Bohemya

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Bohemya (bi çekî: Čechy, bi almanî: Böhmen) navê herêmeka navenda Ewropayê ye ko nêzî 2 li ser sêya Çekyayê ya niha vedigirit. Bi pênaseka dîrokî, hindek caran Bohemya ji hemî herêmên xelkê çekî re dihate gotin. Bi vî awayî, Bohemya deverên Moravya û Sîlesyaya Çekî jî vedigirit.

Rûbera Bohemyayê 52.750 km² in û hêşeta wê jî 6,25 milyon kes in (hêşeta tevaya komarê 10,3 milyon kes e). Almanya li aliyê bakurê rojava, rojava û başûrê rojava hevsiya Bohemyayê ye. komara Polonyayê hevsiya bakurê rojhilatê, herêma Moravya ya Çekyayê hevsiya rojhilatê û Awistriya jî hevsiya başûrî ye.

Dîrok[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Nivîskarên roman kesên pêşîn in ko bi zelalî behsa Boiohaemumyê dikin. Ev peyv ji du paran pêkdihat: Boii û haemum. Ramana peyvê erdê Boiiyan e. Boii gelekê kevnarê seltî bû.

Li sedsala yekê piştî zayînê, gelên germanîk (reng e zûbî) hatin deverê. Piştî gelên germanî ber bi başûrê rojava çûn, li sedsala şeşê piştî zayînê gelên slav ko bavûkalikên çekî yên niha ne hatin deverê.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]