Koendama henaseyê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Sîstema bêhngirtinê hate beralîkirin)
Jump to navigation Jump to search
Cog û endamên henaseyê ku.png

Pêdiviya hemû xaneyên me bi enerjiya ATPyê heye. ATP(Adenozîna sê fosfatî) di nav xaneyê de ji xurekên herisbûyî tê bi destxistin. Lê ji boy destxistina ATPyê, divê xurek bi gaza oksîjenê ve bikeve reaksiyonê[1]. Loma li gel xurekan, divê hertim bi têra xwe oksîjen jî di xaneyê de hebe. Gava oksîjen xurekan têkdişkîne boy ATPyê, gaza karbona dîoksîd jî peyda dibe, lê ev gaz, gazek ziyanbexş e ji boy xane û şaneyên mirov, divê bi demildest ji laşê mirov bê dûrxistin[1]. Bi xebata koendama henaseyê oksîjen û karbona dioksîd di navbera hewa û xaneyên laş de tê alûgorkirin. Ango bi henasegirtinê oksîjen ji hewayê dikeve nav laş, bi henasedayînê, karbona dîoksîd ji laş ber bi hewayê tê dûrxistin[2]. Di laşê mirov de du cure henasedan rû dide, henasedana derve û henasedana navî. Di navbera hewa û xwînê de alûgora gazan wekî henasedana derve tê bi navkirin. Henasedana derve bi navbeynkariya coga henaseyê, di pişikan de rû dide. Di navbera xwîn û xaneyên laş de alûgora gazan jî wekî henasedana navî bi nav dibe. Henasedana navî bi navbeynkariya koendama dilelûleyê pêk tê.

Coga henaseyê[biguherîne]

Searchtool.svg Gotara bingehîn: Coga henaseyê
Illu conducting passages ku.svg

Coga henaseyê beşek ji kondama henaseyê ye. Erka coga henaseyê, guhaztin û alûgorkirina gazan a li navbera hewa û koendama dilelûleyê ye. Coga henaseyê ji difin û devê mirov dest pê dike hetanî pişikan dirêj dibe, di kotahiya coga henaseyê de sikildanokên hewayê heye. Rûyê navî ya coga henaseyê bi rûkeşexaneyan ve dapoşî ye. Di nav rûkeşexaneyan de hin xaneyên derdanî hene, navê van rûkeşexaneyan “xaneyên goblet” e. Xaneyên goblet lîncemade(bi îngilîzî: mucus) der dide. Rûkeşexaneyên difnekelên, borrîhewa û liqê borrihewa xaneyên kûlkdar(bi îngilîzî: ciliated cell) lixwe digirin. Qirrik, borrîhewa û liqê borrîhewa pêkhateyên kirkiragî ne. Li gor cihên pêkhate û endaman, coga henaseyê dabeş dibe du beşan.

Jorê coga henaseyê[biguherîne]

Difinekelên, gewrî û qirrik wekî beşa jorê ya coga henaseyê tê bi navkirin[2].

Xwarê coga henaseyê[biguherîne]

Borrîhewa, liqê borrîhewa û pişik jî wekî beşa xwarê ya coga henaseyê tê bi navkirin. Pişik, borrîkehewa û sikildanokên hewayê lixwe digire[2].

Difin[biguherîne]

