Xaşxaş kebab
Xaşxaş kebab | |
---|---|
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Biraşka xaşxaşî, xaşxaş kebab, kebaba Rihayê navê biraşkek (kebab) ji pêjgeha kurd e. Li parêzgeha Rihayê navdar bûye lê li gelek deverên Kurdistanê tê xwarin.
Berkelî (bo kesekê)
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- 150-200 gr goştê bêbez ê berxê
- Nivê îsoteke sor
- 1 firing (tomatos)
- 2 îsotên dirêj
- Xwê
- Îsota reş
- Bo piyazê pîvaza teze, îsota sor, bexdenûs, simaq
Amadekirin
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Goştê li makîneyê bixin û têxin badiyekê. Îsota xwe ya sor ziravane hûr bikin, bi tevî xwê û îsota reş tevlî goşt bikin.
Hindik tevdin. Li ser agirdankê (mantêz, manqal) li ser şîşan, bihêlin bipije.
Ji aliyekê ve piyaza xwe çêbikin. Kebaba ku pijiyaye ji şîşan derînin, têxin bindanka xwarinê. Piyaza pîvazê, firingî û îsota li ser agir hatiye pijandin jî têxin bindankê û bo xwarinê bînin ser destexaneyê.
Hûn dikarin kebaba xwe di rûnbirêşkê yan biraşteyê de (caxik, izxare) jî bipijînin.
Bo piyaza pîvazê ji we re 3-4 ta pîvaza teze, 5-6 ta bexdenûs, îsota sor û biharbêhna (biharat) simaqê pêwîst e.
Ev gotara têkildarî pêjgeha kurdî şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |