Henase
Jump to navigation
Jump to search
Henase an nefes pêvajoyeke bo jiyanê gelek girîng e. Mirovên ku henaseya wan biraweste, ewê jiyana xwe ji dest bidin. Bi gelemperrî henase veguhestina keşê (kişandina oksîjen û berdandina CO2) ya di pişikê de ye.
Du beşên henaseyê hene:
- Henaseya derveyî veguhastina gazan di peqokê pişikê de ye.
- Henaseya hindirrî wergirtina wize di şaneyê de bi rêye mîtokondirî
Gihandina gazan ji peqokê pişikê heta tevinekên laş û berevajî bi rêya koendama gerra xwînê peyda dibe.
Koendama henasedanê[biguherîne]
Koendama henasedanê li gorrî erkê wê debeşî du beşan dibe:
- Beşên borandina keş: poz, gewrî, qirrik, qilqancik, bronşên pişikê.
- Beşa veguhastinê keş peqoka pişikê ye.
Di beşên borandina keş de, keş derbasî hindirrî pişikê heta peqoka pişikê dibe. Erka wê borandina û germkirina û têrkirina keş bi hilmê avê ye. Di navbara keşa hindirrî peqokê pişikê û xwîna hindirrî hûrxwînborî de kospa keş-xwînê (aires-blood barrier) heye, têre gazên henaseyê vediguhastin bi rêya belavbûnê (diffusion)
Mekanîka henasedanê[biguherîne]
![]() |