Qilqancik

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search

Borîhewa, trake, qilqancik[1] an jî zengilor[2] (bi îngilîzî: windpipe, trachea), boriyek kirkiragî ye, di navbera pişik û qirrikê de hewaya henaseyê diguhezîne. Hewa, ji qirrikê derbasî borîhewayê dibe.

Pêkhateya borihewa[biguherîne]

Borîhewaya mirov pêkhateyek kirkiragdar e.

Borihewaya mirov bi qasî 10-12 cm dirêj e. Stûriya wê 2 cm e. Borîhewa li pêş soriçikê, ji qirrikê dirêjê singekelênê dibe. Pêşî û kelekên borîhewa kirkiragdar e, paşiya borihewayê bê kirkirag e û bi soriçikê ve girêdayî ye. Borîhewa 16 heta 20 kirkiragên netemam[3], yên bi şêweya pîta C lixwe digire[4].

Diwarê borîhewayê ji çar çînan pêk tê. Rûyê navî ya borîhewayê bi lîncemade dapoşî ye. Di binê lîncemadeyê de çîna rûkeşaşane ya rûkeşexaneyên kûlkdar û xaneyên goblet heye[3]. Xaneyên goblet lîncemade der dide. Xaneyên kûlkdar madeyên biyanî yên ko ligel hewaya henasegirtinê ketiye nav coga borihewayê, ber bi qirrik û gewriyê pal dide. Çîna sêyem ji kirkirag û lûsemasûlkeyan pêk te. Kirkirag borihewayê zexm dikin û destek didin borîhewayê ko hertim vekirî bimîne ji boy herrika hewayê[4]. Lûsemasûlke bi girjbûn û xavbûnê firehiya coga borîhewayê diguherînin. Gava henasedayînê lûsemasûlke girj dibin, coga borîhewa teng dibe bi vî awayê hewaya pişikan a henasedayînê bi hêztir û leztir di nav borîhewayê de diherrike. Girjbûn û xavbûna masûlkeyên borîhewa, li gor kartêkerên hawirdorê an jî di bin kontrola koendama demarê de rû dide. Derveyê borîhewa bi çîna bestereşane ya sist ve girtî ye.

Beşên borîhewayê[biguherîne]

Liqê borîhewayê[biguherîne]

Di sengekelênê de borîhewa dabeşî du liqa dibe, van liqên ziravtir, wekî yekemîn liqê borîhewayê bi nav dibe. Her yekê ji yekemîn liqê borîhewayê dikeve nav pişikek[5] . Paşê yekemîn liqên borîhewa jî di nav pişikan de dabeşê liqan dibin, bi vî awayê, liqên borihewayên hê ziravtir peyda dibe. Ev liqên zirav jî wekî duyemîn û sêyemîn liqê borîhewa yê tê bi navkirin. Liqê borîhewa jî wekî mîna borîhewayê, kirkirag lixwe digire û rûyê liqê borîhewa bi rûkeşxneyên kûlkdar û lîncemade dapoşî ye[6].

Borîkehewa[biguherîne]

Di nav pişikan de dabeşbûna liqê borîhewayê didome, heta ko cogên pir zirav peyda bibe, ev cogên herî ziravtir wekî borîkêhewa tê bi navkirin. Kotahiya borîkehewayê de sikildanokên hewayê heye. Sikildanok, pêkhateyên şeweya gûşiya trî ne û bi lûleyên xwînê dorpêçî ne[5]. Her pişikek bi qasî 1000 borîkêhewa lixwe digire[4].

Çavkanî[biguherîne]

  1. Hüseyin Bektaş (2004)
  2. KURMANCÎ, rojnameya taybetî ya enstîtuya kurdî ya Parîsê .Hejmar 7 .
  3. a b Waugh, A., Grant, A., Chambers, G., Ross, J. S., & Wilson, K. J. (2014). Ross and Wilson anatomy & physiology in health and illness 12th ed.
  4. a b c OpenStax, Anatomy & Physiology, OpenStax ,2013 [1]
  5. a b OpenStax Biology. 2013. [2]
  6. Ireland, K. A. (2010). Visualizing Human Biology. Hoboken, NJ: John Wiley & Sons.