Wêranşar, Riha
Navçeya Wêranşarê Viranşehir | |
![]() Wêranşar
| |
Navçe | |
Welat | Bakurê Kurdistanê |
---|---|
Dûgel | Tirkiye |
Parêzgeh | Riha |
Serbajar | Wêranşar |
Hejmara bajarokan | 2 bajarok |
Hejmara gundan | 115 gund |
Gelhe (2014) | 181.072[1] kes |
Rûerd | 1.843 km2 |
Berbelavî | 86.5 kes/km2 |
Bajarê navendî | |
Gelhe (2009) | 89.940 kes |
Koordînat | 37°13′57″Bk 39°45′57″Rh / 37.23250°Bk 39.76583°Rh |
Bilindayî | 560 m |
Koda postayê | 63700 |
Koda telefonê | (+90) 414 |
Nexşeya cihan Tirkiye
|
Wêranşar (bi tirkî: Viranşehir, bi yewnanî: Constantina an jî Constantia, Κωνσταντίνη, bi suryanî: Tella) yek ji navçeyên herî mezin ê Rihayê ye. Li Wêranşarê nêzîkî 200.000 kes dijîn. Dîroka Wêranşarê digihije berî zayinê 9000 salî.
Kwarin[biguherîne]
Wêranşar fêkiyek taybetî heye bi navê Şelengo
Bî navê sogılme xwarınek ji heye.Bı beğcana tê çekırın.
Çande[biguherîne]
Çanda Weranşare bi gelemperî li ser çanda Kurda ye.
Dîrok[biguherîne]
Navên Wêranşarê di dema Roma û Bîzansiyan de Antoniopolis û Konstantina bû.
Navê bajêr tê wateya "bajarê wêran/xirbe" (bi ìngilîziya kevin: mierran, bi zimanên îranî: Vîran) û bi rastî jî di dîroka xwe de cend caran hatiye hilweşandin.
Tê gotin ku tirbên pêxember Eyûb û Îlyas li gundê 'Eyyup Nebî' hatine dîtin.
Li gorî dîroknasê Bîzansê John Malalas, ev bajar di dema Emparatoriya Roman de ji aliyê Konstantîn I li nêzî bajarê kevn yê Maximianopolis hatiye lêkirin. Bajar ji aliyê êrîşa Farisan û erdhejeke giran hatiye hilweşandin.
Ji sala 363 heta 540'an ev bajar bûye ciheke giring yê dema Bîzantînê, bi taybetî jî di serên di nava Faris û Roman. Herwiha, Antoniopolis weke navenda Edessa jî hatiye bikaranîn. Keşîşê Edessayê Yakûb Baradaeus li vir jidayik bûye. Bajar di sala 639'an de ji aliyê Ereban ve tê feth kirin.
[biguherîne]
Wêranşar li parêzgeha Rihayê weke navenda pemûyê tê nasîn. Ji ber çandiyariya xwe ya pêşktî aboriya bajêr her ku diçe mezrir dibe û bûye mînakek bo hemû bajarên Kurdistanê.
Erdnîgarî[biguherîne]
Li rojhilatê Wêranşarê Qoser, li bakur-rojhilat Dêrik û Çiyayê Mazî, li başûr Serê Kaniyê, li Rojava Riha, li bakur-rojava Siwêreg û li bakur Çinar heye.
Bilindayiya ji rûyê avê 620 m ye. Dûrbûna wê ya ji Rihayê 92 km ye.
Wêranşar bajarekî di deştê de ye. Mirov dikare bêje ti çiya lê tuneye.Lî Weranşare bî navê Cûrcûp çemek heye.
[biguherîne]
Gundên Wêranşarê[biguherîne]
Ji bo gundên Wêranşarê binêre: Gundên Wêranşarê
Çavkanî[biguherîne]
- Dr Ebdulla Xefur (Abdulla Ghafur) (2000). "Kurdistan - Dabeşî kargêrî terrîtorî 1927-1997". Stockholm.
Girêdanên derve[biguherîne]