ser Dadê perewerde be. Di 1922an de jî derbaza Qumê dibe û li wir jî perwerdiyê xwe dewam dike û li wir derceya muctehîdîyê digire.

Ew pê re li Qumê dest bi ders dana fiqihê dike. Ew heta 1963an dewama van dersên xwe dike, lê di hevşêwe salê de êdî eşkera dest bi dij derketina Şah Riza dike. Di 22ê adarê 1963an de, di salvegera mirina îmamê şeşem Caferê Sadiq de, li Qumê bi eşkera dia kiribû. Go, " Bo şoreşê, cîhad û reformê serxwe bin. Em naxwezina di bin destên gunekaran de bijîn. Ew daxwaza me ye ko, em pexember û îmamên wî teqîp bikin". Xumênî ji hêlê cendirmên Şah tê girtin. Ew di roja aşûreya 1963an, di 3ê hezîranê de Şah wek Tîranê demê me dide nasîn û di 5 hevşêwe mehê de tê hepskirin.

Xumênî heta 7ê nîsana 1964an di binçaviyê de û hepsa malê de ma. Pê axaftineke wî ya di 28ê çiriya pêşîn a 1964an re êdî sebra Şah nema û Xumênî di 4ê çiriya paşîn a 1964an de hate şandina Bursayê, li Tirkiyeyê sirgûnê.

Li Sirgûnê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ew pê hatina şandina bajarê Bursayê re ew di çiriya pêşîn 1965an de çû Îraqê. Ew siftê çû Bexdayê û pê re jî çû bajarê Şiyan mibarek Necefê. Wî li wir dewama xebatên xwe kir û di 1970an de pirtûka xweya bi navê Dewleta Îslamî weşand.

Di 1978an de li bajarê Qûmê det bi raperînên hembera Şah dest pê kirin. Ya di 9ê kanûna paşîn de nêzî 80 mirov hat kuştin. Ji pê vê bûyêrê re çil roj carekê, bo ko Şiyan çil rojan şîn dikir, raperîn hîn mezin dibûn. Ew raperînên ko çil rojan carekê mezin dibûn di 5ê îlona 1978an de gehişta bilindahiyê xweyê herî mezin. Ew roja wek Îniya Reş tê navkirin. Di Cejna Remezanê de li Îranê gişkê protestoyan destpêkir. Di 8ê îlonê de kargeriya pihêtkirî li bajarê Tehranê û 10 bajarên din hat danîn. Di hevşêwe rojê de, yê ko wek Îniya Reş tê nav kirin, sê-çar hezar mirov li Taranê hatin kuştin. Di 9ê îlonê 1978an de Xumênî bo raperîna hembera Şah ji ordiyê re bang kir, lê ordiyê gura wî nekir.

Xumênî di 6ê çiriya pêşîn 1978an de ji hêla Sedam Huseyn hat ji İraqê hat der xistin. Xumênî derbaza Kuweytê bû û di wir re jî derbaza Fransayê bû.

Pê ko Şah di 16ê kanûna paşîn 1979an de ji Îranê der ket re wî li Parîsê da zanÎn ko ewê nêzik vegere Îranê. Wê çaxê mihelafet û dijbêrên çep, wek tudeh, mileyan bo ger kirina Şah tev têkoşîn dikir. Mehdî Bezargan di 11ê şibatê 1979an de, pê bêaliya artêşê ewleyî kir re, xwe wek erkdarê dewletê da zanîn û ew ji hêla dijberên her fraksiyonan hat qebûl kirin.

Şoreşa Îslamî û kirinên Wi[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di 1ê şibatê 1979an de Xumênî ji Parîsê de hate Taranê. Ew bi mîlyonan kes li paytextê hat pejirandin.

Di 11ê şibatê 1979an de serokwezîrê Şah, îstîfa dike û Mehdî Bezargan derbaza şuna wî dibe. Du hefteyan ji pê wê re Partiya Komara Îslamî tê saz kirin. Ji pê referandûma di 30ê adarê 1979an re, Komara Îslamî ya Îranê tê saz kirin û Xumênî di 3ê kanûna pêşîn de tê Meqema Rehberiyê.

Pê dewrîma Îranê re gelek kes welata xwe terk kir. Heta xelasbûna1982an de 2,5 kes ji Îranê der ketibû. Xumênî xwe wek Weleyatî Feqîh dabû zanîn û mihelefata hembera xwe wek mihelefata Îslamê dabû zanîn. Wî di 7’ê îlonê 1979an de di axaftineka xwe de gotibû::”Raprînekê hembera Weleyatî Feqîh, raperîneka hembera Îslam e. Di sala 1980an de Xumênî Zanîngeh girtin. Partiyên ko bo şoreşê bi wî re bûbûn destekdar Partiya Demokratik a Kurdistana Îranê, Pêşengiya Netewî, Mucahîdên Xelk yek bi yek, bi dawî di 1983an de jî Partiya Tudeh bi fetvayên Xumênî hatin qedexe kirin. Yên wek Dr. Qasimlo ber şoreşê destek dabûn wî pê şoreşê li welatê hatin dûr xistin.

Xumênî bi hatina xweyê Meqama Enqilabê re Sedam wek dijminê Îslamê da zanîn. Ew axaftinên dîplomatîk pê re gav bi gav har bû bi dawî çerxa cengê bû. Di 4ê îlonê 1980an de Îranê êrîşa bajarên Îraqê kir û Şêra Kendavêyê Yekem dest pê kir. 17ê îlonê 1980an de Sedam Huseyn dazanîn ko peymana Cezayêrê ra bûye û serweriya li ser Şet el-Ereb xwest. 22ê îlonê 1980an de bombarana Îraqêyê li ser bajarên Taran, Tewrîz, Kermaşan, Ahwaz û Hemadanê dest pê kir. Di hewşêwe wextê de eskerên Îraqê jî bi nêzî 100.000 kes kete Îranê û şêra ko heta 1988an dewam bike dest pê kir.

Di dema Xumênî de ew kesên ne mislimanên wek Behayî dihatin teqîb kirin û binçav kirin. Pê îlan kirina şoreşê re gelek kes hatin îdam kirin. Ji wan piranî general û desthildarên şah bûn. Di 1988an de dema ko Selman Ruşdî pirtûka xweya bi navê Ayetên Şeytên weşand Xumênî di 14ê sibatê 1989an de fetwa kuştinê bo wî da.

Xumênî li hembera malbata Pehlawiyan re ji pêş de dijber bû. Wî Riza Şah wek gunekar didît û ew kirinên wî wek tevgerên hembera Îslam dida zanîn. Xumênî DYA jî wek Şeytanê Mezin dida zanîn.

Mirin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Xumênî di 3ê hezîranê 1989an de li Tehranê mir. Ji pê wî re Seyîd Elî Xameney hat anîna Rehberî Enqlabiyê.

Berhemên wî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Keşf el Esrar (Keşf kirina Suran), 1941/1942
  • Tewzîh el-Mesel (Çareserkirina Pirsgerekan)
  • Hukimetî Îslamî (Hukmeta ÎslamÎ) 1970/1971

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]