Meftune

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Meftune, meftûne cure xwarineke quşxaneyê ji pêjgeha kurd û gelên cîran e.

Ji ber ku bêjeya "meftûne" tê wateya dildayînê, ev xwarin bi qasî dildayînê hatiye hezkirin. Bi taybetî li Amedê gelek hez jê tê kirin.

Berkelî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • 750 gr goştê sor
  • 4 serî bacanê reş (bacanreşk)
  • 4 serî frrengî (pamîdor, bacanê sor, şamî, şamik, tomatos)
  • 4 serî îsot
  • 2 kevçî simaq
  • 4 serî sîr
  • Rûnê ron (gulberoj aêd)
  • Av
  • Xwê
  • Biharbêhn (biharat) li ser daxwazê ye

Amadekirin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. Rûnê xwe berdin quşxane yan beroşa xwe û biqelînin. Dema baş qeliya heya ser goşt bigire avê berdinê. Bi vî awayî heya ava xwe kişand bikelînin.
  2. Bacan, fireng û îsota xwe tîke bikin berdin ser goştê xwe. Hinekê avê berdin ser û ava darivandî ya simaqê jî pê re. Xwêya xwe bavêjinê û bikelînin. Ber bi dawîbûnê re sîra kutayî tevlî bikin û hinekê wisa bidin rawestandin. Êdî amade ye were ser destexaneyê.