Bendava Sê Newala
Bendava Sê Newala, bendava hîdroelektrîke ku li ser çemê Yangtze li parêzgeha Hubei ya Çînê hatîye çêkirine. Bendava Sê Newala bendava hîdroelektrîk a herî mezin a cîhanê ye ku kapasîteya wê 22500 MW e. Di hilberîna elektrîkê ya salane de, piştî Bendava İtaipu, duyemîn bendava herî mezin a cîhanê ye.
Di 4ê hezîrana 2012an de dest bi hilberînê kir. Avakirina bendavê di 2006an de hate qedandin. Bendav xwedî 32 turbînên sereke û 2 turbînên piçûk bi hêza 50MW ne. Digel hilberîna elektrîkê, bendav armanc dike ku kapasîteya trafîka keştîyê li ser çemê Yangtze zêde bike û her weha pêşî li ber lehiyan bigire. Rêvebirîya Çînê, ji hêla aliyên endezyarî, civakî û aborî ve projeyê wekî projeyek dîrokî dibîne.
Lêbelê, bendav bu sedema ku hin deverên arkeolojîk û dîrokî bin avêda bimînin û 1.3 mîlyon mirov neçar bûn ku ji herêmê bar bikin.
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Ev gotar ji agahiyên naveroka gotara wekhev a Wîkîpediyaya tirkî pêk tê.
Ev gotara têkildarî Çînê şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |