Biraşka şîşê
Biraşka şîşê, kebaba şîşê cure kebabek ji pêjgeha kurd û gelên cîran e. Li ser agirdankên (mantêz) nûjen ên lajwerdî tê pijandin. Goşt li ser şîşan tên pijandin, navê xwe ji wê digire.
Berkelî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
- 1 kg goştê hêtê yê mihê
- 3 serî pîvaz
- Rûnê zeytê
- Xwê
- Merge (avtirş, ava firingiyan, ava bacanên sor, salçe)
Çêkirin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Goştê xwe di dirûvê kûbikî de tîke bikin. Pîvaza xwe hûr bikin, ti teştekê de bi tevî rûnê zeytê, merge, xwê û îsota reş tevdin. Goştê xwe di nav de rojekê di sarincokê de bidin rawestandin.
Sebzeyên xwe bişon, firingî û îsotên hûr bikin. Şîşên xwe amade bikin. Bi awayê rêzkirina 3 çêtî goşt, 1 çêtî donê dawê li şîşan rêzbikin. Li ser agirê komirê bipijînin. Êdî dikare were ser destexaneyê (sifreyê).
Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
- Marinade recipes for shashlik at RusslandJournal.de (ne bi kurdî ye)