Dîroka Amedê
Amed (bi navê din Dîyarbakir) , li Kurdistana bakûrê de bajareke. Û di vê bajêr de piranîyê gelhe ji Kurd pêk tê. Ev bajêr ji bo bereket û çandin ji gelên din ve hatine dagir kirin û di vê rûpelê de ji dagirker û dagir kirina gelên din tê behs kirin.
Serdema Subaro, Hûrî û Mîtaniyan
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Heta îro bi qasî ku hatiye tespîtkirin 6.000 hezar sal berî niha yanî 3.000 sal b.z. cara pêşî Subaro li herêma Amede jîyane û hukim kirine. Sumer û Akadan bi wateya xelkê navbera herdu çeman, ku paşê Grekiyan ji vê herêmê re bi zimanê xwe gotine Mezopotamya. Piştre navê Subaro bûye Hûrî. Yanî Subaro û Hûrî heman gel in. Dibe ku li gor eşîran navê wan were guhertin. Di wê demê de kijan eşîr desthilatdariyê bigirta destê xwe, ew bi wî navî dihat nas kirin. Îro hemû dîroknas dibêjin ku Subaro û Hûrî heman xelk in û zimanê wan hînd-ewropî bûye. Hûriyan li herêma jorê Dîclê hikûm kirine. Demeke ji Zagrosan, heta Amed, Riha, Mêrdîn, Kerkûk, û beşek ji Suriyeya îron û heta Deryaya Navîn jî ketine bin destê Hûriyan. Li van herêman kevneşopên Hûriyan îro jî gelek in. Bz di navbera salên 1800-1500an de li herêmê dewleta herî mezin û bi nav û deng ew bûne. Bz piştî 1500î mirov êdî li herêmê ji derî Hûriyan Mîtaniyan jî dibîne. Subaro, Hurî û Mîtanî heman xelk bûne, yek eşîrek bûye. Piştre Mîtanî desthilatdariyê digrin destê xwe. Mîtanî bêtir li herêmên Mêrdîn, Haran, Riha, Heleb, Entakyayê hikûm kirine. Li Amedê bi tenê herêma rojava girtine bin kontrola xwe. Weha xuyaye ku herêmên bakur û rojhilatê Amedê di destê Mîtaniyan de maye.
Bedena bajarê Amedê cara pêşî ji aliyê Hûriyan ve hatiye çêkirin. Li derê çiyê li qata herî binî bi nivîsên bizmarî û bi zimanê hûrî hatiye nivîsîn. Amed an jî Amîda bi hûri ye.
Ev ax û ava Mezopotamyayê ya bi xêr û bereket li serê kurdan felaket li pey felaketê aniye. Bi hezar salan bz bajar û herêm ji aliyê xelkê din ve hatiye dagîr kirin. Bêhejmar împerator û serleşker çav berdane Amed û herêma Amedê. Yên xurt hatine û dagîr kirine û ji wan xurtir hatine wan ji navê rakirine û karîna xwe damezrandine. Şaristaniyên berî xwe wêran kirine, bi dagîrkerî û zordestî û baweriyên xwe re zanîn û şaristaniyên xwe jî anîne. Ka em binerên kijan împarator û artêşên dewletan Amedê bi dest xistine, dagîr kirine. Belê, ew hatine dagîr kirinê, kustinê, kolekirinê lê demeke paşê mecbûr mane bi şûn ve kişiyane û çûne, lê yên mayî Amedî ne û heta îro mane. Dê bimînin, ji ber ku xwedî ew in!
Serdema Asûriyan
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Di dema mîtaniyan de êdî Asurî ji jêr ve êrîsî mîtaniyan dikin. Hêdî hêdî Asûrî li herêmê xurt dibin û dixwazin bibin hakimê herêmê. Bz zayînî di salên 1300an de asûr herêma Amedê dagîr dikin û bajar dikeve bin destê wan. Herweha di gelek dem salaên ciyê ciyê de Asûrî herêmê dagîr dikin.
Serdema Urartuyan
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Ji dema Asûriyan ve li herêma Wanê bi navê Urartu xelkek hikûm dikir. Ji roja ku Asûrî hatibûne herêmê her êrîşî Urartuyan dikirin. Berî zayînê di sala 781 an de Asûr êrîş bir ser artêşa Urartuyan. Urartuyan bi Mîtan û Nêrbiyên ku di nav artêşa Asûriyan de bûn bi dizî bi wan re li hev kiribûn. Di dema şer de Mîtan, Nêrbî û Urartû bi hev re li Asûriyan dan û artêşa Asûr şikiya. Û herêm ket destê Urartuyan. Di sala 743an de artêşa Asûr di bin serokatiya keyê nû Tîglatpileser-III an de zora Urartuyan bir û Amedê bi paş ve girt.
Serdema Îskîtiyan
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Îskîtî ji Qefqasan ve hatin û zora Ûrartuyan birin û berî zayînê di sala 635an de herêma Amedê jî girtin bin kontrola xwe û bi qasi 28 salan li herêmê hikûmdarî kirin.
Serdema Medan
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Wek tê zanên Medan bz di sala 612an de zora Asûriyan biribû. Di sala 625an de herêma Amedê ket bin destê Medan û heta 550an di destê wan de ma.
