Bomaweya Mendelî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Mendel ji bo bi duregkirina polkeyê, perîna têkelê bi awayekî destkarî bikar anî.
Riweka polkeyê di rewşa asayî de bi perîna xweyî zêde dibe.
Mendel ji bo xebatên xwe 7 sîfetên riweka polkeyê bikar anî.

Xebat û rêbazên ji bo bidestxistina zanyariyên bomaweyî ko cara pêşîn ji aliyê Gregor Mendel ve hatine kirin, wekî bomaweya Mendelî (bi înglîzî: Mendelian inheritance) tê navkirin.

Bomaweya nûjen li ser bingeha bomaweya Mendelî blind bû. Bomewezanist li gel qanunên Mendelê, hin rewşên nû jî kifş kirin û wekî beşa bomaweya ne-Mendelî nav kirin. Wekî mînak; hevzalbûn, zalbûna netemam, fireallelî (allel zorî) û mutasyon. Herwisa li gor Mendel her sîftek li ser kromozomek cih digirt. Lê em îro dizanin ko her kromozomek ne yek lê gellek gen lixwe digire.

Piştê Mendel, hemû xebatên di warê bomaweyî de da nîşankirin ko di xebatên Mendel de ne şaşî, lê kêmasî hebûn. Hebûna kêmasiyan jî tiştek asayî bû, ji ber ko di salên 1950yan de di destê mirovahiyê de di der barê kromozom, kromozomên homolog, gen, duhendebûna ADN-yê, mutasyon û hwd de bi têra xwe zanyarî tune bû.

Gregor Johann Mendel (1822-1884) yekem kes bû ko bi rêkûpêk lêkolîn kir li ser veguheztina taybetmendiyên bomaweyî ji bavan bo weçeyan (nifşên nû). Mendel xebatên xwe li ser perîna riweka polkeyê (bezelye) kir û encamên taqîkirinên xwe bi rêbazên matematîkî şîrove kir. Bi van xebatên xwe Mendel bû damezînerê qanunên bingehîn ên bomaweyî yê.

Heke tozkulîlk ji porgê kulîlkê bo kospa heman kûlîlkê an jî bo kospa kulîlkek din a heman riwekê ve werin guhaztin, ev perîn wekî perîna xweyî (bi înglîzî: self pollination) tê navkirin. Lê heke tozkulîlk ji porgê kulîlkek ber bo kospa kulîlka riwekek din a heman corê ve were guhaztin, ji vê perînê re tê gotin perîna têkel (bi înglîzî:cross pollination).[1] Di perîna têkel de sperm û hêk ne ji heman riwekê lê ji riwekên heman corê ne. Perîna ko di bin kontrola mirov de rû dide, wekî perîna destkarî (bi înglîzî: artificial pollination) tê navkirin. Gregor Mendel bi perîna destkarî li ser riweka polkeyê de taqiyên perîna xweyî û perîna têkel saz kir.[2]

Mendel di xebatên xwe de duregbûnê, ango lêkdana du polkeyên bi rûxsara yekreg bi kar anî.[3]

Mendel ji bo taqîkirinê 7 sîfetên polkeyê hilbijart û çawaniya veguhaztina sîfetan ji bavan bo weçeyê çavderî kir. Mendel sîfetên wisa hilbijartîbû ko rûxsarê wan di weçeyê de bi hêsanî dihat dîtin. Wekî mînak, dirêjiya qedê ( kurt-dirêj ), rengê tovê (kesk - zer), rûyê tovê (lûs- qurmiçî) rengê kulîlkê ( spî -mor) , cihê kulîlkan (li kotahiya qedê - li tewereyê qedê), rengê meweyê (kesk- zer), şeweyê mêweyê (givaştî – werimî).[1]

Lêkdana tekeduregbûn[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Her dêûbav ji bo her sîfetek, allelk diguhazîne bo weçeyê, bi vî awayî weçe ji bo her sîfetê du allel lixwe digire.

Bomaweya du allelên cuda yên heman sîfetê bo weçeyê, wekî lêkdana tekeduregbûn an jî lêkdana monohîbrîd (bi înglîzî: monohybrid cross) tê navkirin. Di vê lêkdanê de, herdu bavanên yekem (P1) jî ji bo sîfeta diyarkirî yekreg in.Hemû weçeyên F1ê dureg in.[3] Ango di lêkdana tekeduregbûnê de ji bo heman sîfetê, rûxsarebabata (bi înglîzî: phenotype) bavanan ji hev cuda ne.[4] Wekî mînak, ji bo sîfeta rengê kulîlkê, rîweka polke yek ji du rûxsaran li xwe digire, kulîlkê hin rîwekan mor, ên hinekan jî spî ye.

