Bêrecûk

(Ji Bêrecûg hat beralîkirin)
Navçeya Bêrecûkê
Birecik
Navçe
Welat Bakurê Kurdistanê
Dûgel Tirkiye
Parêzgeh Riha (parêzgeh)
Serbajar Bêrecûk

Hejmara bajarokan 3 bajarok
Hejmara gundan 69 gund

Gelhe (2014) 92.355[1][2] kes
Rûerd 852 km2
Berbelavî 103,4 kes/km2
Bajarê navendî
Gelhe (2009) 47.034 kes
Koordînat 37°1′30″Bk 37°58′38″Rh / 37.02500°Bk 37.97722°Rh / 37.02500; 37.97722
Bilindayî 350 m
Koda postayê 63400
Koda telefonê (+90) 414
Bêrecûk li ser nexşeya Tirkiye nîşan dide
Bêrecûk
Bêrecûk
Bêrecûk (Tirkiye)
Dîmenek ji navçeya Bêrcûkê

Bêrecûk (1928: بیره‌جك[3] (Bîrecik), bi tirkî: Birecik; bi erebî: البيرا‎, lat. al-Bīrā; Classical Syriac: Birtha) û bi navê xwe yê herî kevn (bi yewnanî) Makedonopolîs), navçeyeke Rihayê li Bakurê Kurdistanê ye û nêzika sînora Sûriyê ye.

Erdnigarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Bêrecûk li kênara behra Ferêt radiweste û li ser rêya Dîlok û Rihayê ye. Bêrecûk xwediyê bendavekê ye jî. Navê wê Bendava Bêrecûkê ye. Ev bendav bajarê antîk ê bi navê Zeugma (Belkis) daqultand[4].

Taybetmendiyeke Bêrecûkê ev e ku bajar weke axa kêlhenekan tê nasîn. Di hemî dunê de kelhênek bi tenê li vir û li Sûriyê jiyaneke xwezayî/wehşî derbas dikin.[5]. Tê gotin ku kelhênek berê ji aliyê gel ve weke çûkeke pîroz dihat pejirandin û lewmane jî dihat parastin. Lê belê ji sedsala 20an ve heta îro kelhênek bi tunebûnê re rû bi rû maye.

Bendava Bêrecûkê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

 Gotara bingehîn: Bendava Bêrecûkê

Bendava Bêrecûkê ku perçeyeke projeya GAP'ê ye ji bajêr 9 km dûr e û di sala 1999'an de, gava lêkirina bendavê hatibû qedandin, bi bilindbûna ava çemê Ferêt bajarê kevnar ê romayî Zeugma daqultand. Çend mozaîkên ku hatin xelaskirin li Bêrecûkê, lê yên herî bi nav û deng jî li Dîlokê di Muzeya Mozaîkên Zeugmayê de peyda ne, wek mozaîka xwedayê çemê Acheloos.

Dîrok[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Kela bajêr ku weke 'Kela Spî' (bi erebî: Qal'at ul-Baydha, bi tirkî: Beyaz Kale) tê bi nav kirin û li rojhilata ava Ferêt li ser qotekê hatiye damezirandin ji aliyê kê ve hatiye avakirin naye zanîn. Piştî romayiyên ku ji sala 30 B. Z. heta 395 P. Z. li Birthayê hikm kirin, xaçperestan ev der ji sala 1098'an heta 1150'an xistin bin bandora xwe û li pey wan memlûkan ji 1277 heta 1484 li vir xwe bi cih kirin. Kela ku li herêmê weke keleke nayê fethkirin dihat nasîn çend caran ji ber erdhejê xesar dît. Li gorî çavkaniyeke dîrokî kel di sedsala 13'mîn de cara ewil li ser daxwaza az-Zahîr Ghazî, hikmdarê Helebê, hate restorekirin.

Bêrecûk bi mîrasa xwe ya zelal a mîmarî  endamê rêxistina norwêcî ya bi navê European Association of Historic Towns (EAHTR) e.

Welatê kelhênekan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

 Gotara bingehîn: Kêlhenek
Kêlhenek, sinbula Bêrecûkê

Heta demeke dirêj li Bêrecûkê populasyona herî dawî ya xwezayî ya kêlhenekan (Geronticus eremita) hebû. Ew bajar hê jî weke welatê kelhênekan tê nasîn. Mixabin jmara vê çûkê li ber tehlûkeya tunebûnê ye. Hêjayî gotinê ye ku di sala 2002'an de populasyoneke din a xwezayî li Sûriye hate dîtin. Îro neslê kelhênekê di bin parastinê de ye û ji bo ku jimara wan zêdetir bibe, li Bêrecûke navendeke hilberîn û mezinkirina kelhênekan hate damezirandin. Ev navend li dinyayê bêhempa ye.

Ev çûk di pirtûka pîroz a xirîstiyanan de wek çûkeke pîroz derbas dibe. Li gorî vê yekê, kelhênekekê piştî dawiya selava mezin ji keştiya pêxember Nuh re rê nîşan daye û wan ji çiyayê Araratê aniye ber kenarên çemê Feratê, li şûna ku pêxember Nuh bi malbata xwe re xwe bi cih kiriye. Lewra xirîstiyanên Birthayê kelhênekê weke ajaleke pîroz didîtin, ew diparastin û her sal carekê ew bi mihrîcanên bi coş pîroz dikirin.

Gelhenasî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di sala 2005an de hejmara Bêrecûk 46.238 bû. Bi piranî kurd tê de dijîn û gel bi piranî misilman in, lê heta destpêka Şerê Cihanê yê yekem ji sedî 20 a hejmarê xiristiyan (ermenî) bûn. Heta sala 1980an de gelek kurdên êzîdî tê de dijiyan û Bêrecûk weke navendeke êzîdên bakûr dihat nasîn[6].

Galerî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ http://www.nufusu.com/il/sanliurfa-nufusu
  2. ^ tuik, 2009
  3. ^ Son Teşkilat-ı Mülkiyede Köylerimizin Adları. İstanbul: Hilal Matbaası, T. C. Dahiliye Vekaleti Nüfus Müdiriyet-i Umumiyesi Neşriyatından. 1928.
  4. ^ Dartmouth Flood Observatory - Der Birecik-Damm, ji orîjînalê di 4 hezîran 2010 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 20 kanûna pêşîn 2009
  5. ^ Die Waldrapp-Kolonie am oberen Euphrat, Journal of Ornithology 2005, pdf 873 kb[Girêdan daimî miriye]
  6. ^ Gernot Wießner: „ … in das tötende Licht einer fremden Welt gewandert” In: Robin Schneider (Hrsg.): Die kurdischen Yezidi. Ein Volk auf dem Weg in den Untergang. Pogrom 110. Gesellschaft für Bedrohte Völker, Göttingen 1984. ISBN 3-922197-14-0; S. 31–46 Online als pdf

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]