Xelfetî (navçe)

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Xelfetî hate beralîkirin)
Jump to navigation Jump to search
Navçeya Xelfetiyê
Halfeti
XelfêtîyaKevn.JPG
Bajarê Xelfetiya Kevn
Navçe
Welat Bakurê Kurdistanê
Dûgel Tirkiye
Parêzgeh Riha (parêzgeh)
Serbajar Xelfetî
Qeymeqam Hüseyin Cicek

Hejmara nahiyan 1 nahiye
Hejmara bajarokan 3 bajarok
Hejmara gundan 31 gund

Gelhe (2010)
 - Gelhê bajaran
 - Gelhê gundan
40.464 kes
8.985 kes
31.479 kes
Rûerd 643 km2
Berbelavî 62,9 kes/km2
Bajarê navendî
Gelhe (2010) 8.500 kes
Koordînat 37°14′47″Bk 37°52′3″Rh / 37.24639°Bk 37.86750°Rh / 37.24639; 37.86750
Bilindayî 400 m
Koda postayê 63950
Koda telefonê (+90) 414
Nexşeya cihan Tirkiye

Xelfetî (bi tirkî: Halfeti) yek ji navçeyên Rihayê ye. Navçeya Xelfetiya Rihayê di nava axa Mezopotamya da xwedî xweserî û mîmariyek taybet e. Navçe bi dîrok û erdnîgariya xwe wekî bihûştek biçûk tê binavkirin. Piştî çêkirina Bendava Bêrecûkê gelek gund û piraniya bermahiyên dîrokî di bin avê de man. Herwiha, ev navçeya wekî bihûşta gula reş jî tê nasîn.

Niviyê axa bajarê ku 120 km li Bakurê Rojava dikeve, piştî projeya GAP'ê di bin bendavê de ma.

Nav[biguherîne]

Rûniştvanên herêmê dibêjin ku bajar û navçe navên xwe ji efsaneyeke stendine. Ew efsaneya xemgîn behsa du ciwanên ku berê evîndara hev bûne dike.

Berî demeke kevn du ciwanên bi navê Xel û Fatê gelek ji hev hezkirine, lê malbata herduyan nehîştine ew du evîndar bigihêjin hev. Xel û Fatê jî ji ber vê yekê xwe çekirine ava Ferêt û bi wî awayî di mirinê de gihîştine hev. Ji wê demê bi şundê bajar wek warê Xel û Fatê tê nasîn û bi derbasbuna demê bûye Xelfetî û Halfeti.

Gelhenasî[biguherîne]

Gelê Xefetiyê bi piranî kurd in, lê kêm bin jî gundên eslê xwe ermenî û tirkmen jî hene. Heta 20 salan berî vê li Xelfetiyê sê zimanên herêmî dihatin axaftin. Ji bilî zimanên kurdî û tirkî, li gundê Cîbînê çend kal û pîr hebûn, yên ku bi zimanê ermenî - zimanê wan ê dayikê - xeber didan. Dema ew zarok bûn, li dêra gundê Cîbînê perwerdehiya Încîlê stendine. Îro, mixabin, meriv kare bibêje ku li Xelfetiyê ji axaftvanên ermenî êdî ti kes nemaye. Tenê neviyên wan, nav û paşnavên wan ên ermenî têne zanîn. Ermeniyên ku eslê wan ermenî ne, ola xwe û zimanê xwe parastine li diasporayê (li welatên wek Sûriye/Helebê, Misir, DYA û Ewropayê) dijîn.

Li gorî agahiyên fermî hêjmara gelê Xelfetiyê di sala 2008an de 40.747 bû [1]. Gelê Xelfetiyê bi piranî di gundan de dije.

