Bawe Tahir

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search

Bawe Tahir, ya Baba Tayer (we Kurdî Nawendî), helbestwan, hozan, fîlesof û derwêşîgi Kurd bî ki le sesalli 11em le şari Hemedan da zîngî dikird.

Naznaw[biguherîne]

Naznawegey "Baba Tahirê Uryan” bî we watey (me’nay) “Bawa Tayeri Rût û Lût”. Î naznawe belgey derwêş bîni Bawe Tahir e.

Zîngî (Jîyar)[biguherîne]

Agadarîyeyli fireyg le ser jîyar û zîngî Bawe Tahir neresîye destman û erra nimûne îme be rûnakî û roşinî nîyezanîm ki Bawe Tahir le kam şar da hatbîye dinya (ango-ye’nî Bawe Tahir le merdimi kam şari Kurdistan bîye). Guman çûd girtûperi (dorûberi) 1100 sall pîş Bawe Tahir hatbîye gîhan (dinya). Le naw naznawegey’a Bawe ya Baba nîşani Yarisanîtî (Yarisanigerî) ye. Çûnki Yarisaneyl we gewreyli ayînî xweyan ûşin Babe, Bawe ya Pîr. Be’zî serçaweyl ûşin Serencam Name (kitawi ayînî Yarisaneyl) we desti Bawe Tahir nûsyaye. Bawe Tahir salleyli fireyg le Hemedan zîngî dikird û malî dûwayî, ango gûrgagey, le meydanîg (we nawi Meydani Bawe Tahir) le bakûri (şimali) şari Hemedan e.

Helbestwanî (Şa’irî)[biguherîne]

Helbest û şîregani Bawe Tahir firetir çûwarînen û çimanî gûranî dihatine kar. Îmrûje rûjhelatzanegan î helbestane girê den we Pehlewîgan. We dax û efsûsew heta îmrûj helbesteyli Bawe Tahir, ki le bineret da we zûwani Kurdîn, wek helbesteyli Farsî,Lûrî ya amîteyg le Farsî, Lûrî û Kurdî nasyayin. Bellam (welê) we rasî wa nîye çûnki da îse fire helbestwan û hozani Kurd, Azerî, Gîlek, Mazenî, hwd. bîyin ki we zûwani Farsî helbestwanîyan kirdîye bellam (welê) le laygîtirew da îse yê helbestwani Farsîş nebîye ki helbest û şîreganî têkil û amîtey Kurdî biked ya heta we Kurdî şîr bûşîd. Eger îme le dîmenîg (menzerîg) rasteqîn (heqîqî) û resen timaşa bikeym tûwanîm wey rasteqînetîye (heqîqete) biresîm ki Bawe Tahiri Rût tenya hozani Kurd bî ki egerîş ditûwastî we Farsî şîr û honrawe bûşîd, honraweganî amîtey Kurdî dikird!

Kemîg Le Helbestegan[biguherîne]

((Xûdawenda! kê bûşim ba kê bûşim?
Mije pirr eşkê xûnîn ta kê bûşim?
Hemem kez der biranin sû te ayim
To kem ez der biranî va kê bûşim?!))
Wergîran (Tercûme):
Xwa! we kî bûşim, we kî bûşim?
Birjang pirr le firmîski xwînîn, da key bûşim?
Demîg ki le dergay xweyan derim ken, min dêm we dergay tu
Eger tûnîş derim bikey, ewsa min we kî bûşim?!
((Dilim ez derdê te daîm xemîn e
Be balîn xiştim û bester zemîn e
Hemîn cûrmim kê mû te dost dîrim
Zi her ket dost dire hal în e?!))
Wergîran:
Dillim le derd û jani tu daîm xemîn û pejarebar e
We cîwan xiştim û cîgam zewîn e
Tenya gûnahim ew e ki dosit dîrim
Da bizanim, her kî dosit dîrîd hal û ehwalî wa se?!
((Meger şîr û pelengî ey dil ey dil?
Be mû daîm bicengî ey dil ey dil
Eger destim fitî xûnit verîjim
Bivînim ta çi rengî ey dil ey dil!))
Wergîran:
Meger şêr û pellengî ey dill ey dill?
Wegerd min daîm hay le şerr û ceng ey dill ey dill
Eger bikefîde desim xwînit birişnim
Dakû bînim çi rengîd ey dill ey dill!
((Hezarit dil be ğaret borde vîşe
Hezaranit ciger xûn kerde vîşe
Hezaran dax vîş, ez vîşim eşmer
Henî neşmerde ez eşmerde vîş e!))
Wergîran:
Hezaran dill firetir we tarran birdîde
Hezaran ciger firetir xwîn kirdîde
Hezaran dax firetir, firetir şimardim
Hêmanî neşmardegan le şimardegan firetirin!
((Sîye bextim ke bextim sernigûn bî
Tûwe rûjim ke rûjim vajgûn bî
Şûdim xar û xesê kûhê mûhebbet
Zê destê dil ke ya reb ğerqi xûn bî!))
Wergîran:
Sîyebextim ki bextim pêçewane’s
Sîyerûjim ki rûj û rûjgarim lar bîye
Bîme poş û pilaşi kîfi mûhebbet
Le destî dill ki ya rebî le naw xwîn’a bixinkîd!
((Nigarîna dil û cunim te dîrî
Heme peyda û penhûnim te dîrî
Nedûnim mû ke î derd ez kê dîrim
Hemî zûnim ke dermûnim te dîrî))
Wergîran:
Nîgarê! Dill û gîyanim hin tûne
Gişt diyar û nadiyarim hin tûne
Nîyezanim k’ey jane eşqe le kîye
Her î dizanim ki dermanim we lay tûne
((Dilî nazûk be sane şîşe’em bî
Eger ahî kişim endîşe’em bî
Sirişkim ger bûwe xûnîn eceb nîst
Mû an darim ke der xûn rîşe’em bî!))
Wergîran:
Dillîg nasik wîney (çimanî) şîşe dîrim
Eger ahîg bikîşim endîşe dîrim
Firmîskim ger bîyese xwînîn eceb nîye
Min ew darime ki le naw xwîn rîşe dîrim!

