Seyadê Şamê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Dengbêj Seyadê Şamê di ciwaniya xwe de.

Seyadê Şamê bi navê rastî Veysel Çamlîbel (jdb. sala 1922an li bajarê Bazîdê, Bakurê Kurdistanê[1] - m. 20ê îlonê sala 1992an li Krasnodar, Rûsya)[2] dengbêjekî kurd ê efsanewî bû.

Jiyan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Seyadê Şamê di sala 1922an de li navçeya Bazîda Agiriyê ji dayik bûye, kurê mezin ê Malbata Çamlîbel e. Ciwaniya Şamê ya ku zarokatiya xwe di bin siya Serhildana Agiriyê û Komkujiya Zîlanê de derbas kir, hevdemî Şerê Cîhanî yê Duyem jî. Di sala 1943an de bi malbata xwe re ji ber ramanên xwe yên siyasî bi sûcdariya ku dewleta tirk ajantiya Sovyetê ye sirgûnê navçeya Çorimê dike û piştre tê girtin. Şamê ku di sala 1944an de ji Girtîgeha Mumcular a Erzîromê bireve û 26 rojan bê navber xwe gihandiye Îranê, vê carê ji aliyê leşkerên Yekîtiya Sovyetê ve hat girtin û bi sûcdariya ajantiya Tirkiyeyê hat sûcdarkirin. Şemê piştî salekê li Girtîgehê Moskowê û ya Tîflîsê tê ragirtin, dişînin kampên komkirinê yên Sîbîryayê û li wir 9 salan rastî îşkenceya giran tê. Lê piştî mirina Yosîf Stalîn de, Şamê li paytexta Ermenistanê ya Êrîvan bi cih dibe û li ser pêşniyara berpirsê beşa kurdî ya Radyoya Êrîvanê bi Xelîlê Miradov dest bi stranbêjiyê dike. Malbata wî ku heya wê rojê difikirîn ku ew mirî ye, piştî 20 salan bi dengê ku di radyoyê de bihîstiye hîn dibe ku ew dûrûst e. Seyadê Şamê nezikî 49 sal şûnde vedigere bajarê Bazîdê.[3]

Albûma Qulingê birîndar

Gora Şamê, ku di 20ê Îlonê sala 1992an de li bajarê Krasnodar ê Rûsyayê jiyana xwe ji dest da, hîn jî li Krasnodarê ye.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ "Kürt Aşk Hikayeleri - Seyadê Şame Hayatı ve Kürtçe Hikaye | Kundir" (bi tirkî). 13 kanûna paşîn 2022. Roja gihiştinê 26 nîsan 2023.
  2. ^ "Seyadê Şamê'nin yaşamı belgesel oldu". Artı Gerçek (bi tirkî). Roja gihiştinê 26 nîsan 2023.
  3. ^ "Qulinge Birindar Seyad". D&R (bi tirkî). Roja gihiştinê 26 nîsan 2023.