Şêx Ehmedê Barzanî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn

Şêx Ehmedê Barzanî an jî Xudan[çavkanî pêwîst e] (z. 1896 – m. 11 rêbendan 1969 li Bexdayê), yek ji giregirên têkoşeriya kurd, mezinê êla barzaniyan, şoreşgerekî navdar bû. Bi taybetî di nava salên 1920 heya 1930'yî de li dijî dagirkeriya Îraqê têkoşineke mezin daye.

Kurê Şêx Mihemedê Barzanî bû û yek ji pênc kurên bavê xwe bû. Van her pênc birayan jî bo kurdan û azadkirina Kurdistanê têkoşîn dane. Di pêngava sala 1914'an de, birayê wî yê mezin Evdilselamê Barzanî ji aliyê rejîma Îraqê ve tê dardekirin. Barê şoreşê bi giranî dikeve stûyê wî.

Serhildan[biguherîne]

Topên artêşa Îraqê, Şîrvana Mezin topbaran dikin, tîrmeh 1932.

Herçendî mercên kurd tê de bûn gelek xirab bûn jî, Ehmedê Barzanî xweseriyeke di binê siya îngilîzan de napejirîne. Êla barzaniyan bi giştî wê demê hin li dijî berjewendperestiya îngilîzan û ereban têdikoşin, him jî di nava kurdan de li yekîtiyekê digerin.

Ehmedê Barzanî sala 1931'ê de li dijî Brîtanyayê jî dikeve nava şer. Artêşa esmanî ya îngilîzan baregehên barzaniyan bombebaran dikin. Ehmedê Barzanî bi dizî derbasê Bakurê Kurdistanê dibe. Li wir ji aliyê romiyan (tirkan) ve tê girtin. Sala 1935'an ji destê tirkan xilas dibe, vedigere Başûrê Kurdistanê.

Ji aliyê îngilîzan ve wî û malbata wî sirgûnê başûrê Îraqê dikin. Ehmedê Barzanî li sirgûnê têkilî bi kurdan re datîne, wan ji nû ve birêxistin dike û sala 1937'ê li dijî artêşa ereban şerekê dijwar lidardixe. Ewçend bi merdî û wêrekî şer dike, fermandarê ereban hurmetê jê re nîşan dide. Fermandar Abdul Cabar al-Barjnî pirr şûnde dibe hevalê Ehmedê Barzanî.

Ehmedê Barzanî di heman demê de bi Xoybûnê re têkildar e û bi hemî hêza xwe alîkariyê dide serhildana Agiriyê ya Îhsan Nûrî Paşa serokatiya wê dike. Piştî têkçûna Agiriyê, xwedî li penaberan derdikeve. İsmet İnönü giliyê Ehmedê Barzanî bi serokwezîrê Îraqê Nûrî as-Sadî dike. Inonu dibêje "heger hûn li dijî Ehmedê Barzanî tevbigerin, dê Tirkiye jî alîkariyê bide artêşa Îraqê".

Tevlî xebatê Komara Mehabadê dibe. Tê girtin (1947) û wî teslîmê ereban dikin. Cezayê îdamê didin wî lê paşê cezayê werdigerînîn ser dirêjiya temenê. Dema key Abd al-Karîm Qasim ji text tê daxistin, sala 1958'ê ji zîndanê azad dibe. Ji ber ku bi giranî nexweş ketibû, paşê jiyana xwe jidest dide.

Miroveke oldar, laîk û xwezaparêz bûye[biguherîne]

Çavkaniyên rojavayî dibêjin ew gelek dijî bikaranîna olê bo siyasetê bûye. Ango laîk bûye. Hin çavkanî viya gelek bipêş de dibin, dibêjin Ehmedê Barzanî bûye ateîst heya xiristiyan[çavkanî pêwîst e].

Di tevahiya jiyana xwe de bi karê xwezaparêziyê ve mijûl bûye. Ji bo parastiya daristanan gelek qedexe derxsitiye.

Bo xwezaya Kurdistanê bê parastin gelek ferman derxistine. Hin ji wan ev in:

  • Li cihên xetereya erozyonê heye, birrîna daran qedexe ye, herwiha darên ku mirov mecbûrê siya wan in
  • Ji pêdiviyê zêdetir, karê berhevkirina hingivê qedexe ye
  • Kujtina marên ne jehrdar in, qedexe ye
  • Girtina masiyan bi dînamît an rêbazên din ên ekstrem qedexe ye
  • Di dema ducanî, kurtiyê de nêçîra ajalan qedexe ye, herwiha ajalên hebûna wan di xetereyê de ye, hejmara wan kêm in jî

Li dijî jiyana eşîrtiyê, ya zêde bûye. Gotiye "serokên êlan, malbatan heger hebin jî, bila kesên bikêr in viya bikin, ne ku wekî berê be".

Çavkanî[biguherîne]

  • Marion und Peter Sluglett: Der Irak seit 1958 - Von der Revolution zur Diktatur. Suhrkamp Frankfurt 1991 (almanî)
  • Mehmet Şahin, Kauffeld: Daten und Fakten zu Kurden und Kurdistan, S. 275 (almanî)