Behaedîn Weled

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search

′′′Behaedîn Weled′′′ an ′′′Mehmed pisê Hisênê Xetîbî yê Bekirî′′′ (bi farisî: بهاءُالدّین وَلَد، محمد بن حسین خطیبی بکری) (bûn 543ê mişextî/1148ê piştî Îsayî, mirin 628ê mişextî/1231ê piştî Îsayî) Arif, zana û şêxekê navdar yê terîqetê di sofîtîyê da, bavê Celaledînê Rûmî bû. Pirtûka wî ya navdar "Mearif" e.

Jînenîgar[biguherîne]

Behaedîn li gundekê dora Belxê li Xorasana mezin ko niha dikeve Efxanistanê hat dinyayê. Wê demê Selcûqî desthilatdarên wê deverê bûn. Wî li wê derê dersên dînî didan û ji ber bawerîyên xwe yên sofîyane ji felsefeyê û kelamê hez nedikri. Ev jî ji rexnegirtina wî li Îmam Fexredînê Razî di pirtûka "Mearif"ê da diyar dibe. Heyamekê berî destpêbûna êrîşa Mexolan ew bi merema Hecê ji Belxê derkevt. Ew li berahîyê çû Bexdayê, paşî çû Mekkeyê. Piştî heca xwe, ew çû Şamê û paştir çû Larende anko Karamanê û li wêderê jî Elaedîn Keyqubadê Selcûqî gelek qedrê wî girt. Piştî wê, ew çû Qonyeyê. Du salan piştî wê, di temenê 58-salîyê da mir. Koma şîret û gotarên wî di kitêbekê da bi navê "Mearif"ê hatine komkirin. Mewlana Celaledînê Rûmî di axivtinên xwe da wekî "ji qencîyên bavê min", behsa wan tiştan dikir ko di wê kitêbê da hatibûn.