German

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Nexşeya gelên germanî li derûdora 100 p.z. (nexşe bi almanî ye)
Odîn, yek ji xwedêyên mîtolojiya germanan
Kitekita kevirekî runayê yê germanên Skandînavyayê
Futharka kevnare, alfabeya pêşîn a germanan bû.
Koça germanan di navbera sedsalên 2'an û 5'an de (nexşe bi almanî ye)

German an gelên germanî gorî zimanên xwe yek ji komên gelên hind û ewropî ne û bi orijîna xwe ji Ewropaya bakur hatine. Gelên germanî ji pê koça Ewropayê kirin re bi dimatiyên Ewropayê yên kelt, slav û romanan ve teva hev bûn û ew gelên Ewropaya îroj hat pêkanîn.

Etîmolojiya peyva Germani[biguherîne]

Peyva German, bê guman ji zimanê germanên berê de hatiye afirandin. Ger bi zimanê germanî yê kevnare tê wateya "şîş" an "cirît" û man jî tê wateya "mirov". Lê bêtir hin teoriyên li ser peyva german hene. Peyva latînî ya germani herî pêşîn ji aliyê Julius Caesar ve hatiye bikaranîn û bê guman ew ji zimanê keltî hatî bû girtin. Di pirtûka xwe ya li ser Şerê Galî de, Julius Caesar ji welatên rojhilata rûbarê Renê re wek Germania behs dike. Dîsa bi latînî germanus tê wateya hevalbendî, mirovatî û bê guman vê peyvê ji bo germanên ku bi keltan re hembera Romê hevalbendî kiribû dane.

Dîrok[biguherîne]

Li gorî arkeolog û zimannasan qewmên germanan heta dorî 1000-500 b.z. li Skandinavyaya başûr û Schleswigê dijiyan. Di 850-760 b.z. de bê guman ji ber avhewayê, germanan ji Skandinavyayê dest bi koçî başûr kir. Di 650 b.z. de êdî koç zû bûn û li bakura Ewropayê bicih bûn. Kîjan qewmên germanan li ku bicih bûn bi tûnî ne vebirî be jî, gelê got li başûra Deryaya Baltîk bi şûn bûbûn

Gelên germanî li dor piştî zayînê[biguherîne]

German li dor sedsala 1'an gorî bicihbûna xwe wiha parva dibûn:

Germanên Deryaya Bakur[biguherîne]

Germanên li derûdora çemên Ren û Weser[biguherîne]

Di sedsala 3'an şûnda frankan bandora mezin li ser wan kir.

Swêb[biguherîne]

Germanên Bakur[biguherîne]

Ji pê re anglî û yutî jî teva wan bûn.

Germanên li derûdora çemên Oder û Warthe[biguherîne]

Germanên li derûdora çemê Wisla[biguherîne]

Koça qewman û rûxîna Romayê[biguherîne]

Di dawiyên sedsala 2’an b.z. de Gallia (Galiya), Îtalya û Hispania (Hispanya) di bin herka germanan de ma bû. Kênge romayî heta çemên Ren û Danûbê fireh bû û wê demê bakur û rojhilata çemê Renê wek Germania dihat navandin. Di dema Augustus de ji çemên Ren û Danûbê de li başûr û rojhilat heta Wisla û li rojhelat û bakurê Deryaya Baltîk wek Germania Magna dihat navandin.

Di sedsala 5’an de êrîşên qewmên germanên ser Împeratoriya Romê ji bo bandora koçên qewmên hunan ji rojhilat de, dest pê kir. Di bin wan bandoran de germanan koça Îngiltere, Spanya, Îtalya, Efrîqayê kirin. Li derên wan, koçkirina çend qewmên ciyawazî yên german û dimatiyên wir teva hev bûn: li Danîmarkayê yutî û danî; li Swêdê geat û swêyî; li Îngiltereyê anglî û sakson teva hev bû bûn.

Gelên germanî li dewletên Ewropaya îroj de bi rawirtina demê re asîmîle bûn. Li Îngiltereyê anglî, sakson û yûtî bi keltan û brîtonan û pê re jî bi normandên ji Fransayê koçkirî ve têkelina hev û ew gelê Îngiltereya îroj pêk anî bûn. Wek Îngiltere van koçan li ser Skotlandê jî bandor kir. Dimatiyên galî bi gelên germanî ve teva hev bûn û zimanê hat wergera skotiya îroj geordie bû.

Fransayê dîsa bandoreke mezin ji koçên germanan dît. Frankan, yên ku nave danî Fransayê, koça qewman de li Fransaya îroj wek Elsas, Burgundî û Normandiyê bicih bûn. Lê zimanên ku îroj li Fransayê tê axaftin bi gelemperî zimanên romî ne.

Hispania, anku Portûgal û Spanyaya îro jî koçên germanan ji aliyê vîzîgot, swêbî, quadî, markomanî û buriyan dîtî bûn. Vandal jî ber ku derbaza Efrîqayê bûn di Hispania û Tengava Cîbraltar re derbaz bûn. Ji bo wan koçan gelek peyv jî ketina zimanên spanî, katalonî û portûgalî.

Îtalya bi gelemperî li bakura Romayê gelek koçên germanên vandal, vîzîgot û ostrogot di sedsala 5'an de dîtin. Di sedsala 6'an de ew qewma germanî ya lombardan li navçeya îroj a Lombariyê tê zanîn bicih bûbûn. Dîsa normanan Sîcîlya bi pişkî demekê kargêr kirî bûn.

Dimatiyên Almanyayê (ya ku bi gelek zimanan bi navê Germanya tê naskirin), li ber ku koçên germanan ditî bûn bi gelemperî gelên kelt ên bakur bûn. Piştî koçên mezin bi taybetî di bin kargêra Împeratoriya Romê ya Pîroz de ew dimatiyên berê yên slav û balt hatine asîmîlekirin.

Çavkanî[biguherîne]