Bersîvdana hewdanî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search
Bersîvdana hewdanî yek ji cureyên bergiriya giştî ye.
Xaneyên ziyangirtî hin madeyan der didin ev madeyan bandor li ser xaneyên mast dike ku xaneyên mast hîstamîn der bide.

Bersîvdana hewdanî (bi înglîzî inflammatory response[1]) yek ji rêbazên beravaniya laş e. Heke hokara nexweşiyê bikeve nav laş an jî li beşek laş de birindarbûn rû bide, bersîvdana hewdanî çalak dibe. Armanca bersîvdana hewdaniyê tenêkirin, bêçalakkirin û tûnekirina hokarên nexweşiyê û xaneyên tuşbûyî ne. Her hokara ku ziyan dide xaneyan, an jî şaneyan birîndar dike, dibe sedema çalakbûna bersîvdana hewdaniyê. Li gel vîrus, bakterî, mişexwer, tozkulîlk, jehr û hwd., birînên li ser çerm, ên wekî birînên kêrê, çûyina sitriyek (dirî, kelem) jî bersîvdana hewdaniyê hander dike. Li gel hokarên nexweşiyê û birîndarbûnê, hestiyarî (allerjî) jî bersîvdana hewdaniyê çalak dike. Nîşaneyên sereke yên bersîvdana hewdaniyê, sorbûn, ta, werimî û êş e[2]. Sedema van nîşaneyan, derdana madeyên kîmyayî yên xaneyên hellûşêner û xaneyên ziyangirtî yê.

Bersîvdana hewdanî ji çar qonaxên serek pêk tê:

Birîndarbûna şane û xaneyan[biguherîne]

Xaneyên ziyangirtî (birîndarbûyî) hin madeyên kîmyayî (sîtokîn)der didin, ev made xaneyên mastê hander dikin. Xaneyên mast, yek ji cureyên xiroka spî ye, madeyen kîmyayî yên wekî hîstamîn, serotonîn û prostaglandîn der didin. Hîstamîn lûleyên xwînê yên derûdora birînê fireh dike[3], bi vî awayê herika xwînê zêdetir dibe[4]. Ji ber hîstamînê, xaneyên epîtelî (rûkeşexane) yên dîwarê mûlûleya xwînê girj dibin û dîwarê lûleyên xwînê tenik dibe[5]. Bi vî awayê diwarê mûlûleya xwînê delînbar dibe. Plasma ji xwînê derbasî nav şaneyan dibe, ev rewş derûdorê cihê birîndarbûyî diwerimîne. Prostaglandîn û lêkotrîenan (leukotrienes) navbeynkarên bersîvdana hewdanî ne. Lêkotrîen xaneyên nêtrofîlê ji xwînê arasteyê beşa birîndarbûyî dike. Her wisa lêkotrîen lûleyên xwînê he pirtir delînbar dike. Prostaglandîn bi xavkirina lûsemasûlkeyan, lûleyên xwînê fireh dikin. Sedema sereke ya êşa ji ber hewdaniyê jî prostaglandîn in. Dermanên wekî aspîrîn rê li ber derdana proglastînan digire, loma êşê kêm dike[6].

Firehbûna lûleyên xwînê[biguherîne]

Madeyên wekî hîstamîn û prostoglandîn bandor li ser masûlkeyên li ser diwarên mûlûleyan dike û mûlûleyên xwînê fireh dikin. Xwîn di nav lûleyên firehtir de hê zûtir diherike.Mûlûleyên xwînê hê pirtir xwînê diguhezîne cihê birînê, firehbûna lûleyên xwînê, dibe sedema germbûn û sorbûna dewera tûşbûyî.

Zêdebûna delînbariya lûleyên xwînê[biguherîne]

Dema birîndarbûnê, laşê mirov bi bersîvdana hewdaniyê li dij hokarên nexweşiyê bergiriya laş dabîn dike.

Bi heman dema firehbûna lûleyên xwînê de, navbeynkarên bersîvdana hewdaniyê (hîstamîn, prostaglandîn, lêkotrîen) lûleyên xwînê hê pirtir delînbar dike. Ev rewş rê li ber herika plazmaya xwînê û proteînên plazmayê vedike ku ji xwînê derbasî nav şaneyan bibe, ji ber zêdebûna şileya nav şaneyan, derûdorê birînê diwerime.

Gazîkirina (bangkirin) hellûşêneran[biguherîne]

Lêkotrîen madeyên kîmyayî ne ji aliyê xaneyên xiroka spî ve tên berhemkirin û derdan. Lêkotrîen ji boy xaneyên nêtrofîlê nîşaneyên kîmyayî ne, heke li cihekî derdana lêkotrîen dest pê bike, ev nîşaneyan ji boy nêtrofîlan bandora bangê dikin. Nêtrofîl ber bi cihê derdana lêkotrîen ve koç dikin û li wir kom dibin. Koça nêtrofîlan a ji ber nîşaneyên kîmyayî, wekî kemotaksî bi nav dibe. Her ku nêtrofîl li dewera tûşbûyî de kom dibin, hê pirtir hellûşênerên gewre lêkotrîen der didin. Bi vî awayê li derûdora birînê hê pirtir hêllûşêner kom dibin. Nêtrofîl bi hellûşînê hokarên nexweşiyê û xaneyên ziyangirtî qûtdide. Dema têkoşîna li dij hokarên nexweşiyê de, hin ji xirokên spî jî têk dişkên û dimirin. Paşmayî yên xirokên spî, wekî kêm (îltihab) bi nav dibe. Kêma birînê ji aliyê hellûşênera gewre ve tê tunekirin[7].

Çavkanî[biguherîne]

  1. Berry, Lisa (2005-11-23). "Mosby nurses' pocket dictionary – 33rd edition Chris Brooker Mosby nurses' pocket dictionary – 33rd edition(Ed) Mosby432pp£7.990 7234 3373 90723433739". Nursing Standard. 20 (11): 37–37. doi:10.7748/ns.20.11.37.s41. ISSN 0029-6570. 
  2. Samantha,, Fowler,. Concepts of biology / senior contributing authors, Samantha Fowler, Rebecca Roush, James Wise. Roush, Rebecca,, Wise, James, 1957-, OpenStax College,. Houston, Texas. ISBN 9781947172036. OCLC 896436135. 
  3. Nina,, Parker,. Microbiology. Schneegurt, Mark,, Tu, Anh­Hue Thi,, Forster, Brian M.,, Lister, Philip,, Open Textbook Library,. Houston, Texas. ISBN 9781947172234. OCLC 962280734.  soft hyphen character in |others= at position 27 (help)
  4. Connie., Rye,. Biology. Wise, Robert R., Jurukovski, Vladimir., Desaix, Jean-Frédéric., Choi, Jung Ho., Avissar, Yael. Houston, Texas. ISBN 9781947172029. OCLC 1010949969. 
  5. G., Johnson, Leland (1987). Biology (2nd ed ed.). Dubuque, Iowa: Wm. C. Brown. ISBN 0697049728. OCLC 15106031. 
  6. 1954-, Betts, J. Gordon,. Anatomy & physiology. Desaix, Peter,, Johnson, Eddie (Edward W.),, Johnson, Jody E.,, Korol, Oksana,, Kruse, Dean,, Poe, Brandon, 1969-. Houston, Texas. ISBN 9781947172043. OCLC 898069394. 
  7. Julianne,, Zedalis,. Biology for AP® courses. Eggebrecht, John,, OpenStax College, ((2nd edition) ed.). Houston, Texas. ISBN 9781947172401. OCLC 1011689135.