Searchtool.svg Gotara bingehîn: Difin
Blausen 0872 UpperRespiratorySystem ku.png

Difin endamê henaseyê û endamê hesta bêhngirtinê ye. Difin deriyê serekî ye ji boy henasegirtinê. Hewa ji herdu kunên pêşî yê difinê dikeve hundirê difin. Herdu kunên difinê bi dîwarek kirkiragî ya bi navê septum, ji hev cuda dibin. Septuma kirkiragî bi hestiyêkî difinê ya bi navê vomer ve yek dibe û difinekelênê dike du beş, beşa çepê û a rastê. Rûyê hundirî yê kunên difin, bi lîncemade û mû dapoşrav e. Hewa ji derve bi navbeynkariya kunên difinê derbasî difinekelênê dibe. Difinekelên ne pêkhteyek girtî ye. Ji aliyê pêşî ve bi kunen pêşî, ango bi kunên difinê, ji alîye paş ve bi kunenên hundir ve girêdayî ye. Kunên hundir hewaya nav difnekelênê arasteyê qirriq dikin. Li ser dîwarê difnekelênê de sê cot hestiyên tenik, ên ko dişibin qalika sedefê (mîdye)heye, navê van hestiyan wekî konka(bi îngilîzî: concha) tê bi navkirn[3]. Konka rûyê difnekelênê firehtir dike. Herwiha hewayê ji derve tê, gava rastê konkayan tê, serûbin dibe û belavî nav difnekelênê dibe, bi vî awayê karê henasedanê hêsantir dibe. Rûyê difinekelênê û konkayan bi rûkeşexaneyên kûlkdar (bi îngilîzî:ciliated epithelial cells) û lîncemade dapoşî ye. Rûkeşexaneyên kûlkdar, xaneyên derdanî lixwe digirin. Navê van xaneyan, xaneyên goblet e. Xaneyên goblet madeya lînc der dide. Hewayê henasegirtinê di nav difin û difinekelênê de tê parzûnkirin, paqijkirin, germkirin û şêdarkirin[4]. Bi vî awayê egera tûşbûna borrîhewa û pişikan a bi hokarên nexweşiyê, kêm dibe, guhaztin û alûgora gazên nav hewayê hêsantir dibe. Gava hewa ji kunên difinê derbasê hundir dibe, rastê mûyên difinê tê. Ji ber gurrahiya mûyan û hebûna lîncemadeyê, hewa li vir tê parzûnkirin û paqijkirin. Di bin linceperdeya difnekelenê de jêrelinceperde heye, jêrelînceperde gellek zêde mûlûleyên xwînê lixwe digire. Gava hewa di nav difin de derbas dibe, ji ber cudahiya germahî ya navbera laş û hewayê, di navbera xwîn û hewayê de alûgorkirina tînê dest pê dike. Heke hewa sar be, ji xwînê tîn diherike nav hewayê û hewa germ dibe, na heke hewa germ be, vê gavê ji hewayê tîn diherike nav xwînê û hewa hênik dibe. Hin caran dibe ku hewayê henasedangirtinê pîçek zuha be. Hewayê zuha gava li ser lînceperdeyê de ber bi qirrikê ve xiş dibe, ji lînceperdeyê molekûlên avê tevlê hewayê dibin û hewayê nav difin şêdar dikin. Gerdên(molekul) bêhndar bi hewayê henasegirtinê dikeve nav difin, di nav lînca difinê de dihele û ji aliyê hestewergiran wekî kartêker tên girtin û ber bi mejî ve tên şandin, boy peydabûna hesta bêhngirtinê. Loma dive difinekelên hertim şil be û bi lîncemadeyê dapoşî be ko bêhna molekûlan bên girtin.

Qirrik[biguherîne]

Searchtool.svg Gotara bingehîn: Qirrik
Qirrika mirov ku.png

Qirrik an jî zengilok beşa serî ya borrîhewa ye, gewriyê bi borrîhewayê ve girê dide. Bi henasegirtinê hewa ji difin û dev de arasteyê gewrî dibe[4]. Gewrî ji boy xurek û hewayê coga hevbeş e. Ango serê soriçik û borrîhewayê di gewriyê de digihîjin hev. Qirrik ji neh heb kirkiragên bi şêweya lûleyî rêzbûyî pêk tê. Riya qirrik û borrîhewayê ji ber desteka kirkiragan hertim vekirî ye[3]. Li qirrikê de kirkiragê tîroîdê, yê herî gewre ye[5], niçikek ji beşa pêşî ya kirkiraga tîroîdê dirêj dibe. ew niçik wekî sevê Adem tê bi navkirin[6]. Sevê Adem ê qirrika zilaman ji ya jinan gewretir e[3]. Li ser devê qirrikê, bi kirkiragê tîroîde ve girêdayî, kirkiragek heye bi şeweyî kevçî, navê wî zimanê kirkiragî ye. Zimanê kirkiragî, ji xeynî dema daqurtîna xwarin û vewxarinê, ji serê qirrikê dûr e. Ango coga henaseyê ji bilî dema daqurtina xurekan, hertim vekiriye[7]. Rûyê navî yê qirrikê bi rûkeşexaneyên kûlkdar û xaneyên goblet dapoşî ye. Dengê mirov di qirrikê de peyda dibe, loma navê qirrikê wekî sindoqa dengê (voice box) jî tê zanîn[8]. Beşa qirrikê ya deng peyda dike wekî zengîlok( bi îngilîzî:glottis) bi nav dibe.

Borrîhewa[biguherîne]

