Bahramji

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Bahramji
Jidayikbûn1952 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
HevwelatîÎran Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Pîşe
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Bahramji, anku Behramcî(jdb. 1952 li Kirmaşan,Rojhilata Kurdistanê), hunermendekî serbixwe yê kurd e.

Kurtejiyan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Bahramji di sala 1952an de li bajarê Kirmaşanê (li rojavayê Kurdistanê, Îran) hatiye dunyayê. Di zarokatiya xwe de melodiyên kevnar ên sufî guhdar dikir û ev yek bû îlham ji boy muzîka wî.

Bi umrê xwe yê 13 salî hînî sentûrê kir û li derên di bajarê xwe de leyst.

Di sala 1977an de ew ji welatê xwe veqetiya û çû Hindistanê. Li wir geriya û xwend û pistrev li Ewropayê bi xwendina xwe berdewam kir.

Wi bi gelek gerokên ji çandên cûda nas kir û bi wan re li ser muzîkê xebitî û bi vî awayî stîla wî ya muzîkê her ku çû cûdatir bû. Îro bi taybetî ji boy nûkirina stranên kevnar binavûdeng e. Bi stranên xwe destmaleke medîtatîv ava dike ji boy hêzdarkirina ruh û canê meriv. Enstrumanê wî yê herî girîng sentûr e. Sentûr amûreke muzîkê ya bitêl e û li derheqê wî tê gotin ku dengê wê dengê valayiyê ye. Herwiha, Bahramji sitar û bilûrê jî lê dixe. Wî pistrev dest bi gotina stranên mîstîk ên Rûmî jî kir.

Navê albûma wî ya yekem “Sama” bû û di sala 1997an de li Holendayê kete weşanê. Piştî ku wî li Hindistanê ji boy demeke dirêj jiyana xwe derbas kir wî di sala 2003an de mala xwe bara girava Eivissa-Ibizayê (giravên Balear ên Spanyayê) kir. Bi nask irinên hunermendên cûrbicûr wî stîla xwe ya muzîkê pêşxist.

Di sala 2004an de albûma wî ya bi navê “Call of the Mystic” ku tê de stranên wî hene ku bi gelek hunermendên cûda re kişandiye.

Bahramji ji sala 2003an pê ve havînan li Eivissa-Ibizayê, zivistanan jî li Hindistanê derbas dike û bi gelek hunermendên hindî kar kiriye.

Dîskografî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Sufiyan (Bahramji & Mashti)
  • Master and Disciple (Bahramjî & Bashir)
  • Sufi Safir (Bahramji & Mashti)
  • Call of the mystic (Bahramji & Maneesh de Moor)
  • Sama (Bahram & Bashir)
  • Sound of Nothingness (Bahram, Bashir & Ben)
  • Inner Opening (Bahram, Bashir & Sirus)
  • Sufi Dance (Bahram, Bashir & Sirus)

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]