Here naverokê

Peqoka pişikê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Peqoka pişikê
Peqoka pişikê
Latînî alveolus pulmonis
Kod Şablon:TerminologiaHistologica
A - (Alveolus) Peqoka pişikê
AS - (Septum alveolare) Dîwarê peqoka pişikê
BR - (Bronchioli respiratorii) Bronşika respiratorî
BT - (Bronchioli terminales) Bronşika dawîtî
D - (Mucous gland) Toşbiya gilêzê
DA - (Ductus alveolaris) Borriya peqokê
M - (Musculus) masûlke
N - (Nervus) Birik
PA - (Arteria pulm) Xwînber
PV - (Vena pulm) Xwînwerîn

Peqokên pişikê an jî sikildanokên hewayê (bi latînî: alveolus) beşên di pişikê de yên ku têde veguhastina gazên henaseyê di navbara xwîn û keş pêk tên.

Bronşika kotahî (bronchioli terminales) çeq dida wek goşiya tirî, ku her takek pêve bronşika respiratorî ye û teneyê wê peqoka pişikê ye. Li wêneyê binênre ku hûn bişopînin.

Têreqasa peqokekê ya ku li gorra têhenasedanê û derhenasedanê diguherre, di navbara 50-250 μm. Peqokên ku bi bronşikekê kotahî ve ne, ligal wan azînus (acinus) tê gotin. Dora her 12 azînus parçikek (lobulus) ji pişikê pêk tînin. Li ser rûyî pişikê sinorê parçika pişikê bi çavan tên dîtin.

Ruyê dîwarê peqoka pişikê ji du cor xaneyên epîtel pêk tê:

  • Pişikexaneya cor 1 (pneumocyte typ 1) ya ku tenik û rûyê wê mezin e. 95 % ji rûyê dîwarê peqokê dadigire û ew beşek ji Kospa keş-xwînê (boold-air barrier) ye.
  • Pişikexaneya cor 2 (pneumocyte typ 2) çargoşe ye û surfaktant (pulmonary surfactant) dirist dikin.
  • Xaneyên hellûşêner ên pişikê (alveolar macrophages) li ser ruyê dîwarê peqokê digerrin û gemar û tiştên biyanî dadiqurtînin.

Bin vê xaneyên epîtel de şaneya bester (bestereşane) heye, ya ku ji xaneya girêdanê û rîşalên kollagen (collagen fibres) yên cor 4 û rîşalên jihevkêş (elastic fibres) pêk tê û gelek mûlûleyên xwînê têde ye.