Searchtool.svg Gotara bingehîn: Borrîhewa
Pulmonary Blood Circulation ku.png

Borrîhewa, trake, zengilor an jî kirkirog, borriyek kirkiragî ye, di navbera pişik û qirrikê de hewaye henaseyê diguhezîne. Hewa, ji qirrikê derbasî borrîhewayê dibe. Borrîhewa li pêş soriçikê, ji qirrikê dirêjê singekelênê dibe[1]. Pêşî û kelekên borrîhewa kirkiragdar e, paşiya borrihewayê bê kirkirag e û bi soriçikê ve girêdayî ye. borrîhewa 16 heta 20 kirkiragên netemam, yên bi şêweya pîta C lixwe digire[6]. Rûyê navî ya borrîhewayê bi lîncemade dapoşî ye. Di binê lîncemadeyê de çîna rûkeşaşane ya rûkeşexaneyên kûlkdar û xaneyên goblet heye[4]. Xaneyên goblet lîncemade der dide[8]. Xaneyên kûlkdar madeyên biyanî yên ko ligel hewayê henasegirtinê ketiye nav coga borrihewayê, ber bi qirrik û gewriyê pal dide. Di singekelênê de borrîhewa dabeşî du liqa dibe, van liqên ziravtir, wekî yekemîn liqê borrîhewayê bi nav dibe[5]. Her yekê ji yekemîn liqê borrîhewayê dikeve nav pişikek. Paşê yekemîn liqên borrîhewa jî di nav pişikan de dabeşê liqan dibin, bi vî awayê, liqên borihewayên hê ziravtir peyda dibe. Ev liqên zirav jî wekî duyemîn liqê borrîhewayê tê bi navkirin. Liqê borrîhewa jî wekî mîna borrîhewayê, kirkirag lixwe digire û rûyê liqê borrîhewa bi rûkeşxneyên kûlkdar û lîncemade dapoşî ye. Di nav pişikan de dabeşbûna liqê borrîhewayê didome, heta ko cogên pir zirav peyda bibe, ev cogên herî ziravtir wekî borrîkêhewa tê bi navkirin[2]. Kotahiya borrîkehewayê de sikildanokên hewayê heye[8].

Pişik(Sî)[biguherîne]

Searchtool.svg Gotara bingehîn: Pişika mirovî
Pişikên mirov ku.jpg

Pişik, sî, an jî sîh endama bingehin a koendama henasê ye. Alûgorkirina gazan di navbera xwînê û hewaya derve, di nav pişikan de rû dide. Cotek pişikên mirov heye, di nav singekelênê de. Dilê mirov di navbera herdu pişikan, nezikê pişika çepê de cih digire. Loma pişika çepê ji ya rastê piçûktir e. Pişka rastê sê pil, pişka çepê du pil e[1]. Dora pişikan bi perasûyan û navpençikê dagirtî ye. Pişik pêkhateyek nerm e, dişibe îsfencê û hertim bi hewayê tijî ye. Pişik rasterast bi singekelênê ve giridayî nin in, derveyê pişikan bi perdeya pilûr ve dapoşî ye. Perdeya pilûr ji du çînan pêk tê. Çînek pilûrê bi pişikan ve, çîna din jî bi diwarê singekelên û navpençikê ve girêdayî ye. Valahiya navbera çînên pilûrê, wekî kelêna pilûr bi nav dibe[4]. Xaneyên pilûrê şileyek der dide nav kelênê, ev şile di navbera pişik û derûdora pişikan de lêkxişandinê kêm dike. Di nav pişikê de liqê borrîhewayê borrîkehewayê û sikildanokên hewayê hene. Dîwarê liqê borrîhewa yên stûr, kirkiragî ye, lê yê borrîkehewayan bêkirkiragin. Ji ber hebûna borrîkehewa û sikildanokan rûyê navî yên pişikan bi qasî 70 m2 fireh dibe. Ev rûyê fireh alûgora gazan hêsantir dike. Guhaztin û alugorkirina gazên oksîjen û karbona dîoksîdê di navbera xwîn û hewayê de, karê sereke yê pişikan e . Xwîna kêmoksîjenî, bi navbeynkariya xwînber û xwînberokên pişikê, ji dil digihîje sikildanokan. Xwîna têroksîjenî jî ji pişikan bi rêya xwînhênerok û xwînhênerên pişikê ber bi dil ve tê guhaztin. Pişik ne bi tena serê xwe, lê bi alîkariya navpençik û masûlkeyên parsûyan, guhaztin û alûgorkirina gazan dike.

Navpençik[biguherîne]

Searchtool.svg Gotara bingehîn: Navpençik
1113 The Diaphragm ku.jpg

Navpençik pêkhateyek masûlkî yê bi şeweya qubbe ye. Navpençik di nav singekelên û zikekelênê de cih digire[5]. Rûyê qoqiz li aliyê singekelênêde, rûyê çal jî li aliyê zikekelênê de dimîne. Navpençik ji masûlkeyên peyker(peykeremasûlkê) pêk tê. Girjbûn û xavbûna navpençikê xwenewîst e. Li gel peykeremasûlkeyan, navpençik jêyek navendî lixwe digire. Dema masûlkeyên navpençikê xav in, jêyê navendî ber bi jor ve qoqiz e, û di asta birrbireyê singê yê 8emîn e. Gava masûlkeyên navpençikê girj dibin, îcar navpençik ber bi jêr ve dilive, masûlkeyên navpençikê jêya navendiyê heta asta birrbirreyê singê yê 9emîn dikişîne, bi vî awayê navpençik piçek pahn dibe û qoqiziya wê kêm dibe. Bi vî awayê singekelên fireh dibe. Zêdebûna qebareya singekelênê dibe sedema kêmbûna pestoya hewayê nav pişikan. Asta pestoya hewayê pişikan ji pestoya hewayê derve nizimtir dibe, loma hewa ji derve ber bi pişikan ve diherike. Ango henasegirtin rû dide. Bi xavbûna masûlkeyên navpençikê, jêyê navîn ê navpençikê ber bi jor ve hildikişe, Ji ber rûyê qoqiz a navpençikê, qebareya singekelenê kêm dibe, pestoya nav pişikan zêde dibe. Bi vî awayê hewa ji pişikan ber bi derve diherike, ango henasedayîn rû dide.

