Kaniya Xezalan
Navçeya Kaniya Xezalan Akçakale | |
![]() Cihê Kaniya Xezalan di parêzgeha Rihayê de
| |
Navçe | |
Welat | Bakurê Kurdistanê |
---|---|
Dûgel | Tirkiye |
Parêzgeh | Riha (parêzgeh) |
Serbajar | Kaniya Xezalan |
Qeymeqam | Şefik Aygöl |
Hejmara nahiyan | 2 nahiye |
Hejmara bajarokan | 2 bajarok |
Hejmara gundan | 86 gund |
Gelhe (2008) | 82.093[1] kes |
Rûerd | 691 km2 |
Berbelavî | 118,8 kes/km2 |
Bajarê navendî | |
Gelhe (2008) | 24.890 kes |
Koordînat | 36°42′47″Bk 38°56′54″Rh / 36.71306°Bk 38.94833°Rh |
Bilindayî | 360 m |
Koda postayê | 63500 |
Koda telefonê | (+90) 414 |

Kaniya Xezalan an Girê Spî an jî Til Ebyad[çavkanî hewce ye] (bi tirkî: Akçakale) yek ji navçeyên Rihayê ye. Xwedî dîrokeke kevn e.
Erdnîgarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Rûber 1.248 km², bilindahî ji rûyê avê 385 m ye. 52 km ji Rihayê dûr e.
Li rojhilatê Ceylanpınar û Wêranşar, li rojavayê Pirsûs, li bakûrê Riha û Herran, li basûrê jî Sûriye hene. Ji navenda Rihayê 52 km dûr e. Li rojhilat û rojhilata xwe de ciya peyda bin jî, bi gelemperî xwediyê destekî mezin û duz e. Mezinahiya xwe ji rojhilatê heta rojavayê 85km, ji bakûrê heta basûrê 28 km ye.
Havînên xwe germ û hiskî, zivistanên xwe jî bizare derbas dibin.
Dîrok[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
900 salan berî Îsa Kaniya Xezalan di bin hekîmiyeta Împeratoriya Asûr bû û 600 salan berî Îsa kete bin destê Med û Împeratoriya Hexamenişî. Herêm 550 salan berî Îsa ji aliyê keyaniya Makedonan ve tê bi rê ve birin. Heta belawbûna Îslamê di vê herêmê de Împeratoriya Seleukî, Keyaniya Edessa, Împeratoriya Romê, û Împeratoriya Sasanî mijûl bûne. Di sala 640an de ji aiyê Artêşa Şamî ve, di 661an de jî ji aliyê Xanedana Emewiyan hatiye bidestxistin. Pistî Emewiyan Xanedana Ebasiyan hatine vê herêmê û ev herêm pistrev ji aliyê Selçukiyan ve atiye fethkirin.
Di sala 1144an de Zengiyên Rihayî têdikevine vê herêmê û herêm girêdayî Mûsilê dibe. Pistrev Xanedana Eyûbiyan û Selcûqiyên Romê Anatolyê vê herêmê bi hev re parkirine. Di sala 1244an de Tataran, 1260an de jî Moxolan vê herêmê tehrîp kirine.
Pistî Yekemîn Sera Cihanê dibe digel Tirkiye û di sala 1987an de dibe navceyeka Rihayê.
Demografî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Gorî hejmartinên fermî yên sala 2000´î hejmara niştecihên navendê 32.114 û bi giştî jî 77.261 e. 1 şaredarî, 1 nehiye, 87 gund û 160 mezreyê wê hene.
Pirraniya mezreyan ji aliyê dewletê ve hatine rûxandin an valakirin. Gelê herêmê gelek xizan e. Aboriya xwe bi xebata pembo, çandinî û xwedîkirina ajalan dikin. Riya pirraniya gund û mezreyan nîne. Herwekî elektrîk, bijîşk, av, dibistan jî kêm in û gel gazindar e.
Mijarên têkildar[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
- Girê Spî (Til Ebyaz)
Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]