Qirrik

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Coga henaseyê

Qirrik (bi înglîzî: larynx )beşa serî ya borrîhewa ye, gewriyê bi borrîhewayê ve girê dide[1]. Bi henasegirtinê hewa ji difin û dev de arasteyê gewrî dibe. Gewrî ji bo xurek û hewayê coga hevbeş e. Ango serê soriçik û borrîhewayê di gewriyê de digihîjin hev. Ji xeynî dema daqurtînê, rêya borrîhewayê hertim vekirî ye.

Pêkhateya qirrikê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Qirrik û zengiloka mirov

Qirrik ji neh heb kirkiragên bi şêweya lûleyî rêzbûyî pêk tê. Ji wan kirkiragan sê heb tek, sê heb jî cot in[2]. Kirkirag bi alîkariya lîgament û masûlkeyan bi hevre girêdayî ne. Rêya qirrik û borrîhewayê ji ber desteka kirkiragan hertim vekirî ye. Li qirrikê de kirkiragê tîroîdê, yê herî gewre ye, pêşî û kêlekên qirrikê bi vî kirkiragê dagirtî ye[2]. Niçikek ji beşa pêşî ya kirkiraga tîroîdê dirêj dibe. Ev niçik wekî sêva Adem tê bi navkirin[1]. Sêva Adem a qirrika zilaman ji ya jinan gewretir e[3]. Li ser devê qirrikê, bi kirkiragê tîroîde ve girêdayî, kirkiragek heye bi şeweya kevçî[2], navê wî zimanê kirkiragî ye. Zimanê kirkiragî, ji xeynî dema daqurtîna xwarin û vewxarinê, ji serê qirrikê dûr e. Ango di navbera devê qirrikê û zimanê kirkiragî de valahî heye, hewa ji gewrî bi hesanî derbasî qirrik û borrîhewayê dibe[4].

Çalakiya zimanê kirkiragî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Qirrik bi masûlkeyên ziman ve girêdayî ye[3]. Gava mirov xurek dadiqurtîne, zimanê mirov ber bi esmanê dev bilind dibe û xurekê ber bi gewrî pal dide. Di heman demê de qirrik jî bi ziman ve ber bi zimanê kirkiragî hildikişe[4], valahî di navbera devê qirrikê û zimanê kirkiragî de namîne, bi vî awayî zimanê kirkiragî li ser devê qirrikê rûdinê, devê qirrikê digire û nahêle xwarin biçe nav borrîhewayê. Piştê daqurtîna xurekê, qirrik û borrîhewa ber bi jêr ve dadikêşên bi vî awayî zimanê kirkiragî ji serê qirrikê dûr dikeve. Ango coga henaseyê ji bilî dema daqurtina xurekan, hertim vekiriye. Zimanê kirkiragî ji xeynî hewayê, rê li ber her tişan digire û nahêle bikevên nav borrîhewa û pişikan. Hin caran dibe ku piçek xurek an jî hinek vexwarin ji berbesta (barîkad) zimanê kirkiragî bifilite û bikeve nav qirrik û borrîhewayê. Di rewşek wisa de mirov bê hemdê xwe dikuxe û ew madeyên biyanî bi zora pestoya hewayê ji borîhewayê tê avêtin. Rûyê navî yê qirrikê bi rûkeşexaneyên kûlkdar û xaneyên goblet dapoşî ye[5].

Deng peydakirin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Dengê mirov di qirrikê de peyda dibe, loma navê qirrikê wekî sindoqa dengê (voice box) jî tê zanîn[6]. Beşa qirrikê ya deng peyda dike wekî zengîlok (bi îngilîzî: glottis) bi nav dibe[6]. Zengîlok ji cotek dengejê, qata vestîbulî (bi îngilîzî: vestibular fold) û qelîştoka navbera dengejêyan pêk tê. Dema henasedanê herdu dengejê ji hev dûr in, hewa di nav qelîştoka dengejêyan de bi hesanî derbas dibe. Lê dema deng derxistinê, cota dengejê nêzikê hev dibin rê li ber herrika hewayê digirin. Hewa bi zorê ji pişikan ber bi derve diherrike. Pestoya hewaya pişikan, dengejêyan dilerizîne, bi vî awayê deng peyda dibe. Dengejê, gava ji pişikan henasê te dayîn, deng dirust dike, ango dema henasegirtinê deng peyda nabe. Dengê di qirrikê de peyda dibe bi alîkariya ziman, diran, esmanê dev û levan diguhere û dibe pît an jî peyv[1]. Dengê her mirovek ji yê dinan cuda ye. Dirêjî û şidaniya dengêjeyan, cora deng diyar dike[5] . Hormona testosteronê bandor li ser gewrebûna kirkiragên qirrikê dike. Bi gelemperî qirrika zilaman ji ya jinan gewretir e[2]. Herwiha dengê zilaman jî yê jinan berztir e.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ a b c Waugh, A., Grant, A., Chambers, G., Ross, J. S., & Wilson, K. J. (2014). Ross and Wilson anatomy & physiology in health and illness 12th ed.
  2. ^ a b c d McKinley, Michael P.(2010) Human anatomy.3rd ed. McGraw-Hill Higher Education ISBN 978–0–07–337809–1
  3. ^ a b Ireland, K. A. (2010). Visualizing Human Biology. Hoboken, NJ: John Wiley & Sons.
  4. ^ a b Campbell, Neil A., and Jane B. Reece. Biology. 8th ed., Pearson Education, Inc., 2008. ISBN 978-0-8053-6844-4
  5. ^ a b OpenStax, Anatomy & Physiology, OpenStax ,2013 [1]
  6. ^ a b Sylvia S. Mader, D., & Windelspecht, M. (2015). Biology (12th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.