Fire allelî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Bomaweya komeleya xwînê bi hevzalbûn,zalbûna temam û fire allelî rû dide.

Fire allelî an jî allel zorî (bi înglîzî: multiple alleles), di koma corek zîndeweran de ji bo sîfetek diyarkiri, hebûna sê an jî zêdetir çeşîdên allelan e.[1]

Di xaneyên dîploîdî de her gen du allel lixwe digire, her allelek li ser kromozomên homolog de di xalên taybet (lokûs) ên li hemberî hev de cih digire.[2]Gregor Mendel di xebatên xwe yên li ser riweka polkeyê de sîfetên xwediyê du genên cîgir (allel) bi kar anîbû. Loma ji Mendel wetrê zîndewer, ji bo sîfetek diyarkirî herî zêde du allelên cuda lixwe digirtin.

Îro êdî em dizanin ko herçiqas zindewerek diploîdî, ji bo her sîfetek (gen) diyarkirî du allel lixwe bigire jî, di rewşa fire allelî de, di koma cora wê zîndewerê (populasyon) de ji bo heman genê, çeşîdên allelan ji duduyan zêdetir e.[3] Ango di encamê xebatên Mendel de ne xeletî, lê kêmasî hebû.

Bi gelemperî hejmara allelan li gor rêzikên li jêr tê rêvebirin.[4]

  • Gamet (xaneya hêkê an jî sperm) ji bo her sîfetek yek cor allel lixwe digire.
  • Zîndewerek an jî xaneyek dîploîdî ji bo her genek (sîfet) du allel lixwe digirin. Dibe ko herdu allel wekhev bin an jî ji hev cuda bin.
  • Koma corek zîndeweran (populasyon) ji bo sîfetek dibe ko du an jî pirtir allelên cuda lixwe bigirin.

Sîstema ABO ya komeleya xwînê, mêşê mêweyê (bi înglîzî: fruit fly) de çêbûna rengê çav, çêbûna rengê pûrt di pisîkan de [5] û di hin corê kîvroşkan de çêbûna rengê pûrt[6] hin mînakên ji bo fire alleliyê ne.

Di sîstema ABO-yê de çêbûna komeleyên xwînê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li gor hebûn an jî tunebûna dijepeydakeran, komeleya xwînê diyar dibe.

Li gor sîstema ABO-yê, di koma mirovan de komeleya xwînê çar cor e (A, B, AB û O)[7] û ji aliyê sê allelan ve tê kontrolkirin. Di mirovek de ji van hersê allelan herî zêde du allelên ji hev cuda heye.[8]

Gena (allel) komeleya xwînê diyar dike, şîfre dide bo çalakiya enzîman ko karbohîdratan bi proteînên ser rûyê xirokên sor ve girê bide.[9] Bi yekbûna karbohîdrat û proteînan, pêkhateya glîkoproteîn peyda dibe.

Molekulên glîkoproteînî, ji bo dijetenên nav plazmaya xwîna mirov, wekî madeyek dijepeydaker e.[10] Komeleya xwîna mirov jî li gor hebûn an jî tunebûna van dijepeydakerên li ser rûyê xirokên sor, diyar dibe.[11]

Gena ko şîfre dide enzîmên bo komeleya xwînê bi tîpa I tê nîşankirin. (Isohemagglutinin: navê dijetenên nav plazmaya xwînê di sîstema ABO a xwînê de. Bi dijepeydakerên ser rûyê xirokên sor ve xwe girê didin û xwînê dimeyînin.[12]

Sê allelên vê genê heye; IA,,IB û IO.[10]

Allela IA li ser xirokên sor de zedekirina galaktozamînê dabîn dike. Allela IB li ser rûyê xirokên sor de galaktozê dide girêdan. Allela IOli ser xirokên sor karbohîdrat nade zêdekirin.

Kromozomê mirovek ji van hersê allelan tenê dikare du allel werbigire. Dibe ko ji bo komeleya xwînê, allelên mirovek yek ji van cotan be IA IA, IB IB, IA IB, IA IO, IB IO, IO IO .

Ango di koma mirov de ji bo komeleya xwînê 6 bomawebabet heye, lê kesek (mirovek) ji van şeş bomawebabetan tenê yekî lixwe digire.

Herwisa Allala IA û IB hevzal in û ev herdu allel li ser allela IO zal in. Li gor vê rewşê, di koma mirovan de ji bo komeleya xwînê 4 rûxsarebabet heye.[13]

Kesen ko allelên IA IA an jî IA IO lixwe digirin, komeleya xwîna wan A ye. Kesên ko bi allelên IB IB an jî IB IO ne, komeleya xwîna wan B ye. Kesên ko allelên IA IB lixwe digirin, komeleya xwîna wan AB ye. Heke mirovek allelên IO IO lixwe bigire, vê gavê komeleya xwîna wî O ye.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Brooker, R., Widmaier, E., Graham, L., & Stiling, P. (2017). Biology (4th ed.).
  2. ^ Alberts, B., Johnson, A., Lewis, J., Morgan, D., Raff, M., Roberts, K., & Walter, P. (2014). Molecular Biology of the Cell (6th ed.). NY: Garland Science.
  3. ^ Betts, J., Desaix, P., Johnson, E., Johnson, J., Korol, O., & Kruse, D. et al. (2017). Anatomy & physiology. Houston, Texas: OpenStax College, Rice University,
  4. ^ Hartl, D. L., & Jones, E. W. (1998). Genetics: Principles and analysis. Sudbury, MA: Jones and Bartlett. ISBN 0-7637-0489-X
  5. ^ https://biologydictionary.net/multiple-alleles
  6. ^ Rye, C., Wise, R., Jurukovski, V., Desaix, J., Choi, J., & Avissar, Y. (2017).Biology. Houston, Texas : OpenStax College, Rice University,
  7. ^ Solomon, E., Martin, C., Martin, D., & Berg, L. (2015).Biology. Stamford: Cengage Learning.
  8. ^ Campbell, N. A., & Reece, J. B. (2008). Biology (8th ed.). San Francisco, CA: Benjamin-Cummings Publishing Company.
  9. ^ Losos, J., Mason, K., Johnson,G., Raven, P., & Singer, S. (2016). Biology (11th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.
  10. ^ a b Johnson, L. G. (1987). Biology. Dubuque, Iowa: Wm. C. Brown.
  11. ^ Parker, N., Schneegurt, M., Tu, A. T., Forster, B. M., & Lister, P. (2016). Microbiology. Houston, Texas: Rice University.
  12. ^ Britannica, The Editors of Encyclopaedia. "agglutinin". Encyclopedia Britannica, 29 Sep. 2022, [1]</. Accessed 15 February 2023.
  13. ^ Simon, E. J., Dickey, J.L., Reece, J. B., & Burton, R. A. (2018).Campbell Essential Biology with Physiology (6th ed.). Newyork, United States: Pearson.