Helbesteyli Temam-Kurdî[biguherîne]

Mamosa Rehmet Mucteba Mînewî le mûzey Qonya da yê qereyg parçe-şîr û çûwarîne we zûwanîg kûne peyda kirdîye ki hin Bawe Tahir in. Î helbesteyle we giştî we zarawayegî Kurdî kûne’n ki îmrûj êtê nemanîye. Bellam (welî) î zarawe we rasî pirdîg e le naw zûwan û zaraweganî Kurdî ki tûwanîm bûşîm Hewramî, Soranî û Kirmanckî girê ded we yegtir. Parçeyg ley helbesteyle:

((Zaricem dî werayî mûrc edxwerd
Mûrcan du destî we Xweda derd
Negehan bamed an bazûdarî
Zariciş kûşt û mûran zaric edxwerd
Dallê ce Elwend kohan kerd perwaz
Baziş bikûşt û xûniş pak vaxwerd
Bamed neçîrevan derdîn û dayîn
Be wekdiş tîr û dall ej kar baderd
“Bişe neçîrevan destit û ça dest
Çi înet bedkere ej kar baderd”
“Be name neşê îne wed ke min kerd
Be min her an keran her wed ke min kerd!”))
Wergîran:
Kewgî dîm xweraki mirûçe dixward
mirûçegan destyan erra Xwa berz kird
Kûtûpirr bazîg rawger û deselatdar hat
Kewgegey kûşt û mirûçegan kewgegeyan dixward
Dallîg le kîfi Elwend perwaz kird
Bazegey kûşt û xwînî pak û temam hellxward
Rawgerîg bêrehm û qîn le dill
Tîrîgî awîşt û dallegey daxist
[Mirûçegan wetyan:] “Biço rawger, desit xweş bo!
K’ey bedkare le kar xistîd
[Rawger wetî:] “Î kare ki kirdim nîyewûd we hoy (delîli) nawdarî min
We minîş her wa biken ki min (we dallegem) kird!”

Hellsengandini Zûwani Çûwarînegani Bawe Tahir Legerd Kurdî, Lûrî, Farsî[biguherîne]

Wûşey Bawe Tahir Kurdî Xwar (Kelhûrî, Gerrûsî, Lekî, Soranî) Kurdî Jûr (Kurmancî) Lûrî Farsî
ez, mû min, mi ez mo men
te to, tû, tûwe te to to
eşmerdin eşmardin, jimardin ejmartin şumurdên şêmorden
bûşim bûşim, billêm, bêjim bêjim begom bêgûyem
dîr- dîr-, he-, hes- he- dar- dar-
dost dîrî dost dîrî, xweşî dewê hez dike dust dare dust dared
verîj- rij-, riş- verij- rîz- rîz-
vîn- wîn-, bîn- bîn- bîn- bîn-
sîye sîye, reş reş sîya sîyah
rûj rûj, roj roj rûz rûz
bîn bîn, bûn bûn bîdên bûden
zûn- zan- zan- dûn- dan-
bûwe bûwe, bîye bûye bîde bûde
ed- e(d)-, di- di- (mê-) mî-
mûran edxwerd mûran/mirûçegan exwerd/dixward mûran dixward mûrçel (me)hûrden mûrçêha mîxordend
Xweda Xweda, Xwa Xwedê Xoda Xoda
dall dall şahîn oqab, şahîn oqab, şahîn
vaxwerd hellxwerd, hellxward, hellqorand vexward hûrd aşamîd
neçîrevan neçîrewan/-van, rawger nêçîrvan şîkarger şêkarçî
ej, ce ej, je, le, de ji, je ê ez
wed wa, weha we, wesa îtûr angûnê
bişe biço biçe boro boro

Hellsengandin Legerd Hewramî, Kirmanckî, Lûrî, Farsî[biguherîne]

Wûşey Bawe Tahir Hewramî Kirmanckî Lûrî Farsî
ez, mû min, ez (kevnar) ez mo men
te tu to, ti, te to to
eşmerdin eşmerdey hûmar şumurdên şêmorden
zaric jereç zaranc kûk kebk
werayî werayî (çîyê) werdişî hûrak xorak
ce ce ci ê ez
verîj- rîj- riş- rîz- rîz-
vîn- wîn-, vîn- vîn- bîn- bîn-
bişe şo boro boro
îne-ş bikûşt ey ney kişt îne-ş kûşt î kûşt-êş în ra koşt-eş