Sikildanokê hewayê[biguherîne]

Searchtool.svg Gotara bingehîn: Sikildanokê hewayê
Sikildanok ku.png

Li kotahiya borrîkehewayê de kîsikên piçûk heye, ev pekhateyan wekî sikildanokên hewayê tê bi navkirin. Alûgora gazan a di navbera hewa û xwînê, di nav sikildanokên hewayê de rû dide[9]. Bi şaxdayina borrîkênhewayê, cogên sikildanokan peyda dibe. Sikildanokên hewayê li devê cogê de wekî mîna gûşiya tirî girêdayî ne. Gûşiya sikildanokên hewayê wekî kîsikê sikildanokê tê bi navkirin. Kîsikê sikildanokê ji 20 heta 30 sikildanokên hewayê pêk tê. Di herdu pişikên mirov de bi qasî 300 mîlyon sikildanokê hewayê heye[2]. Ji ber hebûna sikildanokên hewayê, pêkhateya pişikan dişibe îsfencê(lûfik).Sikildanokên hewayê bi tora mûlûleyên xwînê dorgirtî ne. Dîwarên mûlûleyên xwînê ji çînek xaneyên rûkeş(rûkeşexane) pêk tê, ango pir tenik e. Dîwarê sikildanok û lûleyên xwînê, rasterast temasê hev dikin. Ev herdu dîwar bi hev re wekî “perdeya henaseyê” tê bi navkirin[10]. Tora mûlûleyên xwînê yên derdora sikildanokan, xwîna xwe ji xwînberok û xwînhênerokên pişik digirin. Xwîna nav xwînberokên pişikê kêmoksîjenî ye. Dema mirov henase digire, sikildanok dibin sikildanokên piroksîjenî. Ango xestiya oksîjena nav sikildanokên hewayê, ji ya xwînê zêdetir dibe, loma oksîjen ji kîsikê sikildanokan derbasî nav xwîna mûlûleyan dibe. Herwisa di nav mûlûleyên xwînê de xestiya karbona dîoksîde ji ya hewa ya nav kîsikê sikildanokan zêdetir e, loma karbona dîoksîd ji xwînê derbasî nav kîsikê sikildanokan dibe. Bi vê awayê asta rêjeya oksîjena nav mûlûleyên xwînê zêde dibe, karbona dîoksîda wê jî kêm dibe.

Mekanîzmaya henasedanê[biguherîne]

Searchtool.svg Gotara bingehîn: mekanîzmaya henasedanê
2316 Inspiration and Expiration ku.jpg

Peyva henasedan, ji boy karê alûgora gazan a navbera xaneyên laş û hawîrdorê tê bi karanîn. Henasedan ji du gavên sereke pêk tê. Gava yekem girtina hewayê boy pişikan an jî dûrxistina hewayê ji pişikan e. Gava duyem jî, alûgorkirina gazan e. Navbera xwîn û hewayê de alûgorkirina gazan, di pişikê de, di nav sikildanokên hewayê de rû dide.Kiryara livîna hewayê bo nav pişik û derçûna wê ya ji pişik boy derve, wekî mekanîzmaya henasedanê tê bi navkirin. Mekanîzmaya henasedanê du cure ye; henase wergirtin û henasedayîn. Ji derve bi navbeynkariya dev û difin, ber bi pişikan ve çûyina hewayê wekî henase wergirtin bi nav dibe. Herwisa ji pişikan derkirina hewayê jî wekî henasedayîn tê bi navkirin.

Henasewergirtin[biguherîne]

Masûlkeyên navbera parsû yên derve, girj dibin, qefesa singê ber bi jor û pêş ve bilind dibe û fireh dibe. Di heman demê de, navpençik jî girj dibe. Navpençika negirjbûyî ber bi singekelêne ve qoqiz e, bi girjbûna masûlkeyan, navpençika qoqiz ber bi zikekelênê ve tê paldan û pahn dibe[4]. Bi vî awayê singekelên dirêj dibe û fireh dibe. Ji ber ko pişik bi dîwarê singekelenê ve zeliqi yê, pişik jî fireh dibin. Ji ber firehbûna singekelenê, pestoya nav singekelenê û pişikan ji pestoya atmosferê kêmtir dibe. Hewa ji hêla pestoya bilind (ji amosferê ) ber bi cihê pestoya nizim ve diherrike û pişik bi hewayê tijî dibin. Ev rewş wekî henasewergirtin bi nav dibe.