Pêşketina hejmara navçê wihanî derbas bûye:

Sal Hejmara bajêr Hejmara gundan Kom
2011 8.522 31.371 39.893[2]
2010 8.985 31.479 40.464[3]
2008 9.609 31.138 40.747[4]
2007 10.238 30.562 40.800[5]
2000 2.608 30.859 33.467 [6]
1990 4167 31.930 36.058 [7]
1980 2.374 28.291 30.665 [8]

Tûrîzm[biguherîne]

Navçeya Xelfetî li gel xwezaya xwe berhem û warên dîrokî jî zêde bala derdorê dikşînin û mirovan dikşînin nava xwe. Wekî din, her sal di 4'ê nîsanê de bi hezaran kurd ji bo Rojbûyina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan têne navçê û 'Meşa Amara" li dar dixin. Bi ev taybetiyên xwe Xelfetî hêdî hêdî deriyê xwe ji Navenda Turîzmê re vedike. Navçeya ku hemû xweşikahiya Çemê Firatê û xwezayê di nava xwe de vedihewîne, ji ber ku heta niha zêde xizmet lê nehatibû kirin zêde bala turîzmê nedikişand ser xwe. Îro navçeya Xelfetî ji ber xwezaya xwe her roj bi hezaran mirovên derdorê û derve têne wir û li navçeyê digerin.

Bi taybetî Dêra Azîz Nerses, Manastira Bar Şavma, Dêra Rûmkale ku wekî cihê Încîl lê hatiye zêdekirin tê nas kirin zêde bala turîstan dikşîne ser xwe.

Xweza[biguherîne]

Ferat, di nav parêzgehên Riha û Dîlokê

Di navçeya Xelfêtiyê de gelek derên taybet hene, wekî şkeftên bilind, çavkaniyên xwezayî û eserên dîrokî. Mixabin ev eseran ji ber bêtehemultiyê ji hev dikevin û hêdî hêdî wenda dibin.

Ferat[biguherîne]

Ferat, yek ji behrên herî mezin ên Rojhilata Navîn, ji rojavayê Xelfetiyê derbas dibe û bi xuyabûna xwe him jî boy xweza, him jî ji bo gel xwediyê girîngbûneke mezin e. Ev çend hezar sal in Xelfêtî bi ava wî dixemilî.

Heta sala 2000an Xelfetî xwediyê dîmeneke şîn û taybet bû: Baxçên Xelfetiyê yên ku li kenara behrê radiwestin ji boy îqlîma xwe ya taybet di vê herêmê de gelek nas bûn, ji ber ku darên sêv, leymûn û pirteqalan tenê li vê derê bi awayeke xwezayî mezin dibûn. Di sala 1999an de dewlet ji ber projeya xwe ya GAPê bendavan çêkir û yek ji wan Bendava Bêrecûkê bû. Bi avakirina vê bendavê ava Ferêt bilindtir bû û hemî baxçên derdora wî ketine bin avê. Ne tenê baxçê, bajarê Xelfetî bi nivî û gelek gundên li derdora behrê bi timî hatin hedimandin.

Gula Reş[biguherîne]

Gula Reş a Xelfetiyê (2006)

Yek ji sembolên Xeletiyê bêguman Gula Reş e. Ji ber mîkro-iqlima ya ku li Xelfetiyê peyda ye, di vê herêmê de gulên reş ên ku bala meriv dikşînin mezin dibin.

Lêkolîner dibêjin ku gulên reş endemîk in û lewra bi tenê li Xelfetiyê wuha derdikevin holê. Pêwîst e ku rengê gulan vekirî be, lê ji ber ku ew gul endemîk in bi bandora mîkro-iqlima Xelfetiyê rengê xwe diguherînin û bi vî awayî reş xuya dikin. Ev gul bi taybetî di mehên buhar û payizê de mezin dibin.

Lê dema ku meriv ev gulan qut dike û li derekî din diçîne gul taybetiya xwe wenda dike û rengê taybet ê vî gulî xwe diguhêrîne. Bi çandina biziran jî rengê gulan reş nabe. Ji ber vê yekê gelê Xelfetiyê gulên reş di baxçên xwe de diçînin da ku turîst ew gulên balkêş bibînin.

Sinbula Mezopotamyayê[biguherîne]

Sinbula Mezopotamyayê an jî simbula Mezopotamyayê (bi latînî: Scilla mesopotamica Speta) piştî Gula Reş yek ji kulîlkên herî navdar ên Xelfetiyê ye.

