Bûyerên Liceyê 2014

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Bûyerên Liceyê, 2014 hat beralîkirin)

Bûyerên Liceyê 2014, ev bûyerên ku di roja 7ê xizîrana 2014an de nêzîkî Biryas û Qora Berber (bi tirkî: Kiralan) li herêma Liceya Diyarbekrê çêbûyî ne. Di van bûyeran de çar kes mirî bûn û gelek kes jî birîndar bûn.

Pêşveçûyîna bûyeran[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di 7ê xizîrana 2014an de, bi êvarê, bi sedan xwepêşanderên ku 15 roj bû li dijî avakirina qereqolan li herêma Licê xwe nişan dayî, rastî guleberdana leşkerê dewleta tirkî hatine. Ji ber gulebarana leşkeran çar kesan jiyana xwe ji dest da û gelek kes jî birîndar bûn.

Encam[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ji ber gulebarana leşkeran ser xwepêşanderên liceyî çar[1] mirov jiyana xwe ji dest daye, du ji wan ev in: Remezen Baran û Ebdilbaqî Akdemir. Navên mirî yên din nayên zanîn, lê li gorî agahiyan yek ji wan jineke 57 salî ye.

Remezan Baran 24 salî bû, Ebdilbaqî (Baqî) Akdemir jî 50 salî bû.

Reaksiyon û protesto[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Piştî ku xeberên kuştina xwepêşanderên Liceyê hatibûn ragihandin, li gelek bajarên Kurdistan (Amed, Şinex, Cizîr, Dêrsim, Colemêrg) û Tirkiyeyê (Stembol) xwenîşandan û protesto çêbûne.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]