Henasedayîn[biguherîne]

Xavbûna navpençik û masûlkeyên navbera parsû yên derve, qonaxa henasedayînê dide destpêkirin. Gava navpençik xav dibe, ber bi singekelêne ve bilind dibe, ji ber qoqiziya navpençikê, qebareya singekelenê kêm dibe. Herwisa di heman demê de masûlkeyên navbera parsû yên derve jî xav dibin. Bi xavbûna masûlkeyan qefesa singê ber bi jêr ve dilive û qebareya singekelênê kêm dibe, singekelên zorê dide ser pişikan loma qebareya pişikan jî kêm dike. Ji ber kêmbûna qebareyê, pestoya hewa ya nav pişikan ji atmosferê zêdetir dibe. Wek encam, henasedayîn rû dide.

Rêkxistina henasedanê[biguherîne]

Henasedan ji aliyê koendama demarê ve bi awayek demarî, herwisa ji aliyê kîmîkewergiran jî bi awayek kîmyayî tê kontrolkirin. Hejmara henasedanê ya di dirêjiya xulekek de, rêjeya henasedanê diyar dike. Rêjeya henasedana zarokan ji ya mirovên têgihîştî bilintir e. Ji xeynî dema mirov xebatên giran dike, rêjeya henasedanê ya asayî ya mirovê têgihîştî 12-15 henesadan/xulek e. Di heman rewşê de rêjeya henasedana zarokek 10 salî 18-30 henasedan/xulek e[6].

Rêkxistina demarî ya henasedanê[biguherîne]

1311 Brain Stem ku.jpg

Ahenga henasedanê ji aliyê navenda rêkxistina henasedanê ve tê kontrolkirin[7]. Navenda rêkxistina henasedanê di lakêşemejî(mejiyê lakêşe)û pirikê de cih digire[4]. Lakêşemejî (bi latînî:medulla oblongata), pirik(bi latînî:pons) beşên qedê demax e (bi îngilîzî:brain stem). Ji navenda rêkxistina henasedanê bi awayek rêzikî, bi navbeynkariya demarên ragihandinê, sînyal tên şandin ji boy masûlkeyên parsû û navpençikê. Şandin û rawestandina sînyalan ji aliyê sîstema sîmpasawî û parasîmpasawî ve tê kontrolkirin.

Rêkxistina kîmyayî ya henasedanê[biguherîne]

Rêkxistina kîmyayî ya henasedanê bi navbeynkariya kîmîkewergiran(bi îngilîzî:chemoreceptors) pêk tê. Li ser diwarê kewanê şahxwînberê de, di nav şileya mejî û di nav şileya striyekelênê (bi îngilîzî: spinal canal) de kîmîkewergir hene ji boy rêkxistina henasedanê. Hekê di laş de rêjeya karbona dioksîdê zêde bibe, kîmîkewergir pê dihesin û navenda rêkxistina henasedanê agahdar dikin[9]. Bi hîşarkirina kîmîwergiran, rêje û kurahiya henasedanê tê zêdekirin. Dema xestiya karbona dioksîda nav laş û xwînê zêde dibe, di heman demê de pHa hawirdorê jî dadikeve. Daketina pHa xwînê jî kartêkirin e ji boy kîmîkewergiran.

Alûgorkirina gazan[biguherîne]

Armanca serekî ji boy henasedanê ew ko, oksîjena atmosferê bigihîjîne hemû xane û şaneyên laş û di heman demê de karbona dîoksîda nav xaneyan jî ji laş dûr bixe. Xwîna mirov di nav lûleyên xwînê de diherike û têkiliya wê ya rasterast bi atmosfer û xaneyan nîn e. Loma ji boy guhaztina gazan, divê pêşî, oksîjen an jî karbona dîoksîdê bikeve nav xwînê, paşê bi herikîna xwînê xwe bigihîne xaneyan an jî pişikan. Gazên henasedanê, ango oksîjen û karbona dîoksîda nav xwînê, li du cihan de tên alûgorkirin.(ango beramber cih diguherînin). Alûgorkirina yekem di navbera sikildanokên hewayê û xwînê de rû dide. A duyem jî di navbera xwînê û xaneyên laş de pêk tê. Atmosfer gîraweya gazî ye. Her gazek gîraweyê dibe sedema peydabûna pestoyê. Pestoya gazek a nav gîraweya gazî de wekî pestoya qismî tê bi navkirin. Pestoya atmosferê, ji tevahiya pestoya qismî ya gazên atmosferê peyda dibe.

Ango pestoya atmosferê(Patm) = PO2 +PCO2 +PN2 + PH2O = 760 mm Hg ye[1].