Ev kulîlka ku ji famîleya simbulan (Hyacinthaceae) e tenê li Xelfetiyê mezin dibe û cara ewil berî 116 salan hatibû keşfkirin, lê piştî bin av ketina Xelfetiyê ev kulîlk wek cûreyeke tinebûyî dihat zanîn. Di sala 2004an de bi xebatên Fakulteya Wêjeya Fenê ya Herranê dîsa hat keşfkirin.

Kulîlk di sala 1888an de ji aliyê lêkolînerê giyayê yê elman Paul Sinteris li Xelfetiyê hatiyê dîtin û navê xwe ji warê xwe Mezopotamya stendiye. Herwiha, di sala 1977an de ji aliyê lêkolînereke xerîb yê bi navê Speta ji cîhanê re hatiye naskirin.

Wek Gula Reş, simbula Mezopotamyayê jî kulîlkeke endemîk e û lewra di ekosîstemên biçûk ên mîna li Xelfetî derketiye holê.

Belesor: gundekî di bin avê[biguherîne]

Gundê Belesor yê ku kete bin avê (sal 2007)

Bi avakirina bendava Bêrecûkê gelek gund ketine bin avê. Yek ji ewan gundan Belesor e.

Belesor (bi tirkî Savaşan) gundekî Xelfêtîyê (di parêzgeha Rihayê) ye.

Gund heta sala 1999an de li kênara çemê Feratê bû û li hemberî Hromklayê disekiniya. Piştî çêkirina Bendava Bêrecûkê gundê Belesor bi timî kete bin avê. Tenê mînareya camiya gund ji avê derdikeve ber bi jor û dîmeneke taybet tîne pêş cavan. Ji aliyê hikumetê ve gund li cihekî din ji nu ve hat avakirin.

Tê gotin ku dîroka vî gundî digihêje heta berî jidayikbûna Îsa, ji ber ku li dîwarên derdora gund gelek nivîsên asûrî hatine dîtin. Herwiha, gelek şikeft û tirbên dîrokî hebûn, lê pirek ji wan ketin bin avê. şikefta gund a ku berê wek dêr dihat bikaranîn li herêmê binavûdeng e.

Newala Xelfetiyê[biguherîne]

Newala Xelfetiyê (bi tirkî Değirmen Deresi)

Newala Xelfetiyê (bi navê xwe yê tirkî Değirmen Deresi) newaleke xwezayî ye ku li Xelfetiyê ye. Di vê newalê ava çavkaniyê diherike ava Ferêt. .[9]

Taybetiyeke vê newalê ev e ku têketana xwe ji ber nêzikbûna behra Ferêt gelek bi keskawî ye. çewek ji newalê ve dadikeve jêr, dibe yek û diherike behrê.

Newal ji kevira qeracê pêk tê. Ji ber ku hindik av ji dîwaran jî diherike jêr, li ser rûyê dîwaran xêzên reş û spî tên dîtin. Av dema kû digihêje erdê dibe yek û berdewama rêya xwe dike, heta ku bigihêje ava Ferêt. Tê gotin ku berê mirov bi alîkariya aşê enerjiya avê bikaranîn e û lewma nava newalê bûye "Degirmen Deresi".

Herwiha, di Newala Xelfetiyê de dîwarek wekî [pêl]eke kevirî heye û bilindbûna vî pêlî digihêje 10 metreyan. Dirêjbûna wî jî nêzika 80 metreyan e. Tê gotin ku ew dîwar ji ber erozyonê bi mîlyar salan gihîştîye vî şekilî. Ev dîwar ewqas taybet e ku mirov dibêje qey pêleke kevirî ye.

Newala Xelfetî ji aliyê mirovên bajêr ve wekî cihê pîknîkê (bindarokî) tê bikaranîn.[9][10]

Kaniya Eyno[biguherîne]

Kaniya Eyno (sal 2007)

Di navçeya Xelfetî de kêm kanî hene, lê ew ji ber zelalbûna xwe ji aliyê gelê Xelfetî ve têne naskirin û hezkirin.