Bi lêkdana tekeduregbûnê, zalbûn û bezîwbûna cota allelan tê derxistin. Gregor Mendel rûxsara ko bi lêkdana monohîbrîd de, di nifşa F1ê de xuya dibe, wekî rûxsara zal (bi înglîzî: dominant phenotype) nav kir. Rûxsra ko di weçeyên yekem (F1) de veşartî dimîne jî wekî rûxsara bezîw (bi înglîzî: recessive phenotype) nav kir.[5]

Ji bo lêkdanek tekeduregbûn a bavanên yekreg, ji her bavanek yek cor gamet peyda dibe, loma di vê lêkdanê de egera peydebûna yek bomawebabetê heye. Hemû weçe (F1) bi bomawebabeta Aa û bi rûxsarebabeta mor in.

Heke weçeyên F1 bi perîna xweyî werin lekdan, vê gavê ji her bavanek du cor gamet peyda dibe gameta “A” û gameta “a”. Pîtîn ango yekbûna gametên nêr û mêyê bi korane (bi şansê) rû dide. Divê hemû egerên yekbûna gametan were hesapkirin. Egera yekbûna gametan bi çar awayî pêk tê, AA, Aa, aA, aa. Aa û aA heman zanyariyên bomaweyî lixwe digirin loma wekî yek cor tê hesîbandin. Li gor vê rewşê, di weçeyên F2 de du ruxsarebabet, sê bomawebabet tê ditin. Bomawebabetê F2 , AA, Aa û aa ye. Rêjeya bomawebabetê: 1: 2: 1 e. Herwîsa sê ji çar weçeyên F2 kulîlkên mor, yek ji çar weçêeyên F2 jî kulîlkên spî lixwe digirin.Ango rêjeya rûxsarebabeta weçeyên F2, 3 mor : 1 spî ye.

Mendel bi van xebtaên xwe, hin agahiyên nû bi dest xist. Encama taqîkirinên wî dabû nîşankirin ko her sîfetêk zîndewerê bi hevkariya cotek yekeyên ji hev cihê peyda dibe.(îro êdî ev yeke wekî allel tên navkirin). Her dêûbav ji bo her sîfetek, yekîneyek diguhazîne bo weçeyê, bi vî awayî weçe ji bo her sîfetê du yeke lixwe digire. Yeke bi navbeynkariya xaneyên zayendê (gamet) tên guhaztin bo weçeyê. Ji ber ko her dêûbav ji bo her sîfetek taybet du allel lixwe digire, her yek ji van allelan bi egera % 50 ji bavan diguhaze bo weçeyê.

Lêkdana teqîkarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Lêkdana taqikarî rêbazek e ji bo diyarkirina bomawebabeta nediyar a rûxsara zal.

Lêkdana tekek (kesek) bi rûxsara zal û bomawebabeta nediyar, bi tekek bi rûxsara bezîw û bi bomawebabeta yekreg, wekî lêkdana taqîkarî (bi înglîzî: test cross) tê navkirin.[6]Lêkdana taqîkarî cara pêşîn ji aliyê Gregor Mendel ve hat bikaranîn û di ware bomawezaniyê de wek amûrek girîng hebûna xwe heta îro domand.[7]

Gava sîfetek bi du allelen cuda tê temsîlkirin û allelek li ser allela din zal be, kesê ko bi rûxsarebabeta bezîw e, bomawebabeta wî yekreg (bi înglîzî: homozygous) e . Ango heke herdu allelên zîndewerê allela bezîw bin, di wê zîndewerê de rûxsarebabeta bezîw xuya dibe.[8]

Heke di zîndewerê de rûxsarebabeta zal xuya bibe, dibe ko bomawebabeta wê yekreg an jî dureg (bi înglîzî: heterozygous) be.[2]

Lêkdana taqikarî rêbazek e ji bo diyarkirina bomawebabeta nediyar a rûxsara zal. Bi vê rêbazê, yekregbûn an jî duregbûna bomawebabeta nediyar a sîfetê diyar dibe.[9]

Lêkdana coteduregbûn[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di weçeyên duyem de (F2) du rûxsarebabetên nû peyda dibe.

Lêkdana di navbera du bavanên yekreg ên bi rûxsarên cuda bo du sîfetan, wekî lêkdana coteduregbûn (bi înglîzî: dihybrid cross) tê navkirin.[3]

Mendel di xebatên xwe de ji heft sîfetên polkeyê her carê du sîfet bi kar anî. Di xebatên Mendel de bavan ji bo herdu sîfetên diyarkirî yekreg bûn lê rûxsarebabetên bavanan ji bo herdu sîfetan ji hev cuda bû.[5] Ango Ji bo herdu sîfetên diyarkirî, bavanek yekreg û bi rûxsarebabeta zal bû, bavanê din, yekreg û bi rûxsarebabeta beziw bû.