Ji ber ko xestiya gazên atmosferê ne wekhev e, pestoya ji aliyê wan gazan ve tê peydakirin jî ne yeksan e. Ango her gazek li gor xestiya xwe pestoya qismî peyda dike. Gaz ji hêla pestoya bilind ber bi hêla pestoya nizm ve belav dibin[4]. Asta pestoya qismî ya gazên henasedanê li tevahiya şaneyên laş de ne yeksan e. Pestoya qismî ya oksîjenê li hinek deverên laş de bilind ê lê bi gelemperî di nav xaneyan de gellek nizm e. Cudahiya asta pestoya qismî rê li ber alûgorkirina gazan ve dike. Gazên henasedanê ji hêla pestoya qismî ya bilind, ber bi hêla pestoya qismî ya nizm ve belav dibin ev rewş wekî belavbûnî (bi îngilîzî: diffusion) tê binavkirin.

Henasedana derve[biguherîne]

Gas exchange in the aveolus ku.png

Kiryarê alûgorkirina hewayê ya navbera laş û atmosferê, di sikildanokên hewayê de rû dide. Di navbera sikildanokên hewayê û mûlûleyên xwînê de alûgorkirina gazan wekî henasedana derve bi nav dibe[5] . Dîwarê sikildanokên hewayê ji çînek xane pêk tê. Ev çîna tenik a sikildanokên hewayê, ji aliyê derve, bi mûlûleyên xwînê ve dorgirtî ye. Dîwarê mûlûleyên xwînê jî ji çînek xane pêk tê[5]. Ango oksîjena di nav sikildanokên hewayê ji xwînê bi qasî stûriya du xaneyan dûr e. Pêkhate û rêjeya hewayê nav sikildanokan neguherbar e û ji ya atmosferê cuda ye. Ji ber hebûna hilma avê, di nav sikildanokên hewayê de pestoya qismî ya oksîjen û nîtrocenê dadikeve. Lê pestoya qismî ya karbona dîoksîda nav sikildanokan ji ya nav atmosferê bilindtir e.

- PO2= 100 mm Hg ye û ji PO2 ya atmosferê kêmtir dibe[1].

- Herwisa pestoya qismî ya karbona dîoksîda nav sikildanokan jî ji ya atmosferê bilindtir e. PCO2 = 40 mm Hg ye[1].

Derdorên sikildanokên hewayê bi mûlûleyên xwînê dorgirtî ye. Xwîna nav mûlûleya xwînê ya xwînberoka pişikê, kêmoksîjenî ye. Pestoya qismî ya oksîjenê ya beşa xwînber a mûlûleyê(PO2)40 mm Hg ye[1]. Di heman mûlûleyan da pestoya qismî ya CO2 yê 44 mm Hg e[1]. Cudahiya xestiya gazên nav xwînê ji yên nav sikildanokên hewayê, dibe sedema alûgorkirina gazên henaseyê. Hewayê henasegirtinê ya nav sikildanokên hewayê, têroksîjenî ye û xestiya karbona dîoksîdê jî gellek kêm e. Lê beravajiyê wê, di nav xwîna mûlûleyên xwînê yên derdora sikildanokan de xestiya oksîjenê kêm e û xestiya karbona dîoksîdê jî zêde ye. Wek encam, pestoya qismî ya oksîjena nav sikildanokan, ji oksîjena nav xwîna mûlûleyan bilindtir e. Herwisa pestoya kismî ya karbona dîoksîda sikildanokan jî ji ya xwînê nizimtir e. Rûyê navî ya sikildanokên hewayê bi çînek avê dapoşî ye, av belavbûniya (dîfuzyon) gazan hêsantir dike. Di sikoldanokan de pestoya oksîjenê 100 mm Hg ye, di nav xwînê de pestoya qismî ya oksîjenê 40 mm Hg ye[1]. Ji ber cudahiya pestoya qismî ya oksîjena sikildanokê û ya xwînê, oksîjen ji sikildanokan ber bi xwînê ve belavbûnî dibe. Aresteya belavîbuniya karbona dîoksîdê beravajiyê ya oksîjenê ye. Xwîna mûlûleyan kêmoksîjenî ye lê pestoya qismî ya karbona dîoksîdê 44-45 mm Hg ye û ji ya nav sikildanokan bilindtir e. Loma karbona dîoksîda nav xwînê ji parzûna xaneya mûlûleya xwînê û parzûna xaneya sikildanokê derbas dibe dikeve nav hewayê sikildanokê. Belavbûniya karbona dîoksîdê didome, heta ko pestoya karbona dîoksîda xwînê dabikeve 40 mm Hg yê.

Henasedana navî[biguherîne]