Ji ew kaniyan navê hinekan wisa ne:

  • Tat-Eyn: girêdayî gundê Tat-Eynê ye.
  • Kaniya Eyno: girêdayî gundê Eyno ye.

Kaniya Eyno ji ava ku ji zinarên bilind ve derdikeve û diherike jêr pêk tê. Ava ku rêya xwe digere ji ber qewareke xwezayî xwe kom dike û dibe wek goleke biçûk. Kûrahiya vê golê digijêhe 1.5m metran, lewra dema havîn dibe gelek malbat bi zarokên xwe têne wê derê û pîknîk dikin. Der û dora kaniya Eyno gelek kesk e û li wê derê hinek dar jî peyda ne.

Dema ku meriv ava kaniya Eyno dişopîne meriv digihêje ber ava Ferêt. Ji ber avakirina Bendava Bêrecûkê cihên herî taybet û xwesik ên kaniya Eyno mixabin ketin bin avê. Lê di sala 2006an de rêyek ku ji gundê Eyno ve digihêje kaniyê hat çêkirin û lewra girîngbûna kaniya Eyno ji bo turîzma herêmê bilindtir bû.

Zareta Karababa[biguherîne]

Di sala 2008an de Zareta Karababa nêzî gundê Tishê (Xelfetî)

Zareta Karababa nêzî gundê Tishê ye. Li ser qoteke bi tene kî zane desthilatdariya çend sed salan kiriye. Zareta Karababa, ji dûr ve bi tene were xuyane jî, bêgûman gel wi qet bi tenê nehiştiye u dem bi dem çuye zarete. Ji bo ku meriv bigihêje wê derê imkanen cûda hene. Meriv kare di rojen buharê de bi meş here cem. Dema ku demsal havîn be û roj germ bin gihîştina bi traktore bi merivan re hêsantir te. Lê bêgûman rêya herî xweş ajotina erebeya bergiran e.

Gelek sedemen ku Zareta Karababa çima derekî taybet e, hene. çar ji ew sedeman wiha ne:

  • Zareta Karababa li ser qoteke bi tenê peyda ye û li derdora dar û tirbê dîwarek bi keviran hatiye lêkirin, û weki din ti tişt peyda nînin. Ev yek taybet e ji ber ku, wextê meriv tirban tîne peş çavan, gor u goristan bi tirbeke tenê xuya nabin. Gundê herî nêz Tishe ye, û ew gund nêzi 2 kilometran ji zaretê dûr disekine.
  • Dema ku meriv ji dûr ve (mesela ji gunde Qeremezre) nêrinek li Zareta Karababa dike, dareka mezin (sê darên pelûtan) tê xuyane. Lê daren pelûtan bi gelemperî di vê herêmê de nînin, û heger hebin jî, gerez daristanek hebe. Li ber koka ew sê daran jî, tirbeke betal heye.
  • Ji aliyê gelê Tishê bi navê "Zareta Karababa" binavûdeng e. Dibe ku ew gora dîrokî li ser navê miroveke nas hatibe çekirin, lê çima bi taybetî navê "Karababa" (Bave Reş") lê hatiye kirin naye zanin. Balkêş e ku tirbên wek ya Karababa heta 2 hezar salan berê di hundirê tehtan dihatin çekirin. Lê ew tirb kicax, ji boy kê û ji aliyê kê ve hatiye çekirin naye zanîn.
  • Li hemberî rastiya ku ola Islame daren dîleke nas nake, ew darên ku li we derê serê xwe bilind dikin weke darên piroz têne hesibandin. Û ji ber vê yekê mirov diçin zaretê da ku dua bikin û dîlekên xwe bigirin. Li gorî dîroknasan çanda darên pîroz digihêje dema berî jidayikbûna Îsa. Di wê demê de olên xwezayî hukum dikirin û meriv xweza û bi taybetî daran piroz didît.

