Darûziyafe

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Darûziyafe navê cureyekê kufteyê ye. Ji ber ku bi pelhevîrkê tê pêçandin, hinek wê wekî kutilkê (dolmehê) didin nasandin. Ev jî rast e. Darûziyafe ji xwarinên ereban e, derbasê pêjgeha kurd jî bûye.

Berkelî (bo çar kesan)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çêkirin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ji xeynî pelhevîrkê tevahiya melzemeyên xwe tevlîhev bikin, li makîneya goşt bixin, bistrên. Vê têkela xwe bikin wekî loxê, rûloyê û bi pelhevîrkê bipêçin.

Bi vî awayî bi qasî 20 deqeyê di sarincokê de bidin sekinandin. Dûv re rûloyên xwe derînin wan di berayiya 2-3 cm de tîke bikin û li şîşan bixin.

Li ser agirê komirê bipijînin. Kufteyên we pijiyan, wan bi firingî û îsotên xwe yên pijandî bixin binikên xwarinê û servîs bikin.