Internal respiration ku.png

Alûgorkirina gazan a di navbera xwîn û şaneyan de wekî henasedana navî bi nav dibe[5]. Herwekî henasedana derve, henasedana navî jî ji ber cudahiya pestoya qismî ya gazên henasedanê rû dide. Xwîna têroksîjenî ji pişikan bi navbeynkariya xwînhênerên pişikê ji bo guhika çepê ya dil tên guhaztin. Dil xwîna têroksîjeniyê pompe dike ji boy xane û şaneyên laş. Pestoya qismî ya oksîjena xwîna têroksîjenî 100 mmHg ye, herwisa pestoya qismi ya karbona dîoksîda xwînê jî 40 mm Hg ye. Ji ber henasedana xaneyî, pestoya qismî ya oksîjena nav xaneyê ji oksîjena xwînê nizmtir e û 40 mm Hg ye. Herwisa pestoya qismî ya karbona dîoksîda nav xanayê jî 45 mm Hg ye û ji ya nav xwînê bilindtir e. Ji ber cudahiya pestoya qismî ya oksîjena nav xwînê û ya nav xaneyên laş, oksîjen ji xwînê ber bi xaneyan belavbûnî dibe heta pestoya qismî ya oksîjena xwînê dabikeve 40 mm Hg yê. Di heman demê de karbona dîoksîda nav xaneyan jî ber cudahiya pestoya qismî, ji hêla pestoya bilind ango ji nav xaneyan, ber bi hêla pestoya nizim, ango ber bi xwînê belavbûnî dibe . Bi vî awayê pestoya qismî ya oksîjena nav xwîna mûlûleya xwînê dadikeve 40 mm Hg ye û pestoya qismî ya karbona dîoksîda nav xwînê jî zêde dibe û dibe 45 mm Hg yê. Ev xwîna kêm oksîjenî bi navbeynkariya xwînhênerok û xwînhêneran ber bi dil ve tê guhaztin. Ji dil jî ber bi pişikan ve tê pompekirin ji boy henasedana derve.

Guhaztina gazên henasedanê di nav xwînê de[biguherîne]

Oksîjen û karbona dioksîd bi kiryara alûgorkirinê ji atmosfer û xaneyan belavbûniyê nav xwînê dibin. Oksîjen, di sikildanokên hewayê de, ango di pişikan de derbasî nav xwînê dibe û di nav xwînê de tê guhaztin ji boy hemû xaneyên laş. Herwisa karbona dîoksîd jî ji xaneyên laş belavbûniyê xwînê dibe û di nav xwînê de ber bi pişikan ve tê guhaztin[9]. Beşek hindik ji gazên henasedanê di nav plazmaya xwînê de dihelê(ditiwene) û bi herikîna xwînê tê guhaztin. Lê piraniya gazên henasedanê bi hemoglobînê ve giredayî tê guhaztin.

Guhaztina oksîjenê di nav xwînê de[biguherîne]

Oksîhemoglobîn ku.png

Pirraniya oksîjenê tê guhaztin bi şeweyî oksîhemoglobînê, hinek jî bi şeweyî tiwawe li plazmayê de tê guhaztin. %1,5ê oksîjenê di nav plazmaya xwînê de dihele û bi navbeynkariya plazmayê tê guhaztin. %98,5ê oksîjnê xwe bi hemoglobînê ve girê dide û bi vî awayê di nav xwînê de tê guhaztin. Girêdana oksîjenê ya bi hemoglobînê wekî oksîhemoglobîn (HbO2) tê bi navkirin[8]. Hemoglobîna kêmoksîjenî jî wekî deoksîhemoglobîn bi nav dibe. Di laşê mirovê tendurîst de ji boy her milîlîtreyek xwînê, 0.2 mîlîlître oksîjen di nav hemoglobînê de tê guhaztin. Hemoglobîna bi oksîjenê têrbûyî, rengê xwînê sor dike, xwîna kêmoksîjenî bi rengê şînokî-binefşî ye. Girêdana oksîjenê ya bi hemoglobînê, girêdanek sist û demkî ye. Girêdana oksîjenê ya bi hemoglobînê di pişikan de, di nav xwîna mûlûleyên derdora sikildanokên hewayê de rû dide. Herwisa di hêla henasedana navî de, di nav xwîna mûlûleyên xwînê yên di kotahiya xwînberokan de, oksîjen ji hemoglobînê diqete û ji xwînê derbasî nav xaneyên laş dibe. Hin faktor hene ko bandor li ser yekgirtin an jî têkşikestina oksîjenê û hemoglobînê (oksîhemoglobîn) dikin. Wekî mînak, pestoya qismî ya oksîjenê, rêjeya pHa xwînê, germahiya hawirdorê, asta rêjeya karbona dîoksîda hawîrdorê û hin nexweşî bandor li ser têrbûniya hemoglobînê dike[1]. Nexweşiyek bomaweyî heye bi navê kêmxwîniya xaneya dasî (bi îngilîzî: sickle cell anemia) şeweyî xirokên sor ên kesê bi wê nexweşiyê, glover nîn e lê bi şêweya dasê ye. Ji ber şêweya xaneyên xwînê, mêjera hemoglobîna xirokên sor ên dasî ji ya xirokên sor ên asayî kêmtir e[1]. Loma di nav xwîna kesên bi nexweşiya kêmxwîniya dasî de bi têra xwe oksîjen nayê guhaztin.

