Here naverokê

Basîme Evdirehman

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Basîme Evdirehman
biguhêreBelge

Basîme Evdirehman (jdb. 1987 li Bexdayê, Iraq) endezyarek avahîsaziyê ya kurd e û damezrînera pargîdaniya KESKê ye di mîmariya hawirdorê de. Ew di warê “teknolojiya kesk” de li seranserê cîhanê tê naskirin û bûye pêşenga gelek xebatan, herwiha tevî gelek konferansên navneteweyî bûye.

Kurtejiyan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Perwerdehî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Dê û bavê Evdirehman ji bakurê Kurdistanê koçî Bexdayê, Iraqê kirin û ew li Îraqê ji dayîk bû. Malbata wê ji ber şerê li Iraqê di sala 2006 de berê xwe da herêma Kurdistana başûr.[1]

Di zaroktiya xwe de, malbata Evdirehman ew teşwîq kirin ku bibe doktor, lê wê ji biyolojiyê hez nedikir, li şûna wê matematîkê û fizîkê tercîh kir.

Di sala 2011an de, Evdirehman ji bo xwendina li DYAyê serî li Bursa Fulbright da. Evdirehman beşdarî Zanîngeha Auburn a Dewletên Yekbûyî bû, ku li wir mastera di endezyariya avahîsaziyê û şaristaniyê de wergirt, û di sala 2014an de mezûn bû.[2] dDi 2016an de ew vegeriya DYAyê, li wir bernameyek ji hêla Encumena Avahiyên Kesk ên Dewletên Yekbûyî ve (US Green Building Council) qedand da ku bibe pisporek pejirandî.[3]

Kariyer[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Dema ku ew di sala 2015an de vegeriya Iraqê, Evdirehman di destpêkê de wek endezyara avahîsaziyê ji bo Neteweyên Yekbûyî kar kir.[4] Di sala 2017an de, Evdirehman KESK Green Building Consulting damezrand, ku yekem pargîdaniya iraqî ye ku bala xwe dide mîmariya "kesk".

KESK teknîkên nûjen ên avahîsaziyê yên hawirdorparêz bi teknîkên kevnar, wek avakirina malên qube-teşe ji kerpîçên ax, tevdigere. Şirket her weha hewl dide ku çavkaniyên enerjiyê yên alternatîf ji civakan re peyda bike, nemaze enerjiya rojê, ji bo bersivdana tora elektrîkê ya ne aram a Iraqê.[5] Şirket di heman demê de ji bo ku ji nû ve avakirinê de alîkar be jî hate damezrandin, bi taybetî piştî şerê li dijî Dewleta Islamî, ku di sala 2014an de dest pê kiribû.

Evdirehman herwiha ji bo Rêxistina Xurek û Çandiniyê ya Neteweyên Yekbûyî wek şêwirmendê niştimanî û birêvebirê pirojeyê kar dike, û cîgirê berpirsê Global Shapers Erbil Hub e, ku destpêşxeriya Foruma Aborî ya Cîhanî ye.

Xelatkirin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di sala 2021an de, Evdirehman yek ji heşt karsazan bû ku Xelata Însiyatîfa Jinê ya Cartier wergirt û kategoriya "Rojhilata Navîn & Afrîkaya Bakur" temsîl kir.[6]

Di mijdara 2023an de, Abdulrahman kete lîsteya BBCyê ya “100 jinên herî bibandor û çavkaniyên îlhamê yên 2023yan”.[7]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Nelson, Carol (18 gulan 2018). "It's my job: Basima Abdulrahman » Auburn Engineer". Auburn Engineer (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 2 hezîran 2024.
  2. ^ Staff, TIME (16 kanûna paşîn 2019). "Eight Young Leaders Share Their Visions for Shaping the Decade Ahead". TIME.com. Roja gihiştinê 2 hezîran 2024.
  3. ^ KAPITA (19 hezîran 2022). "Interview with Basima Abdulrahman". KAPITA (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 2 hezîran 2024.
  4. ^ Foundation, Thomson Reuters (27 tîrmeh 2023). "Meet the Women Pioneers Creating Green Jobs in Arab Countries". japannews.yomiuri.co.jp (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 2 hezîran 2024. {{cite web}}: |pêşnav= sernavekî giştî bi kar tîne (alîkarî)
  5. ^ Ifteqar, Naheed (27 gulan 2021). "This Iraqi Entrepreneur is One of the Eight Laureates of the Cartier Women's Initiative". Vogue Arabia (bi îngilîziya brîtanî). Roja gihiştinê 2 hezîran 2024.
  6. ^ DeMarco, Anthony. "The Cartier Women's Initiative Awards $100,000 To 8 Women Entrepreneurs". Forbes (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 2 hezîran 2024.
  7. ^ www.rudaw.net https://www.rudaw.net/kurmanci/people-places/26112023. Roja gihiştinê 2 hezîran 2024. {{cite web}}: |title= kêm an vala ye (alîkarî)