Mîtokondrî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Nîgara pêkhateya mîtokondriyê

Mîtokondrî endamoka bi cot parzûnan dorpêçkirî ye. Mîtokondrî ji bo xaneyên ajal, riwek, karok û protîstan navenda henase ya xaneyê ya bioksîjenê ye. Bi kurtasî, ji xeynî prokaryotan hemû xaneyên eukaryotî di nav sîtoplazmayên xwe de xwediyê mîtokondrî ne. Her ku pêdiviya xaneyê bi ATP zêde yê, hejmara mîtokondriyên xaneyê jî zêde ye. Xirokên sor(erîtrosît), tu mîtokondrî li xwe nagirin, lê xaneyek kezebê ji 1000ê zêdetir mîtokondrî li xwe digire. Mîtokondrî bi qase 0.5 – 10 μm(mîkron) gir ê.

Mîtokondrî enerjiyên di nav bendên kîmyayî yên molekulên organîk, diguherîne enerjiya ATP yê. Du endamok di guherandina enerjiyê de cih digire, a yek mîtokondrî ye a din jî kloroplast in. Van herdu endamokan jî cotparzûnî ne û xwediyê ADN, ARN, enzîm û rîbozomên bi xwe ne. Matrîksa mîtokondrî dişibe sîtoplazmayê. Piraniya reaksiyonên henasê(hilmijê) li vir çêdibe. Li ser parzûna hundir de enzîma ATPaz heye, dema proton ji valahiya navbera parzûnan ve ber bi matrîksê diçe ji ADP, ATP çêdibe. Ji bo demeke kin Kalsîyûm di matrîksê de tê enbarkirin. Mîtokondrî dikare bi serê xwe bi dabeşbûna nîvekî dabeş bibe û mîtokondriyên nû çêbike. ADN ya xaneya mirov û ADN ya mîtokondriya heman xaneya mirov ne wek hew in. Nîvê ADN ya mirov ji dê, nîvê din ji ji aliyê bavê tê, lê ADN ya mîtokondriyê tenê ji aliyê dê(mak) tê. Ango mirov mîtokondriyên pêşîn ji hêka makê digire, mirov ji spermên bavê tu mîtokondrî nagire. Mîtokondrî û kloroplast ji lebatokan bêhtir, dişibin xaneyên xweser.

Nîgara xaneya ajalan

Li gor teoriya endosîmbîosîs, mîtokondrî di destpêkê de xaneyek prokaryotî bû. 2 milyar sal berê niha di nav avê de tenê xaneyên prokaryotî hebûn. Hin ji wan xaneyan, xwe xweyker(ototrof) bûn hin jî hazirxwur(heterotof) bûn hin ê wan aerobî hin jî anaerobî bûn. Xaneya prokaryotî ya pêşî(bapîrî), bi xaneyên din ve xweyî dibû. Xaneya bapîrî, xaneya aerobî bi fagosîtozê dadiqurtê, lê wî di hundirê vakuola adanê de nedihine û naxwe. Xaneya bapîr bi xaneya daqurtî ve jiyana hevpar ava dike. Bi vî awayê endamok mîtokondrî pêk te. Ji bilî endamokên plastîd û mîtokondrî, hemû endamok biparzûn, ji parzûna plazmayê çêbûyî ne.

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • "mitochondrion | Definition, Function, Structure, & Facts". Encyclopædia Britannica (bi îngilîzî).