Serdema Persan
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Di sala 550an de Şahê faris Kûruşê Mezin zora şahê Medan bir û Amed ket bin destê farisan. Heta sala bz 331 Amed û herêma wê di bin bandora farisan da ma.
Serdema Îskenderê Mezin
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Keyê Mekdonyayê Îskender bz di sala 331ê de bi artêşeke mezin berê xwe ber bi rojhilat ve kir û Amedê girt û ber bi Îranê ve çû. Heta sala 323 herêm di bin destê Îskenderê Mezin de ma. Piştî mirina Îskender herêm ket destê Seleukiyan. Heta sala 140î di destê wî de ma.
Serdema Partan
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Partan xwe xwedî mîratê farisan didît û îktîdarê girtin destê xwe û herweha herêma Amedê jî heta sala 85an di bin bandora wan de ma.
Serdema Tîgranê Mezin
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Tîgran sistiya Partan dît û êrîş bir ser wan û herêmê girt bin destê xwe. Herwiha Amed jî di navbera salên bz 85-69an ket bin destê Tîgran. Tîgran xwe warisê Urartuyan didît.
Serdema Rom û Bizansê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Bz ji sala 69an heta pz sala 639an herêma Amede ket bin desthilatdariya Romiyan. Pêşî Rom û piştre jî Roma bû du perçe ve care Bizansî li wir man. Îro jî mirov him li ser kevirên bedena Amedê him jî li gelek ciyan rastî şopên nivisarên û xerabeyên Romiyan tê. Ev dema xiristiyaniyê ye. Di serdema Romiyan, sala 149an de, beden ji aliyê Împerator Constantius II ve him hatiye tamîrkirin û him hinek ciyên nû jî lê hatine zêde kirin. Navbera Derê Çiyê û Rihayê hatiye xerab kirin, ji çaran yekê bajêr hatiye fireh kirin û ji nû ve beden hatiye çêkirin. Di sala 359an de nifûsa bajêr 20.000 bûye.
Serdema Îslamê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Di dema derketine Îslamê de Amed di bin destê Bizansan de bû. Di serdema Xelîfe Omer de, di sala 639an de eskerên artêşa îslamê bi şerekî dijwar Amedê digirin. Heta sala 661 an Amed di destê ereban de dimîne. Ji sala 661 heta 750 yan vê care di destê Emewiyan de dimîne. Ji sala 750 heta 869an dikeve bin destê Ebasiyan. Ji sala 869 heta 899an di destê Kurê Şêxan de dimîne. Ji sala 930 heta 980î di bin destê Hamdaniyan de dimîne. Ji sala 980 heta 984 di destê Kurê Buveynan de dimîne.
Serdema Merwaniyan
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Gotara bingehîn: Merwaniyan
Belê, wek me di serî de jî destnîşan kiribû bav û kalên kurdan Subarto û Hûrî, 3.000 sal bz Amedê ava kiribûn an jî dîwarên bajêr cara yekem ji aliyê wan ve hatibû lêkirin. Ji wê rojê şûn ve heta dema Merwaniyan nêzîkî 3.500 salan bajarên kurdan ketibû bin destê dijminê renge reng, curbe cur û care duyem bû ku carek din diket destê kurdan. Merwanî ji sala 984 heta 1085an, tam 101 sal Amed û herêma Amedê birêve dibin. Di dîroka Amedê de demeke zêrîn dest pê dike. Êdî artêşên dagirker li vir tunebûn. Merwanî ne ji bo talan û wêrankirinê hatibûn, lewre ew xwediyên malê bûn û mala xwe yanî bajarê xwe ji her alî ve ava dikirin û diafirandin. Av û avadaniyê dikirin. Pire, hemam û seraya çêdikirin. Pira Amedê ya Dehderî û Pira Mala Badê di vê demê de hatine çêkirin. Ziman û edebiyata kurdî li Amed û Farqînê gelek bi peş dikeve. Amed û Farqîn dibin buhişta derewîn.
Serdema Eyûbiyan
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Gotara bingehîn: Xanedana Eyûbiyan
Di navbera salên 1193-1401ê de Amed dikeve bin destê Eyûbiyan. Ku serokê dewleta Eyûbi Selahedînê Eyûbî bi xwe kurd bû lê li gor bîr baweriyên wê demê, dîn bêtir li pêş bû netewe hewqas ne girîng bû. Di wê demê de dijberiyên misilman û xiristiyanan hebûn. Selahedînê Eyûbî û serleşker û piştre jî padîşahekî îslamê bû.
Selçûqî, Osmanî û Komara Tirkiyeyê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Her çiqas dem dem Amed ketibe bin destê tirkên Selçûqî û Qerekoyunî jî bi rastî piştî şerê Çaldiranê di sala 1515an de artêşa Osmanî der û dor li Amedê digirin û xelkê bajêr jî êdî ji birêvebiriya Şahê Îranê gelek eciz dibin û alîkariya Osmaniyan dikin. Ji wê roja reş şûn ve Amed wek birêvebirî bi Osmaniyan ve tê girêdan. Heta salên dawiya Osmaniyan jî, bi tenê bac didin Osmaniyan. Wek hemû bajar û herêmên Kurdistanê, Amed jî nîv otonom bû.