Cuwan Batû

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.


Cuwan Batû
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Cuwan Batû, li gundê Şêxê Reş, Şirnexê, bakurê Kurdistanê hatiye dinê. Wî xwendina xwe ya tibbê (tendûrûstiyê) li Bulgaristanê tewa kiriye û piştre ew hatiye Swêdê. Dr. Cuwan Batû li Swêdê pisportiya doktortiyê, beşê psîkiyatrî tewa kiriye. Niha wî, weke doktorê pispor, cihekî xwe yê doktoriyê li Stokholmê vekiriye û ew serbest kar dike.

Berhemeke wî ya bi navê Lêkolînek zanistî bi swêdî di derbarê nexweşiyên mejî, taybetî yên jibîrkirinê (demens) heye.

Dr. Cuwan Batû, salên 1996-98-an de kovara "Rojbaş" derxistiye. Niha wê kovarê weke Rojbash online derdixe. Gelek nivîsên wî di kovar û rojnameyên kurdî derketine.

Pirtûka wî ya ewil bi kurdî, bi navê "Şûjin" sala 2000an de ji aliyê çapxaneya kurdî ya APEC li Swêdê derketiye. 16 kurteçîrokên wek fabel di nava vê pirtûka wî Şûjin de hatine civandin. Pirtûka duwem, bi navê "Xeta Sor" sala 2007an, ji aliyê çapxaneya Doz li Stembolê derketiye.

Dr. Cuwan Batû endamê America-Kurdistan Friendship League (AKFL) ye.

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Malpera Rojbaş