Nehêniya Zareta Karababa qet nehatibe vekirin jî zaret bi darên xwe yên kevn û bi gora xwe ya ecêb wê hertim bala meriv bikişîne. Gerez meriv li derekî ewqas bi sirr xwedî derkeve weke cihekî dîrokî û sosyojeografîk biparêze.

Dara Zaretê[biguherîne]

Dara Zaretê ji hêla başûr ve (sal 2007)

Dara Zaretê bi çar darên ku pirr nêza hev in pêk tê û ewan, ji dûr ve wekî dareka mezin xûya dibe.

Dara Zaretê li ser tepeya gundê Qeremezrê - ku neha bûye taxeke Xelfêtiya Nuh - radiweste û ji her çar aliyan ve baş tê dîtin. Lewma bûye sembola Qeremezrê û ji aliyê gundiyan ve gelek tê hezkirin. Her buharê gundî diçin zaretê û di bin siya darê pîknîkan dikin.

Li gorî gotinên mezinan be, rojeke grubek gundî xwestiye ew daran jê bike, lê di heman rojê de hemî malbat nexweş ketine û ji tirsan ve dev ji plana xwe berdane. Lewma hin gundî bawer in ku ew dar û tepe pîroz in.

Dara Zaretê cend salên xwe tenê li ser qotê derbas dikir, lê di sala 2006an de taxekî nuh li nêzî wê hate avakirin.

Berhem û warên dîrokî[biguherîne]

Esera dîrokî ya herî nas a Xelfetiyê Rumkale ye (keleka ermenî). Wekî din camiya bajêr a kevn ku di dema Osmanîyan de hatiye çêkirin hîn jî tê bikaranîn.

Mîmariya bajarê kevin[biguherîne]

Mînakek ji mîmariya Xelfetiya kevin

Hêjayî gotinê ye ku Xelfetiya kevin heta sedsala 20'min navenda şêx û axayên mezin ên navçê bû. Lewra gelek malbatên bajarê jêrîn jiyaneke sosyete derbas dikirin. Axayên bajêr xwediyê gelek erd û milkan bûn û prestîja wan jî di nava civata navçê de gelek bilind bû. Ew prestîj hê jî xwe parastiye û îro xwe di avahiyên dîrokî ya bajêr de xwe destnîşan dike. Ji ber vê sedemê ye ku malên Xelfetiya kevin fireh in û xwediyê gelek taybetiyên mîmarî ne. Her malik xwediyê xemilandinên taybet e û mînakeke bêhempa ya hunera mîmarî ye. Lê hemû avahî ji heman kevirê ve hatine lekirin, ku navê wê kevirê 'havara' ye. Herwiha, malên Xelfetiya kevin bi hemû xweşkahî û zelalbûna xwe taca serê Xelfetiyê ne. Mixabin gelek ji wan - bi bermahiyên din ên dîrokî - bi bilindbûna ava bendavê wenda bûne.

Xelfetiya kevin esereke mîmariya ermenî ye. Ew malên axayan giş ji kevira Xelfetiyê hatine avakirin, ku gel navê 'Havara' lê kiriye. Bajarê Xelfetiya kevin bi malên xwe yên kevirî, bi kuçeyên xwe yên nehênî û ava Ferêt a zelal dîmenek bêhempa dide bajêr. Taybetiyeke din a Xelfetiya kevin ev e ku hemû mal berê xwe didin çemê Ferêt, ango bi gotinên din: ava şîn a Ferêt xwe ji her malê re dide nîşan. Evya dîsa mînakek ji bo hostayiya mîmariya ermenî ya wê demê ye.

Mizgefta Xelfetiyê[biguherîne]

Mizgefta kevin a bajêr îro li ber ava Ferêt disekine û hindurê wê qasî 40-50 cm di bin avê de ye. Tê zanîn ku mizgeft di sala 1804'an de ji aliyê mîmarê ermenî 'Adir Usta' ve hatiye lêkirin û lêkirina mizgeftê di sala 1807'an de jî bi dawî bûye.[11] Ev mizgeft, yek ji mînakên bêhempa yên mîmariya ermenî û osmaniyan e. Tê gotin ku Adir Usta mizgeftê li ser navê biratiya ol û gelan lêkiriye[12] .

