Bronş

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Bronş
Bronşên pişikê
Latînî bronchus
Sîstem Sîstema bêhngirtinê

Bronş[1] (bi latînî: bronchus), boriya keşê ya di pişikê de ye. Ew borrî wek çeqên daran di pişikê de belav dibin. Têde veguhastina gazên henaseyê nabe, lê têde keş tê borandin heta beşên ku veguhastinê gazan têde dibe. Ev pergala ji borriya keşê jê re dara bronşî tê gotin.

Anatomî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Qilqancik di navbera movikê çarem û pêncem ya piştê de, dabeş du çeqan dibe, herdu bronşên sereke yên rast û çepê. Bronşa sereke ya rastê dabeşî sê bronşên parçeyê (bronchi lobares) dibe û ya çepê du bronşên parçeyê. Her bronşeke parçeyê dikeve parçekê (lobus) ji pişikê. Ev dîsa dabeşî bronşên segmentî (bronchi segmentales) dibe ku 10 li pişika rastê û 9 jî li ya çepê ne. Her bronşeke segmentî 6-12 car çeq dibe. Hengî ku qirtik (cartilage) di bronşê de nemîne, ewê bibe bronşik (bronchioli). Ev 3-4 car çeq dibin û paşî dibin bronşikên dawîtî (bronchioli terminales). Ji wir ve beşên veguhastina keşê destpê dikin. Bronşika respiratorî (bronchioli respiratorii) ya ku borriya peqoka pişikê û peqoka pişikê (Alveolus) têde ye.

Erka bronçan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Hüseyin Bektaş (2004)

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]