Biroyê Heskî Têlî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search

Biroyê Heskî Têlî, Brahîm Paşayê pêşawa, Pilingê Celaliyan, Kirrê Celaliyan, Heskîzade Brahîm, Biro, Biroyê Çargurçik (* ? - † 25'ê tîrmehê 1931 li Kaniya Reş a Çaldiranê, rojhilatê Kurdistanê) yek ji siyasetmedar, şervan û fermandarên doza azadiyê ya kurdan bû. Ji êla Celaliyan e. Di dîroka nêzîk a kurdan de wekî lehengekî cihê xwe girtiye.

Jiyan[biguherîne]

Kurê Hesk û Têliyê ye. Di Şerê cîhanê yê I de li dijî dagirkirina rûsan têdikoşe. Dema şer bidawî dibe li Bazîdê dijî û bo debara malbata xwe bazirganiyê dike. Heya dawiya jiyana xwe bi rizgarkirina Kurdistanê û azadiya kurdan ve mijûl dibe.

Serhildan[biguherîne]

Dema Şêx Seîd serî hildide, Biro jî tevlî dibe (1925). Bi têkçûna serhildanê re xwe dispêre Çiyayê Agiriyê. Êlên Hesenan û Celaliyan ji bo serhildana nû birêxistin dike. Yekemîn serhildana Agiriyê lidardixe (16'ê gulanê heya 17'ê pûşperê 1926). Li dijî henga 28. a Romê (Tirkiye) şereke mezin lidardixe. Şer û fermandariya wê di nava kurdan de gelek deng vedide, li ser navê wî gelek stran tên çêkirin.

Bi alikariya Îran, YKSS, Brîtanyayê serhildana Agiriyê têk diçe. Bi hezaran pêşmergeyên kurd ji bo ji nû ve xwe amade bikin, derbasê rojhilatê Kurdistanê dibin. Li rojhilatê jî şer gurr dibe.

Di 28'ê kewçêrê 1927'ê de kurd ji nû ve serhildanekê dikin ku Xoybûnê jî alîkarî dida. Xoybûn Îhsan Nûrî Paşa dişîne cem Biro bo alîkarî û serokatiyê. Pêşmergeyên Kurd Komara Agiriyê dadimezirînin. Brahîm Paşa dibe serokwezîr.

Lawên Biro Heskî Têlî, Emer, Dawûd, Êlhamî û birayên wî Ehmed û Eyûb jî di nava pêşmergeyan de ne. Şerên giran rûdidin. Carelê din Îran, YKSS û Brîtanya li cem Tirkiyeyê cih digirin. Diya Biro, Têlî Xanima Agiriyê, birayên wî, zarokên wî şehîd dikevin. Serhildan têk diçe. Biro xwe dispêre nav kurdên rojhilatê.

Li wir bi alîkariya kurdên rojhilatê li devedora Makoyê, sala 1931'ê de li dijî artêşa Îranê şerên gerîlayî û carnan jî sengerî lidardixin. Pêşmergeyên kurd fermandarê artêşa Îranê Kelb Elîxan Nexşîwan dikujin. Ji kurdan pirranî sîvîl, jin û zarokên xwe ji komkujiyên Tirkiyeyê filitandibûn û dixwestin xwe bispêrin kurdên rojhilatê, gelek kes jiyana xwe jidest didin. Li gel Ferzende Beg, Biro jî şehîd dikeve.