Wekî mînak, ji bo çavderîkirina çawaniya guhaztina sîfetên rengê tovê û rûyê tovê di riwekên polkeyê de, Mendel polkeya yekreg a tovê wê zer (tovzer) û rûyê tovê wê lûs (tovlûs), bi polkeya yekreg a tovê wê kesk (tovkesk) û rûyê tovê wê qurmiçî (tovqurmiçî) ve lêk da.[4]

Bomawebabeta riweka tovzer û tovlûs (AABB), bomawebabeta rîweka tovkesk û tovqurmiçî jî (aabb) ye. Ji riweka bi rûxsarebabetê zal, yek cor gamet peyda dibe (AB). Ji riweka bi rûxsarebabeta bezîw jî yek cor gamet (ab) peyda dibe.

Bi pîtîna gametên AB X ab, weçeyên yekem (F1) peyda dibe. Mendel dît ko hemû weçe bi rûxsarebabeta zal a tovzer û tovlûs bûn. Mendel têgihîşt ko bomawebabeta wan AaBb ye, ango hemû weçeyên yekem ji bo herdu sîfetan jî dureg bûn.[7]

Mendel tovên weçeyên dureg çand û di polkeyên nû de perîna xweyî rû da. Li gor qanuna cudabûnê, ji bo weçeyên duyem (F2) her gamet li gel allela (A) an (a), allela (B) an jî (b) lixwe digire. Loma di lêkdana duyem de ji bo çêbûna weçeyên duyem, ji her bavanek AaBb, çar cor gamet (AB,Ab,aB,ab) peyda dibe.[7] Allelên F2 bi 16 awayên mimkin dikarin werin cem hev.[8]

Mendel bi taqiyên lêkdana coteduregbûnê, ji bavanên du rûxsarebabet, di weçeyên duyem (F2) de tovên bi çar cor rûxsarebabet bi dest xist. Rêjeya rûxsarebabetên tovan: 9 lûs û zer : 3 lûs û kesk : 3 qurmiçî û zer : 1 qurmiçî û kesk bû. Ango dema bala xwe bidî rûxsarebabetên herdu sîfetan,encam wekî mîna lêkdana tekeduregbûnê ye, ji bo her sîfetek rêjeya rûxsarebabet dîsa 3 :1 e.[2]

Ji vê ceribandinê, mendel dît ko di weçeyên F2 de neh bomawebabetên cihêreng hene ko bi rêjeya 1 AABB: 2 AABb: 1 Aabb: 2 AaBB: 4 AaBb: 2 Aabb: 1 aaBB: 2 aaBb: 1 aabb pêk tên. Mendel heman taqîkirinê bi cotên hemû sîfetên din ên riweka polkeyê jî kir. Her carê, cihêbûna sîfetan di weçeyên duyem (F2) de bi rêjeya rûxsarebabeta 9:3:3:3 rû dida.[7]

Di weçeyên duyem de (F2) du rûxsarebabetên nû peyda bibû. Rûxsarebabeta tovzer û tovqurmiçî û rûxsarebabeta tovkesk û tovlûs. Ango her sîfet serbixwe hema mîna lêkdana tekeduregbûnê allalên xwe diguhezîne weçeyan. Allelên rengê tovê û allelên rûyê tovê bi awayekî serbixwe dabeşê gametan dibin.[6] Guheztina allelan bo sîfatek, bandor li ser guhaztina allelên sîfeta duyem nake.[4]Zanyariyên ko Mendel ji taqiyên lêkdana coteduregbûnê bi dest xist, îro wekî “qanuna dabeşkirina serbixwe”(bi înglîzî: law of independent assortment) tê zanîn.Qanûna dabeşkirina serbixwe diyar dike ko her cotek allelên kromozomên lêkçû, ji bo diristbûna gametan di qonaxên metefaz û anafaza yekem a dabeşbûna miyozê de , bi awayekî serbixwe tên hemberê hev û ji hev cihê dibin.[1] Dabeşkirina serbixwe ya allelan dibe sedema çêbûna çeşîddariya bomaweyî di navbera nifşên nû de.[9]

Mendel ji xebatên xwe yên li ser duregkirina polkeyê hinek zanyariyên bingehîn bi dest xist. Mendel van zanyariyan bi Sernavê “Taqîkirin di duregkirina riwekan“ di Kovara Civaka Zanistên Xwezayî de da weşandin.[3]

Kurteya hin beşên girîng ên gotarê ko bingeha bomaweya mendelî ye, wekî ya li jêr bû.