Wek mizgefta Xelfetiyê, gelek eserên din ên mîmariya ermenî hene ku yek ji wan hemama dîrokî ya bajêr e. Ev hemam - û gelek avahiyên din ên hêja - ji sala 1999'an û pêde di bin avê de ne.

Hromkla[biguherîne]

Searchtool.svg Gotara bingehîn: Hromkla
Kelha Hromklayê (bi tirkî: Rumkale)

Hromkla (bi ermenî: Հռոմկլայ - Hromkla, bi aramî: Kala-Rhomata, bi kurdî Kela Zêrrîn, bi yewnanî Ρωμαιων Κουλα, bi tirkî Rumkale, bi [erebî] (bi erebî: قلعة الروم‎) û bi naven xwe yên din Qal'at ar-Rum yanjî Ranculat) îro keleka xirbe ku nêzika cemê Ferêt radiweste, ye. Girêdaya parêzgeha Dîlokê ye, lê nêztira Xelfêtiyê (Rihayê) ye.

Ehleqeya navê "Rumkale" bi Rûman (Yûnanan) tune ye, lê ev nav avahîyeke Romayî (Bîzantînî) mebest dike.

Bi avakirina Bendava Bêrecûkê, meydana kelhê mixabin di bin avê ma.

Dêra Nixrût[biguherîne]

Li hinek gundên navcê - wek Wanê, Cîbîn, Belasor, Ehnes û Nixrût - bermayiyên dêran hene. Yek ji ew dêrên herî balkês dêra Nuxrût e.

Nixrût yan jî Nuxrût/Nuhrut (bi tirkî: Gürkuyu) 20 km li rojhilata bajarê Xelfêtî disekine û gundekî kevnar e. Lo gorî lêkolîneran ev gund berî jidayikbûna Îsa hatiye avakirin û di gelek nivîsên rêwiyên nas de navê gund derbas dibe.

Dêrên gundên Xelfêtiyê bi tunebûnê re rûbirû bimînin jî, nêzî her car dîwarên dêra Nixrûtê hîn li ser pê ne, lê bana dêrê bi timî mixabin hilweşî ye. Mirov kare bêje ku heger xwedîlêderketin tunebe, wê ew der jî wenda bibe.

Li gorî lêkolîneran dêra Nixrûtê dêreke bîzantînî ye û di sedsala 500an de hatiye avakirin. Dirêjbûna dêr digihêje 17 metran, firehiya wê jî 10 metran e. Li ber dîwara rojavayê de odeyekî bicûk heye, plana odeyê jî gilover e.[13]

Gundên ermenî[biguherîne]

Li Xelfêtiyê hinek gundên ku berê ermenî tê de jiyabûn hene. Tê gotin ku gundên Cîbîn, Ereh û Wanê berê yên ermenî bûn. Herwiha, îro di ewan gundan de tenê misilman bijîn jî, li hinek deran dêr û sembolên xaçê têne dîtin.

Buk û Zava di sala 2006an de

Di gundê Cîbîn dêra berê îro weke camî tê bikaranîn. Di Belasorê jî şkeftek ku berê weke dêr hatiye bikaranîn heye û li dîwarên şkeftê nivîsên ermenî û sembolên xaçê (sembola xrîstiyanan) peyda ne.

Şkeftên navcê: Bûk û Zava[biguherîne]

Searchtool.svg Gotara bingehîn: Bûk û Zava

Gelek skeftên taybet ên Xelfêtiyê hene, yek ji wan jî şkefta Bûk û Zava ye.

Bûk û Zava şkefteke pirqatî û bilind e. Kî dizane, cend hezar salan berî vê li hindurê zinarekî de hatiye avakirin û li ber behra Feratê, li hemberî gundê Wanê (li Xelfêtî) disekine.

