Daryûsê Mezin
Tu dikarî vê gotarê ji gotarên wekhev ên Wîkîpediyayên îngilîzî, mecarî û almanî bi riya wergerê berfireh bikî.
Ji bo dîtina rêzikên wergerandinê pê li [nîşan bide] bike.
|
Daryûsê Mezin 𐎭𐎠𐎼𐎹𐎺𐎢𐏁 | |
---|---|
Şahanşah | |
Wêne:Darius the great. jpg.jpg, Darius detail on the Darius vase.jpg | |
| |
Serwerî | 29ê îlona 522 b.z.an – çiriya pêşîn 486 b.z. |
Yê paşî | Xeşeyerşa I |
Jînenîgarî | |
Navê rastî | Dārayava(h)uš 𐎭𐎠𐎼𐎹𐎺𐎢𐏁 |
Roja jidayikbûnê | 550 b.z. |
Mirin | çiriya pêşîn 486 b.z. |
Xanedan | Hexamenişî |
biguhêre |
Daryûs I, ango Daryûsê Yekê, an jî Daryûsê Mezin (wekî Daryûş û Dara jî tê zanîn). (549 b.z.– nêzî 485 b.z.), şahanşahekî dewleta farisên Hexamenişî bû. Ew lawê Vîştaspa (yewnanî: Hystaspes) bû û bavê Xeşeyerşa bû. Şahê Daryûs I di navbera salên 521ê berî zayînê û dor 485ê berî zayînê de şahîtî kir.
Etîmolojiya navê Daryûs
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Daryûs bi latînî Darius an jî Dareus e û ji peyva yewnanî Dareios e. Dareios jî kurteya navê bi farsiya kevin Dārayavauš[1][2] e.
Dārayavauš ji zimanê elamî Da-ri-(y)a-ma-u-iš tê[3][4]. Nav bi akkadî dibe Da-(a-)ri-ia-(a-)muš[3], bi aramî Dryhwš û bi aramiya kevn Drywhwš e.[çavkanî hewce ye]
- Li gora zimannas Dâr[1][5] peyvekê "farsiya kevn" e, û wergerina vê peyv "parastin / ragirtin / dest dan ser" e. Herweha manaya "vau" bi "farsiya kevn" "baş" e.
Dîrok
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Di dema Daryûs I de li împeratoriyê gelek serîhildan der ketin. Dema wî de Babîl du caran, sê caran, Elaman sê caran, Îyonya li hembera karger serîhildan. Ji bo wan serîhildanan jî Împeratorî lawaz bû û Daryûs I li hembera Yewnana kevnare di Cenga Maraton de bin ket. Lê dîsa jî wî Împeratorî li Qefqasya, Pontos û Ermenistan belav kir û bi Saka û Turaniyan re ceng kirin. Di wan cengan de wî dest bi nerîtên nûyên wek dan dana leşkeran û wan antrenman kirin, kirin.
Daryûs I di dema xwe de dewlet organîze kir û gorî Satrap ango herêman karger kir. Gorî Herodot wî împeratorî parva 20 satrapan kirî bû û ew satrapan ji aliya satrapan dihat karger kirin û wek otonom bi navenda împeratorî ve girêde bû.
Avakirinên wî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Daryûş di dema xwe de paytexta împeratoriyê Persepolis çêkir. Li ber wî dema Kûruş de Pesargad paytexta împaratorî bû û paş wî persapolis ava kir re kargera xwe bira wir. Li persapolis bêtir wî navbera Sûweyş û Nîl de kanaleke bo keştiyan kola. Dîsa gorî tabletên Persapolisê wî navbera Susa (bajerekî îroj li Xûzistanê) û Sardis (îroj nêzi Manisayê) rêyeke keyî çêkiribû.
Girêdanên derve
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Daryûs I û nivîskên Bêstûnê Girêdana arşîvê 2007-03-13 li ser Wayback Machine
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ a b http://sitemaker.umich.edu/mladjov/files/persia_achaemenid_period.pdf[girêdan daimî miriye]
- ^ http://www.iranicaonline.org/articles/darius-i
- ^ a b Kopîkirina arşîvê, ji orîjînalê di 9 nîsan 2012 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 18 sibat 2013
{{citation}}
: CS1 maint: archived copy as title (lînk) - ^ http://www.languagehat.com/archives/004080.php
- ^ Kopîkirina arşîvê, ji orîjînalê di 27 kanûna paşîn 2013 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 18 sibat 2013
{{citation}}
: CS1 maint: archived copy as title (lînk)