  • Di xwezayê de diyarkerên bomaweyî, taybet e ji bo her zîndewerê. (Îro evan diyerkeran êdî wekî “gen” tên naskirin.)
  • Hebûna genan bi cot in. Her riwekek pêgihîştî ji bo her sîfetek taybet, du kopî an jî allelên genan lixwe digire.
  • Allel dibe ko du cor bin, zal an jî bezîw.
  • Di kesek de dibe ko du alellên heman corê an jî kopiyek ji her yekê hebe.[7]
  • Cotên genan di dema diristkirina gametan de bi awayekî yeksan ji hev cihê dibin û belavê gametan dibin. Ji ber vê yekê, her gamet tenê yek endamêk ji cota genê hildigire.
  • Yekbûna gametan, ango pîtîn tesadufî ye.

Qanunên Mendel ên bomaweyê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Qanuna cudabûnê (bi înglîzî: law of segregation)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li gor vê qanunê (zagon), di zîndewerên dîploîdî de ji bo rûxsarek diyarkiri du allel heye. Her allelek li ser kromozoma homolog e. Di dema çêbûna gametan de (bi dabeşbûna miyozê) kromozomên homolog, herwisa alellên li ser wan ji hev cihê dibin û diçin gametên cuda. Dema pîtînê, bi yekbûna gametên mê û nêrê allelên ji dê û bav bi awayekî rasthatinî (tesadufî) tên ba hev û dîsa cota allelan pêk tînin.[5]

Qanuna dabeşkirina serbixwe (bi înglîzî: law of independent assortment)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Qanûna dabeşkirina serbixwe diyar dike ko her cotek allel a ji bo sîfetek cuda, di dema peydabûna gametan de bi awayekî serbixwe dabeş dibin û ji hev cihê dibin. Cihêbûna cota allelên bo sîfetek diyarkirî bandor li ser cota allelek din a sîfetek din nake. Ango bomaweya genek, bandor li ser bomaweya genek din nake.

Qanuna dabeşkirina serbixe di metefaza yekem a miyozê de rû dide. Îro em dizanin ko ev qanûn tenê dema genên du sîfetên ko têne lêkolînkirin li ser heman kromozome nebin, li ser kromozomên cihê bin, an jî heke li ser yek kromozomê bin jî divê genên ev herdu sîfetan bi têra xwe ji hev dûr bin ko şertên qanunê were cih.

Qanuna zalbûnê (bi înglîzî: law of dominance)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ji bo sîfetek diyarkirî, ji herdu allelên ji bavan hatiye wergirtin, allela bi rûxsara zal, her tim rûxsarebabaeta weçeyê de xuya dibe, allela bezîw jî veşartî dimîne. Îro êdî tê zanîn ko hin kêmasiyên vê qanunê hene. Hin caran ji bo sîfetek diyarkirî ne rewşa zalbûna tam, lê zalbûna netemam an jî hevzalbûn jî rû dide.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ a b c Solomon, E., Martin, C., Martin, D., & Berg, L. (2015).Biology. Stamford: Cengage Learning.
  2. ^ a b c Cullen, K. E. (2009).Encyclopedia of Life Science. Newyork: Facts On File, Inc
  3. ^ a b c d Rye, C., Wise, R., Jurukovski, V., Desaix, J., Choi, J., & Avissar, Y. (2017).Biology. Houston, Texas : OpenStax College, Rice University,
  4. ^ a b c Hartl, D. L., & Jones, E. W. (1998). Genetics: Principles and analysis. Sudbury, MA: Jones and Bartlett. ISBN 0-7637-0489-X
  5. ^ a b c Losos, J., Mason, K., Johnson,G., Raven, P., & Singer, S. (2016). Biology (11th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.
  6. ^ a b Simon, E. J., Dickey, J.L., Reece, J. B., & Burton, R. A. (2018).Campbell Essential Biology with Physiology (6th ed.). Newyork, United States: Pearson.
  7. ^ a b c d e Campbell, N. A., & Reece, J. B. (2008). Biology (8th ed.). San Francisco, CA: Benjamin-Cummings Publishing Company.
  8. ^ a b Brooker, R., Widmaier, E., Graham, L., & Stiling, P. (2017). Biology (4th ed.).
  9. ^ a b Starr, C. (2007). Biology:concepts and applications (7th ed.). Boston, MA: Cengage Learning.