Guhaztina karbona dîoksîdê di nav xwînê de[biguherîne]

Xurekên wekî glukoz, asîdên amînî û çewrî di nav xaneyên de tên hilweşandin ji boy bi destxistina gerda ATP yê. Ev karê xaneyê wekî henasedana xaneyî tê bi navkirin. Bi henasedana xaneyî li gel ATPyê hin madeyên din ên wekî av, karbona dîoksîd û amonyak jî peyda dibin. Karbona dîoksîd û ji boy xaneyê madeyek ziyanbexş e, divê ji xaneyê bê dûrxistin. Xane ji pişik û sikildanokên hewayê dûr in, loma divê CO2 a xaneyê bi navbeynkariya xwînê ber bi pişikan ve bê guhaztin.

Karbamînohemoglobîn ku.png

Aresteya guhaztina CO2ê, ji xaneyên şaneyan ber bi pişikan ve ye. Xestiya CO2a xaneyan, ango pestoya qismî CO2a xaneyan ji ya nav xwînê bilintir e, loma CO2 bi hêsanî ji parzûna xaneyê belavbûniya nav xwînê dibe.

CO2 bi sê rêbazê cuda di nav xwînê de tê guhaztin.

1. Guhaztina di nav plazmaya xwînê de bi şêweyî gaza CO2

Bi qasî % 7ê CO2 ê di nav plazmaya xwînê de dihele(ditiwawe). Karbona dîoksîd bi şeweyî tiwawe ber bi pişikan ve tê guhaztin[6].

2.Guhaztina li gel hemoglobînê bi şeweyî karbamînohemoglobîn

Hinek ji CO2 bi hemoglobînê an jî bi proteînên plazmayê ve girêdan çê dikin bi van proteînan ve tên guhaztin. % 23ê gaza CO2 ê bi navbeynkariya xirokên sor, li ser hemoglobînê tê guhaztin. Bi hev re girêdana CO2 û hemoglobînê wekî karbamînohemoglobîn tê bi navkirin[8].

3. Guhaztina di nav plazmaya xwînê de bi şeweyî bîkarbonat

Pirraniya CO2 jî bi şêweyî HCO3 di nav plazmaya xwînê de û wekî (H+) bi hemoglobînê ve gîrêdayî tê gugaztin. Bi qasî % 70yê karbona dîoksîdê bi şêweyî îyonên bîkarbonat di nav plazmaya xwînê de tê guhaztin[10]. Pêşî, CO2 dikeve nav xirokên sor, di nav xirokên sor de bi navê anhîdraza karbonî( bi îngilizî: carbonic anhydrase) enzîmek heye. Enzîma anhîdraza karbonî, CO2 ê bi avê ve girê dide û asîda karbonî peyda dibe[2]. Asîda karbonî asîdek lawaz e. Ji ber wê yekê, bi hêsanî hildiweşe boy îyonên bîkarbonat û hîdrojenê. Piraniya îyonên hîdrojenê bi hemoglobînê ve tên girêdan û ligel xirokên sor, di nav xwînê de ber bi pişikan ve tên guhaztin[7]. Gava xwîn digihîje sikildanokên hewayê, di nav xwîna mûlûleyên pişikan de, îyonên bîkarbonatê bi îyonên hîdrojenê ve yek dibin û carek din asîda karbonî peyda dibe. Bi alîkariya anhîdraza karbonî, asîda karbonî tê hilweşandin ji boy av û karbona dîoksîdê. Di heman demê de Karbona dîoksîda bi hemoglobînê ve girêdayî jî serbest dimîne. Di xwînê de pestoya qismî ya CO2ê ji ya hewayê nav sikildanokan bilintir e, loma CO2 ji xwînê belavbûniya nav sikildanokên hewayê dibe[6].


Çavkanî[biguherîne]

  1. a b c d e f g h i j k l OpenStax Biology. 2013. [1]
  2. a b c d e f Sylvia S. Mader, D., & Windelspecht, M. (2015). Biology (12th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.
  3. a b c McKinley, Michael P.(2010) Human anatomy.3rd ed. McGraw-Hill Higher Education ISBN 978–0–07–337809–1
  4. a b c d e f g Villee, Claude Alvin, et al.( 1989) Biology. 2nd ed., Saunders College Publishing. ISBN 0-03-023417-4
  5. a b c d e f Waugh, A., Grant, A., Chambers, G., Ross, J. S., & Wilson, K. J. (2014). Ross and Wilson anatomy & physiology in health and illness 12th ed.
  6. a b c d e OpenStax, Anatomy & Physiology, OpenStax ,2013 [2]
  7. a b c Campbell, Neil A., and Jane B. Reece. Biology. 8th ed., Pearson Education, Inc., 2008. ISBN 978-0-8053-6844-4
  8. a b c d e Johnson, Leland G. (1987 )Biology. 2nd ed., Wm. C. Brown,. ISBN 0-697-04972-8
  9. a b c Ireland, K. A. (2010). Visualizing Human Biology. Hoboken, NJ: John Wiley & Sons.
  10. a b Starr, C., & McMillan, B. (2010). Human Biology. Boston, MA: Cengage Learning.