Nêzî neh qatên şkefta Bûk û Zava hene û bilindbûna xwe diguhêje 40 metran. Meriv kare ji hundur ve hilbikeve heta qata herî jorîn.

Ji hêla mimarî de Bûk û Zava xwediyê taybetiyeke ecêb e: hemî neh qat ji aliyê korîdorên teng bi hev re girêdayî ne. Korîdorên di nav qatan bi gelemperî tîkane hatine cêkirin û meriv ji bo ku biguhêje qatên bilind wan korîdorên tîkane hildikeve. Li dîwarên ew korîdoran derên kûr ên bicûk hene, da ku meriv xwe pê bigire û biguhêje qata bilindtir.

Dû têketinên Bûk û Zava hene: ya mezin du qatî ye û heman li ber kenara behra Ferêt disekine. Ya dûwemîn ji ya din bilindtir radiweste: Ev têketin ewqas taybet e ku li erdê, di kevirê kilsînî de merdêwanek hatiye cêkirin û ev merdêwan li ber têketina dûwemîn diqede. Dirêjbûna merdêwana kevirî qasî 15-20 metran e û ji nêzî 30 gihanekan pek tê.

Derveya Bûk û Zava xwariyeke bi rengê qehweyî tê dîtin. Ev derên ku qehweyî xuya dikin dibe ku ji aliyê însanan ve hatine bandor kirin. Bi rêya oksîdasyonê ev deran rengên xwe wergerandine qehweyî.

Tirbên dîrokî[biguherîne]

Tirbeke dîrokî li gundê Wanê di navceya Xelfêtî, Riha. Sal 2007

Di gelek gundên Xelfêtiyê tirbên dîrokî têne dîtin. Ewan, bi gelemperî di tehtan de hatine cêkirin û lewmane bi hêsanî têne dîtin. Ev tirb ji boy kevnbûna ew gundan bernîşanên xort in. Heman heman li nêzî hemî gundan, li cihên ku erd bi tehtên duz pêk tê ew tirb têne dîtin, lê mixabin gelek tirb bêxwedî mane î lewmane zerarên mezin dîtine.

Xuyabûna her tirb cûda ye û werganî xuya dike ku her tirb bêhempa ye. Li gundê Wanê bi dehan tirbên werganî hene û bi gelemperî merdêwan wan hene. Ew merdêwan dicin jêr û meriv dibin têketina tirbê. Gelek têketinên tirban bi dekorasyonên cûr bi cûr hatine xemilandin. Terzê têketinan bile taybet in û wek qentirme xuya dikin.

Hundurê tirban ji cend odeyên bicûk pêk tên. Dema ku meriv dikeve hundir, li her hêla rastê, cepê û li hemberî dêrî yek ode hene.

Tê gotin ku ew tirb berê wek ên malbatan hatine bikaranîn, lê kes nizane ew tirb kîcax hatine avakirin. Li gorî lêkolîneran ew tirb diguhêjin heta dema berî jidayikbûna Îsa.

Bi taybetî gundê Wanê ji boy tirbên xwe yên dîrokî nas e.

Hemamên dîrokî[biguherîne]

Hemamên taybet ên ku di dema Osmaniyan de hatine cêkirin bi avakirina bendava Bêrecûkê ketine bin avê.

Navdarên Bajêr[biguherîne]

Şaredariyên navçê[biguherîne]

Sê şaredariyên navçê hene:


Xelfetiya Nu û Xelfetiya Kevn xwediyê şaredareke hevpar in.

Searchtool.svg Gotara bingehîn: Xelfetî (bajar)


Şaredariya Gogana Jorîn

Searchtool.svg Gotara bingehîn: Gogana Jorîn


Şaredariya Erxil

Searchtool.svg Gotara bingehîn: Erxil

Gundên navçeya Xelfêtiyê[biguherîne]

Searchtool.svg Gotara bingehîn: Lîsteya gundên Xelfetî

Çavkanî[biguherîne]

Nîşe[biguherîne]

Bîblografî[biguherîne]

  • Köylerimizin adlari (1928).

Girêdanên derve[biguherîne]