Nêtrofîl

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Nêtrofîl an jî bi inglîzî Neutrophil, yek ji sê cureyên xirokên spî yên danikî ye[1].

Di nav xirokên spî de xaneya nêtrofîl bi hejmara herî zêde ye. % 50-70 yê xirokên spî ji nêtrofîlan pêk tê[2]. Danikên nêtrofîlê herî baş bi boyaxên nêtar (ne asîdî ne jî bazî) de xuya dibin, loma ev cureya xiroka spî ya danikî, wekî nêtrofîl tê binavkirin[3]. Di xaneya nêtrofîla asayî de navik ji du heta pênc loban pêk tê, lê lobên navika nêtrofîla pîr, dibe ku ji pêncan pirtir be. Hin bakterî mirov tûşî nexweşiyê dikin. Dema di laşê mirov de bakterîyên hokarê nexweşiyê peyda dibê, pêşî nêtrofîl erîşê bakteriyan dike. Danikên nêtrofîlê gelek lîzozom, enzîmên herisînê û hîdrojena peroksîd (H2O2) lixwe digirin. Nêtrofîl bi fagosîtozê bakteriyan dadiqurtîne, paşê di nav sîtoplazmaya xwe de bi enzîmên herisînê bakteriyan têkdişkîne [4].

Gavên bergiriya nêtrofîlê ya li dij bakteriyan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Gavên bergiriya nêtrofîlê ya li dij bakteriyan
  1. Li ser parzûna xaneya xiroka spî (nêtrofîl) de hin wergir hene. Nêtrofîl bi alîkariya van wergiran ji hebûna bakteriyê (dijepeydaker) haydar dibe. Dema bakterî bi wergiran re ket têkili (temas) yê, ev beşa parzûnê ber bi sîtoplazmayê ve tê kişandin.
  2. Bakterî bi parzûna xaneyê tê dorpêçkirin, ev kîsik wekî fagozom tê binavkirin. Lîzozomên nêtrofîlê xwe bi fagozomê ve dizeliqînin, ev pêkhate wekî fagolîzozom tê binavkirin. Lîzozom, enzîmên herisînê berdide ser bakteriyê.
  3. Enzîm bakteriyê perçe dikin. Bi têkşikandina bakteriyan, hin madeyên sûdbexş (kêrhatî) û yên bêkêr çêdibe. Madeyên bêkêr bi egzosîtozê ji nêtrofîlê tên avêtin.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Johnson, Leland G. Biology. 2nd ed., Wm. C. Brown, 1987. ISBN 0-697-04972-8 p310
  2. ^ OpenStax, Anatomy & Physiology, OpenStax ,2013 , p 801 [1]
  3. ^ ENCYCLOPÆDIA BRITANNICA, [2]Neutrophil
  4. ^ Villee, Claude Alvin, et al. Biology. 2nd ed., Saunders College Publishing, 1989. ISBN 0-03-023417-4 p 952