Bülent Ersoy

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search
Bülent Ersoy
Bülent Ersoy TSM konser 01.JPG
Agahiyên giştî

Bülent Ersoy (bilêvkirina bi kurdî: Byulent Ersoy), z. 9ê pûşpera 1952 li Stembolê, hunermendeke transeksuwel a tirk e. Navê wê yê berê Bülent Erkoç bû. Cureyên awazên hunerî û arabesk distrê. Hunermendeka gelek navdar e û bi taybetî gelek ji dengê wê tê hezkirin. Li Tirkiyeyê û derveyî wê perwerdeya muzîkê û teknîkên stranbêjiyê dîtiye. Di dema cûntaya leşkerî ya sala 1980'î de ji ber nasnameya wê ya transeksuwelî heşt sal qedexeya dikê wergirtiye û bo demekê li Ewropa wekî penaber jiyaye.

Zimanê wê û belaya serê wê[biguherîne]

Ew di gelek konseran de carnan rexneyên tûj li siyaset û kesayetiyên navdar ên Romê dike. Lê dema ku medya û dewleta tirk bi ser be tê, gotinên xwe şûnve digire. Bo mînak carekê (sala 1989) li bajarê Edeneyê ji wê daxwaza strîna sîrûdeke neteweperest tê kirin lê ew rexne dike û kesên ku sirûdên wiha guhdar dikin bi guhdirêjiyê tewanbar dike. Di heman konserê de tê gulebarankirin û bo demekê dirêj di nexweşxaneyan de dimîne[çavkanî pêwîst e].

Dîsa, li ser ketina artêşa Tirk a 25emîn bo Îraqê û hewla dagirkirina Başûrê Kurdistanê, wan di bernameyeke zindî ya televîzyonê de rexne dike. Rexneya wê gelek deng vedide. Medya û çapemeniya Tirkiyeyê, herwiha hunermend, şanoger, teolog, ronakbîr, zanist, jînên malan hwd ên tirk nerazîbûnên xwe diyar dikin û wekî kampanyayeke neteweperwer li dijî wê dardixin. Dozgerê komarê li dijî wê dozê vedike. Saziya kontrolkirina radyo û televîzyonê ya Tirkiyeyê (RTÜK) weşandina stran, dîmen û awazên wê "ji ber sedemên heftnazîk ên neteweya tirk" bo demeke bêdawî qedexe dike. Gelek organîzator, programên wê betal dikin.

Heya niha 30 albûmên wê derketine.

Hin ji gotinên Ersoy[biguherîne]

  • Bila etika we (ango Ersoy) beniya we be, hemî jin jî beniya min.
  • Dibêjin diçin û tên (bo leşkerên li dijî hêzên çekdar ên PKKê têdikoşin), lê diçin û nayên.
  • Bi salan e heman lîstik. Ez ne dê me û nikarim bibim jî, lê dê zarokên xwe ji bo herin bêî sedem bimirin, nayînin jiyanê. Xapandin e. Ji bo şerê ku hinekan li ser maseyê ji xwe re birêvedibin, divê mirov zarokên xwe nede kuştin. Lîstikek li ser me tê lîstin, xapandinek heye û em jî têne xapandin.

Albûmên Ersoy[biguherîne]

  • 1971: Plaka yekem[çavkanî pêwîst e]
  • 1976: Toprak Alsin Muradimi (Bila ax bigire giyanê min)
  • 1978: Orkide 1
  • 1979: Orkide 2
  • 1980: Beddua (Nifir)
  • 1980: Yüz Karasi (Rûreşî)
  • 1981: Mahseri Yasiyorum (Mehşerê dijîm)
  • 1983: Ak Güvercin (Kevoka spî)
  • 1983: Ne Duamsin Ne De Bedduam (Ne diaya û nejî nifira min î)
  • 1984: Düskünüm Sana (Dorberiya te me)
  • 1985: Yaşamak istiyorum (Dixwazim bijîm)
  • 1987: Suskun Dünyam (Cîhana min a bêdeng)
  • 1988: Biz Ayrilamayiz (Em nikarin berecuda bin)
  • 1988: Anilardan Bir Demet (Desteyeke bîranînan)
  • 1989: Öptüm (Min ramûsa)
  • 1991: Bir Sen, Bir De Ben (Tu û ez)
  • 1992: Ablan Kurban Olsum Sana (Etika te beniya te be)
  • 1993: Sefam Olsun (Bêxemiya min be)
  • 1994: Benim Dünya Güzellerim (Cîhanrindên min)
  • 1995: Alaturka 95
  • 1996: Akilli Ol (Hişdar be)
  • 1997: Maazallah (Xwedêgiravî)
  • 2000: Alaturka 2000
  • 2002: Canimsin (Canê min î)

Çavkanî[biguherîne]