Black Swan (fîlm)

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Qûya Reş
Black Swan Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
DerhênerDarren Aronofsky Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Çêker
  • Mike Medavoy
  • Brian Oliver Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Senaryo
  • Mark Heyman
  • John J. McLaughlin Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Aktor
  • Natalie Portman (aktorê/a sereke)
  • Vincent Cassel (aktorê/a sereke)
  • Mila Kunis (aktorê/a sereke)
  • Barbara Hershey
  • Winona Ryder Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Muzîk
  • Clint Mansell Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Derhênêrê
dîmenê
  • Matthew Libatique Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Çêkirin
  • Andrew Weisblum Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Çapkirin
Dom/Mawe108 deqîqe Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
WelatDewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
ZimanZimanê inglîzî (sereke) li ser wîkîdaneyê biguhêre
Derameta
nesafî

Qûya Reş (bi îngilîzî: Black Swan), fîlmekî cureyê dram e ku ji aliyê derhênerê xwedî xelatan Darren Aronofsky ve hatiye amadekirin. Senaryoya "Black Swan" ji psîkoanalîz û mîtolojiyê îlham girtiye û fîlm bi xwe fîlmekî tarî û hişk e.

Senaryo[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Kompaniyeke baletê dixwaze ‘Swan Lake’ (Behra qûyan) ji nu ve pêşkêş bike, lê cara ewil qûya spî û ya reş wê ji aliyê heman balerînayê ve bên lîstin. Her wiha, ji ber ku Beth MacIntyre, prîma balerînaya kompaniyê, pîr bûye kompanî li yeka nu ya ku bikeve şûna wê digere. Balerînaya jêhatî û azwer Nina Sayers lewra ber xwe dide bo ku rola her du qûyan bistîne. Lê derhênerê kompaniyê Leroy hê vediweste. Ji ber ku li gora wî Nina rola qûya spî û mahsûm bi awayeke mukemel pêşkêş dike, lê wek rexne dibêje ku ji bo qûya reş û dilxapînok divê dildarî û erotîzma wê zêdetir be.

Nina û dayika xwe Erica bi tenê di xaniyekê de dimînin. Dayika wê jî di ciwantiya xwe de balerîna bû lê ji ber ku ji aliyê koreografê xwe ve avis bûbû mecbûr ma dev ji baletê berde. Bi vî rengî, wê Nina anî dinyayê. Ji wir û pêde Erica xwe bi tevahî dide perwerdehiya keça xwe da ku ew li şûna wê biserkeve. Nina di bin tesîra giran a Leroy û dayika xwe hema hema dipeliqe, bi nexweşiya psîkolojîk a dermatîlomanî dikeve û her şev di xewê de sermilê xwe dixurîne û diêşîne. Êdî psîkolojîkmen ewqas dipeliqe ku dest bi dîtina halusînasyonan dike. Ne tenê halusînasyon; Nina êdî dibe paranoîd û di vê baweriyê de ye ku Lily, balerînaya nu û jêhatî, dixwaze rola wê ji destê wê bigire. Halusînasyonên Nina her ku diçin zêdetir dibin. Ewqas ku, gava şevekê tê malê, dibîne û dibihîse ku wêneyên dîwarê pê re diaxivin. Piştre pê dihese ku birîna xurînê ya li sermilê xwe her ku çûye xeratir bûye, û ji birînê mûyeke reş dikişîne. Çavên wê sor dibin û lingên wê werdigerin yên qûyan; bi vê yekê Nina dikeve xwarê û hişê xwe wenda dike.

Roja bê galaya ‘Swan Lake’ heye lê dayika Nina xeber daye kompaniyê û ji wan re gotiye keça wê ji ber ku nexweş ket nikare tevlî bibe. Gava Nina ji xew radibe bi vê yekê gelek bi hêrs e û li dayika xwe dide da ku ew bihêle bila Nina biçe galayê. Wextê digihêje galayê, pê dihese ku Thomas Lily xistiye şûna wê bo rola keybanûya qûyan. Lê Nina berxwe dide û rola xwe dîsa bi dest dixe.

Di tenefûsê de Nina û Lily dikevin ber çavên hev; Lily kostuma qûya reş li xwe kiriye û pêşniyarî Nina dike ku bila ew li şûna wê rola qûya reş bilîze. Bi vê yekê Nina gelek diqehre, her du dikevin nav porên hev û Nina wê ber bi ‘eynika gardiropê ve diavêje. ‘Eynik dişike û Nina perçeke dirêj dixe hundirê zika Lily. Lily gelek xwîn winda dike û dimire û Nina laşê wê li banyoyê vedişêre û dîsa vedigere ser dikê.

Li ser dikê Nina wek ketibe transê rola qûya reş bi fedakariyeke mezin pêşkêş dike: Êdî ew keça fedok û mahsûm werdigere qûya reş û tarî… Temaşevan gelek dilcoş in. quya-res3Êdî Nina werdigere qûya reş û tarî…

Piştî danîşana Nina, Lily li deriyê gardiropa wê dixe bona pîrozkirina wê. Nina hê nu ferq dike ku kuştina Lily yek ji halusînasyonên wê bû. ‘Eynika gardiropê bi rastî şikestî ye, lê Nina hê nu pê dihese ku wê perçeyeke dirêk xistiye nav hundirê zikê xwe.

Bi birîna xwe ya giran Nina ji bo perdeya xwe ya herî dawî diçe ser dikê. Ew qûya spî û mirina wê mikembel pêk tîne. Çepik gelek xurt e û ranaweste. Nina hişê xwe winda dike, lê ji bo temaşevanên fîlmê nediyar e ka ew ji birîna xwee xilas dibe an na.

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]