Natalie Portman

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Natalie Portman
Jidayikbûn
Neta-Lee Hershlag

9ê hezîrana 1981an(1981-06-09) (42 salî)
EsilÎsraêlî
Hevwelatî
  • Îsraêl
  • DYA
PîşeLîstikvan , derhêner , fîlmçêker
Salên çalak1993-roja me
Bejn 1,57 m (5 ft 2 in)
DînCihûtî
Hevjîn
(z. 2012)
Zarok2
biguhêreBelge

Natalie Portman (bi navê xwe yê fermî Natalie Hershlag,[1][2][3][4]hezîranê 1981an li Orselîm, Îsraêl) lîstikvanek amerîkî ye. Ji salên xwe yên ciwantiyê ve ew xwediyê serkeftineke mezin di pîşesaziya fîlm de ye. Wê di cûrbecûr fîlmên blokbuster û fîlmên serbixwe de lîstiye û gelek xelat wergirtiye, di nav de xelatek Oscar û du Xelatên Globeya Zêrîn.

Portman di diwanzdeh saliya xwe de dest bi kariyera xwe ya lîstikvaniyê kir, dema ku wê di fîlma Léon: The Professional (1994) wekî parêzvana ciwan ê mirdarê kîrakirî lîst. Dema ku di lîseyê de bû, wê di sala 1998an de di fîlma The Diary of a Young Girl de dest bi kariyera xwe ya şanoyê kir û bi rola xwe ya Padmé Amidala ya di fîlma Star Wars: Episode I - The Phantom Menace (1999) de lîst. Bi vê rolê Portman nasnameyek navneteweyî wergirt. Ji sala 1999an heta 2003an, Portman beşdarî Zanîngeha Harvardê bû, û bi lîsansê di warê psîkolojiyê de mezûn bû. Wê hejmara rolên xwe yên lîstikvaniyê kêm kir, lê lîstika xwe di sêrîlojiya pêşîn a Star Wars de (yên salên 2002 û 2005an) û di vejîna The Public Theater a sala 2001an de ya lîstika Anton Chekhov a bi navê The Seagull berdewam kir.

Di sala 2004an de, Portman ji bo Xelata Oscarê ji bo Lîstikvana Herî Baş a Piştgiriyê hate berbijêrkirin û Xelata Globeya Zêrîn wergirt ji bo lîstina stripperek nepenî di dramaya romantîk Closer de. Kariyera Portman bi rolên xwe yên stêrk pêşve çû, wekî bi rola Evey Hammond di V for Vendetta (2005), bi rola Anne Boleyn di The Other Boleyn Girl (2008) de, û bi rola balerinaya bi pirsgirêk di fîlma tirsnak a psîkolojîk de Black Swan (2010), ku ji bo wê Xelata Oscarê ya Lîstikvana Herî Baş wergirt. Wê di komediya romantîk No Strings Attached (2011) de cih girt û rola Jacqueline Kennedy di fîlma jînenîgariyê ya Jackie (2016) de lîst, ku bi vê rolê sêyem berendamtiya xelata Oscarê wergirt. Portman di heman demê de wekî rola Jane Foster di fîlmên superqehremanî yên Marvel Cinematic Universe de cih girt: wek di fîlmên Thor (2011), Thor: The Dark World (2013), û Thor: Love and Thunder (2022) de cih girt. Bi vê yekê ew bû yek ji lîstikvana herî payedar a cîhanê.

Serpêhatiyên derhêneriyê yên Portman kurtefîlma Eve (2008) û dramaya biyografîk A Tale of Love and Darkness (2015) dihewîne. Ew girîngî dide ser siyaseta DYA û Îsraêlê û parêzvanek mafên heywanan e. Ew bi danser û koreograf Benjamin Millepied re zewicî ye, ku du zarokên wê pê re hene.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ "נטלי פורטמן חייבת לבזק". web.archive.org. 9 çiriya paşîn 2021. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 9 çiriya paşîn 2021. Roja gihiştinê 30 gulan 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  2. ^ Frick, Emily Burack and Evelyn (7 tîrmeh 2022). "18 Things to Know About Jewish Actress Natalie Portman". Hey Alma (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 30 gulan 2023.
  3. ^ "'Awards Chatter' Podcast — Natalie Portman ('Jackie') – The Hollywood Reporter". web.archive.org. 1 hezîran 2021. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 1 hezîran 2021. Roja gihiştinê 30 gulan 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  4. ^ "Wayback Machine" (PDF). web.archive.org. 12 gulan 2021. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 12 gulan 2021. Roja gihiştinê 30 gulan 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)