Qesra Qenco
Qesra Qenco | |
---|---|
37°11′28″Bk 40°08′38″Rh / 37.191°Bk 40.144°Rh | |
Dewlet | Tirkiye |
Li beşa îdarî | |
Saet |
|
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Qesra Qenco bi qasî 30 kîlometreyî li başûrê rojavayê Dêrika Çiyayê Mazî li gundê Qesrê ye. Ev gund kîlometreyekê li binya rêya Mêrdîn û Ruhayê ye û ev cîhê hanê bi navê kîlometreya 67'em tê binav kirin. Ji qesiran re ewropî dibêjin şato û tirk jî dibêjin konak.
Di dewra berê, di navbera eşîran de şer û pevçûn kêm ne dibûn. Ji bona vê yekê bû ku qesr wek keleyan dihatin lêkirin. Qesrên ku wek Qesra Qenco, li derdora Mêrdîn û Ruhayê bi jimarek zêde hebûn. Lê belê, qesra ku heta vê rojê li ser lingan maye Qesra Qenco bi tenê ye.
Nivîsteka (kîtabe) li ser derî ye xuya dike ku Qesir, bi hicrî di sala 1120'an û bi mîladî jî di sala 1705'an de hatiye lêkirin û dîsa bi hicrî, di sala 1320'an û bi mîladî jî di sala 1905'an de, ji aliyê Husênê Qenco ve hatiye tahmîr kirin.
Dora Qesrê, bi bedeneke ku dirêjbûna wê 300 m ye hatiye pêçan. Firehbûna bedenê jî 80-90 cm ye. Ji bona ku ew bikaribin bi rehetî ji êrîş û tehlûkeyan haydar bibin, li her çar qoziyên bedenê jî nêrîngeh hatinin çêkirin. Du deriyên wê hene ku yek li bakur û yek jî li başûr dinere.
Qesir li ser çar tebaxa ye û bi kevirên reş hatiye lêkirin. Beştên odeyan jî li ser çar hustûnên kevir e û wek kubeyan hatiye çêkirin. Li pişta xênî jî çar nêringeh û bedeneke bilindahiya wê bi qasî 1,5-2 metreyan e, heye. Ji bona parastinê, di her nîv metreya vê bedenê de berkaz (mazgal) hatine çêkirin.
Li tebaxa duyem odeyek heye ku wek kîlerê tê bikar anîn, derî û perwazên vê odeyê ji kevirên Bazaltê yên yekpare hatinin çêkirine. Li sedera derî du rêz nivîsa Romayî bala mirov dikişîne. Ev derî ji kevirekî reş û yekpare û qalindbûna wî jî 30 cm ye hatiye çêkirin. Li gor gotinê, ev derî ji xirbeyên Kerkuştî ku 3 km'an li rojavayê qesirê ye hatiye derxistin û tê texmînkirin ku ev derî, deriyê dêreke romayiyan e.